Autonomos

Li Bolîvyayê “hefteya xweseriyê”

      Li Bolîvyayê pêncemîn salvegara qebûlkirina qanûna xweseriyê tê pîrozkirin. Di “hefteya xweseriyê” de wê çalakiyên cihêreng ên ji bo pîrozkirina damezrandina sîstema xweseriyê bê pîrozkirin. Di 19’yê Tîrmeha 2010’an de Parlamentoya Pirneteweyî ya Bolîvyayê Qanûna 031’ê ya Çarçoveya Xweseriyê û Desentralîzasyonê qebûl kiribû. Armanca vê qanûnê pêkanîna …

Bêtir »

Herêma Sirbên Bosnayê biryara referandûmê girt

parlamentoya sirban li bosnayê

    Endamên Parlamentoya Komara Sirb (Republika Srpska- RS) a li Bosna-Hersekê di warê “biryarên tên empozekirin a Nûnertiya Bilind”de biryara lidarxistina referandûmekê dan. Di dengdayina di parlamentoyê de serokê komarê Milorad Dodik û 45 wekîlên sirb dengê erênî dan lê wekîlên boşnak ên ji koalîsyona “Niştiman” parlamentoyê terk kirin. …

Bêtir »

Sê sal piştî şoreşa 19’ê Tirmehê

        Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rastiya têgîna netewa demokratîk e Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li herêmên Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, pergala ragihandina avakirina kantonên Rojava “Cizîrê, Kobanê û Efrînê” ye. Ev sîstem bingeha pêkanîna pratîkî û rastiya têgîna netewa demokratîk e. Ji aliyê civakî ve sîstema Rêveberiya …

Bêtir »

Li Sîlezyayê Meşa Xweseriyê hat lidarxistin

    Li herêma Sîlezyayê ya li Polonyayê Meşa Xweseriyê hat lidarxistin. Li derdora 5000 kes beşdarê meşa ku li bajarê Katowice/Katowicach hat lidarxistin bûn. Meşa ku ji aliyê Ruch Autonomii Slaska (RAS-Tevgera Xweseriya Sîlezyayê) ve hat birêxistinkirin, di 11’yê Tîrmehê de hat lidarxistin. Di meşê de afîşên ku daxwazên …

Bêtir »

Li Konseya Ewropayê pêşniyaza mafê self-determînasyonê

    30 endamên Konseya Ewropayê (KE) pêşniyazê rêxistinê kirin ku nîqaşeke li ser neteweyên bê dewlet ên li Ewropayê bê lidarxistin. Pêşniyaza bi serenavê Rewşa Neteweyên bê Dewletê ên li Ewropayê ku ji aliyê sosyaldemokrat Jacob Lund ê danîmarkî danasîna wê hat kirin, bi giranî ji aliyê sosyalîstan û …

Bêtir »

Guarani statuya xweseriyê amade dikin

    Welatiyên guarani yên li Guarani Charagua Iyambeyê ya li Bolîvyayê dijîn, ji bo analîzkirina damezrandina xweseriyê civiyan. Nûnerên gelê guaranî û yên li herêmê, wezîrê cîgirê Xweseriya Departmanan, wekîlê guaranî yê parlamentoyê, şaredarê Charaguyê û rêvebirên saziyên beşdarê pêvajoya xweseriyê dibin, beşdarê vê civînê bûn. Pênc sal berê …

Bêtir »

Parlamentoya Îrlandayê hikumeta katalan guhdarî kir

      Endamên Parlamentoya Îrlandayê qebûl kirin mu hilbijartinên 27 Îlonê yên li Katalonyayê ji bo dikare ji bo serxwebûnê bibe gaveke demokratîk. Li ser vexwendina serokê Komîsyona Karên Ewropayê ya Parlamentoya Îrlandayê Dominic Hannigan, delegasyonek hikumeta Katalonyayê çû serdana Parlamentoya Îrlandayê. Li Parlamentoya Îrlandayê ‘Oirechtas” di navbera delegasyoneke …

Bêtir »

Nûnerên rûs pêşniyazên Ûkraynayê red kirin

    Pêşniyazên Ûkraynayê yên ji bo çareserkirina problemên kêmara rûs a li rojhilat ji aliyê Rûsya, û komarên Luhansk û Donetskê ve nehatin qebûl kirin. Serokê Ûkraynayê Petro Poroshenko di destpêka hefteya borî de dabû xuyakirin ku bi armanca naskirina xweseriya lokal a herêmên li rojhilat wê destûra bingehîn …

Bêtir »

Serxwebûna Katalonya û Skotlandê ji bo YE’yê xetereye an firsend e?

    Li Zanîngeha Cambridgê bernameyeke bi navê “Ji bo Skotland û Katalonyayê Netewebûn: Ji bo YE’yê xetereye an firsend e?” hat lidarxistin.  Di bernameya bi hevkariya DIPLOCAT (Konseya Dîplomasiya Katalonyayê) û Foruma Jeopolîtîk ve hat lidarxistin de pêvajoyên diyarkirina mafê qederê ya li her du herêman hat nîqaşkirin. Profesor …

Bêtir »

Piraniya bajarên li Tarijayê statuyên xwe amade kirin

    Li departmanta (wîlayet) Tarijayê ya li Bolîvyayê pêvajoya amadekirina statuyên bajaran didome. Heta niha ji 8 ji 11 bajarên li Tarijayê statuyên xwe yên xwerêvebirinê amade kirin. Li Bolîvyayê piştî damezrandina dewleta pirneteweyî ya di 2009’an de bajaran hatibû xwestin ku statuyên xwe amade bikin. Li Tarijayê jî …

Bêtir »

Fîlîstîn-Kurdistan: Du Gelên ne Xwedî Maf

    Li Îtalyayê di çarçoveya Festîwala Liberazione’yê de wê bernameya “Fîlîstîn-Kurdistan: Du Gelên ne Xwedî Maf” bê lidarxistin. Bername wê di 4’ê Tîrmehê de wê li Lucayê ku bajarekî biçûk ê li herêma Toscana ya li bakurê îtalyayê bê lidarxistin. Nûnerê tevgera kurd ê Îtalyayê Yılmaz Orkan, rojnamegerê fîlîstînî …

Bêtir »

Tirkiye pêvajoya aştiyê ya Fîlîpînan vedikole

      Kerîm Yildiz: “Tirk di hevdîtina aştiye ya bi kurdan re ku di demên dawîde dest pê kiriye, di asteke pir girîng de ne.”  Delegasyoneke navneteweyî bi mebesta vekolîna pêvajoya damezrandina Herêma Xweser a Bangsamoroyê çû Fîlîpînan. Di delegasyonê de berpirsê Enstîtuya Peşketina Demokratîk Kerîm Yildiz, û ji …

Bêtir »

Konseya Ewropayê meseleya katalan nîqaş dike

    Konseya Ewropayê qebûl kir ku li ser pêşniyazbiryareke di warê mafê diyarkirina qederê ya Katalanyoyê de nîqaş bike. Pêşniyazbiryar ji aliyê cîgirê serokê konseyê yê danîmarkî Jacob Lund û 30 endamên konseyê ve hat pêşniyazkirin. Çend endamên partiyên din ên siyasî yên ewropî ku di rêxistinên nav-hikumetî de …

Bêtir »

“Xweseriya Demokratîk: Heterotopyaya Welatîbûnê” hat weşandin

    Pirtûka “Xweseriya Demokratîk: Heterotopyaya Welatîbûnê” (Demokratik Özerklik: Bir Yurttaşlık Heterotopyası) ji aliyê weşanxaneya Notabene ve hat weşandin. Nivîskar di pirtûka xwe de bi dorfirehî li ser xweseriya demokratîk ku ji aliyê tevgera kurd ve ji bo çareserkirina meseleya kurd hatiye pêşniyazkirin, sekinî ye. Di seranserê vê xebatê de xweseriya demokratîk …

Bêtir »

Bolivya û Arjantîn li ser xweseriyê diyalogê pêk tînin

    Konferansa “Pevajoya Xweseriyê û Desentralîzasyonê: Tecrûbeyên Miqayesekirî” ya di navbera Bolîvya û Arjantînê de wê li payztexta Bolîvya La Pazê bê lidarxistin. Di konferansa ku di 25’ê Hezîranê de tê lidarxistin de wê li ser pêvajoya desentralîzasyonê ya Arjantînê û pêvajoya xweseriyê ya Bolîvyayê bê sekinandin. Wezîrê Xweseriyê …

Bêtir »