Komên xweparastinê yên li çend eyaletên li başûrê Meksîkayê ku bi armanca parastina gel a ji êrîşa çeteyên narkotrafîkê hatibûn damezrandin, wekî hezên komunal ên xweparastinê tecrûbeyeke yekta pêk tînin. Li gorî agahiyên ku endamên komên xweparastinê yên li eyaletên cuda yên vî welatî didin, li her navendê …
Read More »Civîna yekemîn a aboriya karkeran
Karker, aktîvîst û akademîsyen di civîna yekemîn a “aboriya karkeran” a li Marsîlyayê hatin cem hev. Di civînê de beşdarên ku ji welatên cûda hatibûn tecrûbeyên xwe parve kirin û ji bo pêşxistina aboriya di bin kontrola karkeran de dîtinên xwe anîn ziman. Civîna yekemîn a “aboriya karkeran” …
Read More »Îmtîyazên Hêzê
Noam Chomsky Dema ku sala 2013’an ber bi bidawîbûnê ve çû, BBC di derheqê encamên anketa WIN/Gallup International’de nûçeyekê weşand: “Bi ya we di cîhana îro de kîjan welat xetereya herî mezin a li hember aştiyê pêk tîne?” Li gorî encamên anketê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) sê …
Read More »‘Bi tenê prokeye mezin’: Pêşketina Tevgerên civakî yên Îtalyayê
Eger rojekê ku bi awayekî sembolîk bikaribe têkoşîna heyî ya li hember kêmkirina mesrefan û neolîberalîzmê ya li Îtalyayê temsîl bike, divê wê rojê 19ê Kanûna 2013’an be ku roja Serhildana Giştî (Sollevazione Generale) ya li hember kêmkirina mesrefê ye. Wê rojê, li paş afîşeke ku li ser …
Read More »Konferansa aboriya komunal a li Venezûelayê
Nûnerên komunên li Venezûelayê bi armanca xurtkirina aboriya komunal konferansekê li dar xistin. Di konferansa ku di navbera 31’ê Çileyê û 1’ê Sibatê de hat lidarxistin de biryara damezrandina bankaya komunal hat girtin. Banga lidarxistina konferansê ji aliyê Tevgera Şoreşger a Bolivar û Zamora (CRBZ) ku endamê PSUV’ê …
Read More »Gundiyên li Hîndîstanê şîrketa brîtanî têk birin
Eşîra Dongria Kondh a li eyaleta Orissa ya lı Hîndîstanê, li hember şîrketeke brîtanî ku dixwest li ser axa wê madenê derxe, serkeftinekê bi dest xist. Ji ber têkoşîna endamên eşîrê, şîrketa Vedanta Resources mecbûr ma ku pîlanên xwe yên ji bo herêmê betal bike. Piştî têkoşîna serfiraz …
Read More »Mesût Barzaniyê Kurdistanê yek ji lîderê herî bi tesîr ê Rojhilata Navîn ê 2013’an e
Di 2013’an de lîderê herî serfiraz ê Rojhilata Navîn kî bû? Dagirtina tabloyên dawiya salê ku tê de yên serfiraz û neserfiraz hatine lîstekirin, kevneşopiya kevn a rojname û kovaran e. Encam pirî caran bala mirovan nakişîne an ecêb in lê li Rojhilata Navîn di 12 mehên derbasbûyî …
Read More »Jinên Keşmîrê doza mafên xwe dikin
Mehnaz Bano (ne navê wê yê rastîn e) jineke 37 salî ye ku li mezrayeke Keşmîrê ya di bin kontrola Hîndîstanê de dijî. Pişti mirina mêrê wê, wê di encama têkoşîneke dirêj de mafê milkiyetê yê keça xwe garanti kiriye û bi vî awayî jiyana wê xweş berdewam kiriye. …
Read More »Xebatên Haçaturyan tên dîjîtalkirin
Berhemên bestekarê mezin ê ermenî Aram Haçaturyan bi hevkariya Wezareta Çandê ya Ermenîstanê, Radyoya Gel a Ermenîstanê û hin şîrketên muzîkê tên dîjîtalkirin. VivaCell MTS û Prolighting Company jî hevparên meşandina vê projeyê ne. Radyoya Gel a Ermenîstanê bi riya hevkariya Wezareta Çandê ya Ermenîstanê, ji sala 2009’an û …
Read More »Li Sûdana Başûr tirsa şerê etnîk
Dewleta heri ciwan a cîhanê Sûdana Başûr bilez ber bi şerê navxweyî ve diçe. Şerê ji bo îktîdarê yê di navbera rêvebirên welat de, li hember ewlekekariya dewleta nû xetereyeke mezin pêk tîne. Ji ber serhildana cîgirê kevn ê welat Riek Machar a li hember serokê Sûdana Başûr …
Read More »Ji rahîbetiyê ber bi gerîlatiyê û ji gerîlatiyê ber bi femînîzmê ve
Leonor Esguerra ku 83 salî ye, rahîbe û gerîlayê kevn ê ELN’yê (Artêşa Rizgariya Neteweyî) ye. Wê bi armanca pêkanîna edaleta sosyal beşdarî hêzên gerîla bûye lê paşê ji vê sîstemê hêviya wê qut bûye û li fikra femînîzmê xwedî derketiye. Esguerra di sala 1930’an de wekî endamê …
Read More »Li Amerîkayê hebûna jinê di tiyatroyê de kêm e
Keçên Gerîlla ku komeke femînîst, hunermend û rexnegir a li Amerîkayê ne, 14 sal berê biryarê dan ku di tiyatroyê de wekheviya zayendî derxin holê. Li gorî komê, encamên ku li ser rewşa tiyatroyê Broadwayê derketin holê ji trajediyeke yewnan xerabtir e. Bi tenê ji % 8’ê lîstikan …
Read More »Hunermendekî nemir: Miradê Kinê
Mizgîn Ayaz Huner, ji hebûna mirovatiyê heta îro bûye şêweya hest û fikrên, tirs û hêviyên mirovan û jiyanê. Her dîrokek bûye şahidê felaket û qewimînên bêjimar. Ev qewimîn gelek car bi awayek stemkarane di bin xopana hilweşiyayî ya dîrokê de bêkes, bêxwedî, bêpar hatine hiştin û …
Read More »Li Ewropayê Tora Parlementoya Çandê ya Ciwananan pêşdikeve
Tora Parlamentoya Çandê ya Ciwanan (ECP YN) ku di 2010’an de wekî komeke dilxwazan hat damezrandin, di Mijdara 2013’an de li Swêdê bû sazîyeke fermî. ECP-YN ku girêdayê Parlamentoya Çandê ya Ewropayê ye (ECP), piranî ji xebatkarên qada hunerê û çandê temên wan di navbera 20 û 35’an …
Read More »Siyaseta Hîndîstanê partiyeke nû naskir
Di hilbijartina ji bo parlamentoya herêma paytexta Hîndîstanê New Delhiyê de partiyeke nû serfiraziyeke mezin bi dest xist. Partiyê, di riya avakirina partiyeke alternatîf a li hember sîstema sîyasî ya hînd de hêviyeke mezin da civaka Hîndîstanê. Di hilbijartina New Delhiyê de ku di 4’ê Kanûnê de hat …
Read More »Li Barselonayê xebata xweser a ji bo penaberan
Espacio del Immigrante (Qada Koçberan) kolektîfeke xweser e ku li taxa Raval a li Barselonayê hatiye damezrandin e. Vê kolektîfê, berevajiya hin komên din ku bi tenê li dijî cûdaxwaziya di warê tenduristiyê de dixebitin, li hember hemû cûre apartheida ku koçberên bê dokuman rû bi rû dimînin …
Read More »Li Bolîvyayê hikumet û kolan: Hevpeyvîna bi Julieta Olejada ya ji Mujeres Creando
Julieta Olejada endamekî Mujeres Creando ye ku rêxistineke anarşîst-femînîst a li Bolîvyayê ye. Rêxistin, beriya Morales û di dema îktîdara wî de bûye dengê radîkal ê mafên jinê. Me di Gulana 2012’an de, di nava protestoyên cûrbecûr ên li hember hikumeta Tevgera Ber bi Sosyalîzmê ve (MAS), bi …
Read More »Li Amedê azmûna demokrasiyê
Li navenda Amedê û heşt navçeyên wê ji bo hilbijartina namzetên şaredariyê yên BDP’ê, pêşhilbijartin hat li dar xistin. Ji her derdorên civakê nêzîkî 12,000 delege di 24’ê mehê de ji bo diyarkirina namzetan dengê xwe bi kar anîn. Li navenda Amedê delegeyên her navçeyê li ciyên cuda …
Read More »Li Şîliyê greva karkerên şaredariyan bi dawî bû
Li welatê Amerîkaya Latîn Şîliyê greva karkerên şaredariyan ku qasî mehekê berdewam kir û li 300 şaredariyên li seranserê welat belav bû, bi dawî bû. Nûnerên Komeleya Şaredariyên Şîliyê (AChM) û nûnerên hikumetê di 19’ê mehê de li hev kirin û rojekê paşê karker dest bi karê xwe …
Read More »Weşanxaneya Peywend hat damezrandin
Ji aliyê komeke akademîsyen û lêkolînerên kurd ve, piştî amadekariyên dirêj, di Cotmehê de Weşanxaneya Peywend hat damezrandin. Weşanxaneyê di nivîsa ji bo armancên xwe amade kiribû de diyar kir ku ew ê di qadên wekî wêje, ziman, dîrok, felsefe, huner, antropolojî û teolojiyê de berhemên ji bo …
Read More »Berhema duyemîn a Benedîkter hat weşandin
Berhema Etnik Uyuşmazlığın Özyönetimle Çözümü (Çareserkirina Problema Etnîk bi Riya Xwerêvebiriyê) di dawîya meha Cotmehê de ji Weşanên Aram derket. Pirtûk ku edîtoriya wê Thomas Benedîkter kiriye û ji gelek nivîsên pisporên xweseriyê pêk tê, ji aliyê Necat Ayaz ve ji îngîlîzî hatiye wergerandin. Ev berhem, piştî Avrupa’nin …
Read More »