Civak

Burkina Faso: Xeyaletê ‘Che Guevarayê Afrikayê’

  Di saetên ewilî yên şeva 1987’an de, yek ji lîderê herî ciwan ê Afrîkayê Thomas Sankara hat qetilkirin û bi awayekî  bêdeng û bilez di goreke ne kûr de hat veşartin. Niha parlamentoya zilamê ku ji aliyê gelek kesan ve tê bawerkirin ku li paş vê bûyerê ye ango …

Bêtir »

Hevpeyvîna bi şaredarê meha Cotmeha 2014’an Celia Wade Brown re

    City Mayors: Koka Partiya Kesk a Zelandaya Nû heta Partiya Rûmetan ku di 1972’an de  hatiye damezrandin diçe. Çi bû sebeb ku we di dewsa Partiya Neteweyî an Partiya Kedê de ku her du jî du partiyên sereke yên welatê we ne , biryara beşdariya ji bo Keskan …

Bêtir »

Piştgirî û cot standardî: Çima Filîstîn lê ne Kurdistan?

    Meseleya Filîstînê li seranserê cîhanê baş tê zanîn û gelek mirov piştgiriyê didin gelê Filîstînê. Filîstînî gelekî bê dewlet e ku nêzîkî 70 salan e ji bo dewletekê têkoşînê dike. Vê destekê piranî bi riya prensîba mafê diyarkirina qederê pêk tê. Dema mirov vê pişgiriyê bi kampanyaya serxwebûna …

Bêtir »

Li Amerîkayê hebûna şaredarên jin kêm e

    Digel hebûneke çalak a di polîtîkaya lokal de, li Amerîkayê jimara şaredarên jin ji %20’î kêmtir e. Daneyên ji encamên hilbijartina lokal a sala 2013’an hatine girtin nîşan didin ku ji 1351 bajarên ku nifûsa wan ji 30,000’î zêdetir e, bi tenê li 249 bajaran şaredar jin in …

Bêtir »

Nicaragua Vive! 35 sal ji serkeftina Şoreşa Sandînîsta û vir ve

    19’ê Tîrmeha 2014’an salvegera Şoreşa Sandînîsta ya li Nîkaraguayê ye. Di vê rojê de yekîneyên Sandînîsta yên di bin rêberiya neh fermandarên Eniya Rizgariya Neteweyî ya Sandînîsta (FSLN) de ketin paytext Managuayê û li vir ji aliyê bi sedhezaran nîkaraguayiyên bi coş hatin pêşwazîkirin. Gerîlayên serkeftî welatê hilweşiyayî …

Bêtir »

Prensîbên etîk ên ji bo rêvebiriya lokal

    Prensîbên Etîk bi armanca teşwiqkirina rêvebiriya lokal a baş ji aliyê Weqfa Şaredarên Bajar û Projeya Şaredar a Cîhanê ve hatiye amadekirin. Şaredarên dixwazin rêvebiriya lokal xurt bikin û berpirsiyên xwe yên li hember welatiyan pêk bînin, van rêgezan dipejirînin.   Prensîpên Etîk Destpêk Rêvebiriya lokal a baş …

Bêtir »

Şaredarê Cîhanê yê 2014’an tê hilbijartin

    Lîsteya fînalîstên Xelata Şaredarê Cîhanê yê 2014’an diyar bû. Di lîsteyê de 25 şaredarên serfiraz ên ji hemû parzemînên cîhanê ciyê xwe girtin. Îsal ji Tirkiyeyê şaredarê Îzmîrê Ahmet Kocaoglu jî ket nava şeş şaredarên ku ji Asyayê hatin hilbijartin. Piştî amadekirina lîsteyê, wê bi riya e-maîlan welatiyên …

Bêtir »

Têkiliyên Îsrail û kurdan: Bêdengî zêr e

    Her du alî jî dixwazin têkiliyên xwe yên ku bi dehan salan kevn e bimeşînin lê her du alî di heman demê de dixwazin ev bi rengekî veşartî pêk were. Di vê dema ku wiha xuya dike dewleta Iraqê nefesa xwe ya dawiyê dide, kurdên Iraqê meşa xwe …

Bêtir »

Şaredarê Mehê ya Hezîrana 2014’an: Daniel Termontê şaredarê Gentê

    Daniel Termont di 2007’an de bûye şaredarê bajarê Gentê yê li herêma Flanders a Belcîkayê. Termont hilbijartina 2012’an jî qezenc kir û şaredartiya xwe dom kir. Termont ku di 1977’an de bûye endamê meclîsa şaredariyê û ji wê rojê û şûn de li şaredariyê gelek wezîfeyan pêk aniye, …

Bêtir »

Lîstik e an firsendeke zêrîn e?

    Di vê dema ku ez vê gotarê dinivîsim, welatiyên Iraqê di şerê  herî xerab ê etno-mezhebî yê ji dema dagirkirina DYA’yê ya 2003’an û heta niha dom dike re derbas dibin. Niha welatiyên Iraqê bi talan, bombebaran, pevçûn, kuştinê re û bi hiqûq û rêgezên nû re rû …

Bêtir »

Tevgera xwecî ya Conamaqê ya Bolîvyayê: “Em xwe nafirojin ti hikumetekê an partiyeke siyasî”

      Tevgera xwecî ya Conamaqê ya Bolîvyayê niha tevgera herî girîng a ji bin e ku polîtîkayên hikumeta Evo Morales û Tevgera Ber bi Sosyalîzmê ve (MAS) rexne dike ye. Ji ber vê sekna wan a mixalif, hikumet endamên Conamaqê di Kanûna derbasbûyî de bi êrîşekê ji ofîsên …

Bêtir »

Kolombiya û ELN li ser hevdîtinên aştiyê li hev kirin

    Hikumeta Kolombiyayê da xuyakirin ku pêvajoya hevdîtinan a di navbera hikumeta Kolombiyayê û ELN’ê de (Artêşa Rizgariya Neteweyî) dest pê kir. Bi destpêkirina pêvajoya hevdîtinan a bi vê rêxistinê re li Kolombiyayê rêxistinên çekdar ên li derveyê pêvajoya aştiyê neman. Serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santos di 10’ê Hezîranê …

Bêtir »

Cotkarên jin ên Zîmbabweyê zêde dibin

    Piştî reforma axê ya 2000’î ya Zîmbabweyê ji aliyê jimara jinên cotkar ên li ser axa xwe dixebitin ya di nava welatên Afrîkayê de, rêza welat bilind kir. Jin piraniya keda çandiniyê ya başûrê Sahrayê pêk tînin û li gorî Rêxistina Xurekan û Çandiniyê yê Neteweyên Yekbûyî (FAO) …

Bêtir »

Li Spanyayê bilindbûna partiya Podemosê

    Li Spanyayê di hilbijartinên ji bo Parlamentoya YE’yê de partiyek nû ya bi navê  Podemos (em dikarin bikin) derket ser sehneyê. Vê partiya nû, di hilbijartinê de bû partiya çaremîn û 5 wekîlan şand Parlamentoya YE’yê. Sîstema hilbijartinê ya li Spanyayê bi giranî li ser hebûna du partiyên …

Bêtir »

Bêaramiya civakî ya li dora projeyên hîdroelektrîkê yên li Guatemalayê

    Huehuetenangoya li bakurê Guatemalayê du hefte berê dema komeke mirovan a ji 150 kesan pêk dihat a ku bi maskeyan ketin hundirê tesîsa projeya hîdroelektrîkê ya pirneteweyî ya li şaredariya San Mateo Ixtatan û hin makîne û avahiyê hilweşandin, bû ciyê serhildana gel. Ev bûyer, ji nakokiyên civakî …

Bêtir »

Li gundekî Duhokê konseya jinê hat damezrandin

    Gundekî biçûk ê li wîlayeta Duhokê biryara damezrandina konseya jinê da. Endamên konseyê gotin ku ev bûyer yekemîn car li Iraqê pêk hatiye û gundiyên li Barçiyê hêvi dikin ku bi armanca destekirina mafê jinê li seranserê welat, ew bibe mînakekî. Lê li gorî hin nêrînên di derbarê …

Bêtir »

Astengiya neteweperestiya kurd a li başûrê Kurdistana Rojhilat

    Kurdên li Kirmaşanê ku ji kelhuri û heta hewramiyên li bakur û feyliyên li başûr pêk tên, komeke tevlîhev in. Lê bajarê Kirmaşana niha (Kermanşah) hem ji aliyê polîtîk û hem jî ji aliyê leşkerî ve di bin tesîra mezin a Îranê de ye. Besîcên xwedî beraqe û …

Bêtir »

Xizanên kolombiyayî erdên ji bo navenda leşkerî hatiye veqetandin dagir dikin

    Domandina dagirkirinekê heta pênc mehan ne hêsan e. Tew pêkanîna vê yekê li Kolombiyayê pir dijwar e. Lê endamên civaka Hektor Alirio Martinez a li şaredariya Fortulê ku nêzîkî sînorê Venezûelayê ye, pir pêş de çûne: ew erdên di destê Wezareta Parastinê de dagir dikin. Axa qasî 100 …

Bêtir »

Hosteyê tar û setarê Lotfî mir

Muzîkjenê mezin ê îranî Mohammed Reza Lotfî di temenê xwe yê 68’an de li Tehranê mir. Tê gotin ku mirina Lotfî di dîroka muzîka klasîk a faris de windabûneke mezin e û pir dijware ku ciyê Lotfî bê tijekirin. Lotfî ku hosteyê tar û setarê bû, bi hevkariya vokalîstên navdar …

Bêtir »