Girtin û darizandina endamên tevgera serxwebûnxwazên katalan demeke dirêje di rojeva cîhanê de ye. Tevgera katalan ji bo balkişandina rewşa girtiyên siyasî hemû derfetên di qada navneteweyî de bi kar tîne. Bi taybetî rêxistin û saziyên Yekitiya Ewrûpayê û hin rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî NY ciyê hemleya dîplomatîk ên tevgera …
Bêtir »Li Galê meşa serxwebûnê tê lidarxistin
Welatê Gal a girêdayê Brîtanyayê her dem bi xebatên xwe ya ji bo parastina ziman û carinan jî bi xweseriya xwe hatiye rojevê. Îcarê li vî welatî tevgera serxwebûnxwaz bi aktîvîzma sivîl dixwaze di Gulanê de meşek li dar bixe. Rêxistinên sivîl ên Galê ku di bin sîwana Cymru AUOB’de …
Bêtir »Referandûma serxwebûnê ya Bouganvilleê hat taloqkirin
Bouganville giraveke li rojhilatê Papûa Gîneya Nû’ye ku nifûsa wê qasî 250 hezarî ye. Şerê rizgariyê bi hevdîtinên 1997’an a bi hevkariya Zelandaya Nû hatin lidarxistin bi dawî bû. Herêma Xweser a Bouganvilleê di 2002’an de hat damezrandin. Girava Bouganvilleê ya li ser Papûa Gîneya Nû (PGN) di demên dawî …
Bêtir »Serhildêrê katalan polîtîkayên Îspanyayê darizand
Jordi Cuixart: “Serdestiya hiqûqî ne li ser demokrasiyê ye, ji ber ku di dema rejîma Franko de jî serdestiya hiqûqî hebû.” Darizandina lîderên gelê katalan a ji aliyê dadgeheke bilind a Îspanyayê ket hefteya xwe ya sêyemîn. Roja sêşemê berpirsê saziya herî mezin a civaka sivîl Jordi Cuixart derket pêşberî …
Bêtir »Têkoşîna dirêj bi xweseriyê gihîşt encamê
Têkoşîna dirêj bi xweseriyê gihîşt encamê Bangsamoro bi zimanê li herêmê tê axaftin “neteweya moro” ye. Bi qanûna nû ya xweseriyê wê hêzên berfireh têkeve destê rêvebiriya herêmî. Rêvebiriyê wê bikaribe di ware perwerde, tenduristî alîkariya civakî û mijarên din de biryarê bide û ji bo meşandina xizmetên xwe wê …
Bêtir »Însîyatîfa xweser ji bo hebûna xwe di ber xwe dide
Necat Ayaz City Plaza ciyekî dagirkirî ya li navenda Atînayê ye ku nêzîkî 200 mirov lê dimînin. Rûnistvanên otêlê xwe bi xwe vir bi rêve dibin ku ev jî tê vê wateyê ku hemû rûniştvan xwedî mafê û wezîfeya beşdariya meşandina hemû çalakiyên wê yên rojane ne. Ji 2016’an û …
Bêtir »Savoy doza mafên xwe dike
Yek ji herêma di bin serdestiya Fransayê de ku rastî polîtîkayên navendîkirinê û înkarkirina neteweyî hatiye Savoy e. Di ser dagirkirina vê herêmê re du sed sal zêde derbas bûye lê hîn jî komeke ji civaka vê herêmê daxwaza naskirina nasnameya herêmê dike. Savoy navê erdeke xwedî nasnameyeke dîrokî ye …
Bêtir »Etiyopya û Oromo li hev kirin
Oromiya, herêma herî mezin ê Etiyopyayê ye û warê gelê oromo ye. Piştî şoreşa Etiyopyayê Oromiya digel çend herêmên din ê welat bû herêmeke xweser. Mixabin ji wê demê û heta aniha gelê oromo ji hikumeta navendî ya Adîs-Ababayê memnûn nema û ji bo berfirehkirina mafên xwe têkoşîna xwe dom …
Bêtir »Gilgit-Baltîstanî ji mafê hilbijartine bêparin
Pakîstanî di hilbijartina di 25’ê Hezîranê de dengên xwe di hilbijatinên giştî de bi kar anîn. Mixabin 9 milyon kesên li herêma Gilgit-Baltîstanê dijîn neçûn ser sindoqa hilbijartinê. Ji ber ku ji Pakîstan ji sala 1947’an û vir ve mafê beşdarîya hilbijartinan a vê herêmê nasnekiriye. Rûniştvanên herêma Gilgit-Baltîstanê ji …
Bêtir »Diplocat ji nû ve hat vekirin
Konseya Dîplomasiyê ya Katalonyayê ji nû ve hat vekirin. Konsey bi awayekî fermî di 26’ê Tîrmehê de Ji aliyê nûnerên hikumeta Katalan û rêxistinên cihêreng ên Katalan hat vekirin. Serokê Katalonyayê Quim Torra û Wezîrê Karê Derve yê Katalonyayê Ernest Maragall Çarşemê ragihandibûn ku wê Diplocat ji nû ve bê …
Bêtir »Pêşniyazên Bolzano/Bozenê deh sal li dûv xwe hişt
Sala 2018’an dehemîn salvegera Pêşniyazên Bolzano/Bozenê yên li ser Kêmarên Neteweyî di Têkiliyên Navdewletî de ye. Komîseriya Bilind a Kêmarên Neteweyî ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewrûpayê (REHE) di salvegera dehemîn a Pêşniyazên Bolzanoyê yên li ser kêmarên neteweyî bernameyekê li dar xist. Bernameya ku bi pişgiriya herêma …
Bêtir »Herêma îngilîzîaxêf a Kamerûnê wekhevîtiyê dixwaze
Li Kamerûnê bêaramiya li herêma îngilîzîaxêf di çend mehên dawî de zêde dibe. Ji sala 2016’an heta niha di pevçûnên di navbera hêzên herêmî û yên dewletê de gelek kes hatine kuştin. Herêma li başûr ku cîranê Nîjeryayê ji navendê hêzên berfireh dixwaze. Başûrê Kamerûnê ku bi fermîtî jê re …
Bêtir »Lorant Vincze: Hin dewletên ewrûpî rêzê ji mafên kêmaran re nagirin
Serokê Yekitiya Federal a Gelên Ewrûpayê Loránt Vincze beşdarê semînerekê li ser kêmarên Ewropayê hatibû lidarxistin bû û dîtinên balkêş anî ziman. Semîner ji aliyê Akademiya Alman a Buroya Derve di 12’yê Tîrmehê de hat li dar xistin û Serok û Sekreterê Giştî yê Meclîsa Parlamenter û Komîseriya Bilind a …
Bêtir »Bi sedhezaran katalan ji bo girtiyên xwe daketin qadan
Li ser banga siyasetmedarê katalan ê li Almanyayê dîlgirtî Carles Pûîgdemont, bi sed hezaran kes bi daxwaza azadiyê li Barselonayê daketin qadan. Katalanan xwestin ku bi dehan siyasetmedarên ku piştî referandûma Serxwebûna Katalonyayê ya di cotmeha 2017’an de hatine girtin, bên berdan. Çalakvanan destnîşan kirin ku di serî de Pûîgdemont, …
Bêtir »Reforma Îtalyayê hêzên herêman kêmtir dike
Di van salên dawî de li Îtalyayê hin herêm daxwaza xurtkirina xweseriyê dikin û li hin herêman jî tevgerên serxwebûnxwaz xurtir dibin. Lê di dewsa çareserkirina van probleman de dewleta Îtalyayê dixwaze sîstemê bêtir navendî bike. Ev jî yek jî li welat û li derveyê welat dibe sebeba hin reaksiyon …
Bêtir »Li’ Sûriyeyê yan wê federalîzm çêbibe yan jî wê Sûriye parçe bibe’
Şîrovekarê siyasî Denîz Çîftçî dibêje ku nêzîkbûna Tirkiye û Rûsya û Tirkiye û Îranê wê bandora xwe li ser Rojava û Herêma Kurdistanê çêbibe. Çîftçî herwiha dinirxîne ku li Sûriyê ya wê federalîzm çêbibe yan jî wê Sûriye hêdî hêdî parçe bibe. Ferid Demirel Di 9ê Tebaxê de Serokomarê Tirkiyê …
Bêtir »Gelê oromo li Etiyopyayê li ser piya ye
Oromiya ku herêmeke li Etiyopyaya federal e, di rojên dawî de bûye qada çalakiyên berfireh. Xwepêşander doza xurtkirina xwerêvebirinê, sekinandina şîdeta hêzên dewletê yan li hemberê wan û berdana girtiyên siyasî dikin. Xwepêşandanên ku çend roj in bênavber didomin, li herêmê belavî qasî 200 navendan û paytexta Etiyopyayê Adîs Ababa …
Bêtir »Herêma xweser a Delineê tê damezrandin
Civake aborîcîn a Kanadayê ku ligel civakên din ên aborîcîn wekî Neteweyên Yekemîn tê naskirin, dike bibe xweser. Bi peymana Kanada û Delineê, ji 1 ‘ê Îlonê û şûn ve wê saziyên xweseriyê yên herêma Delineê ya li bakurêrojavayê Kanadayê dest bi kar bikin. Rêvebirê Delineê Leonard Kenny da xuyakirin …
Bêtir »Kabîlya dixwaze parlamentoyeke herêmî damezrîne
Tevgera herêma Kabîlyayê ya li Cezayîrê damezrandina parlamentoyeke herêmî nîqaş dike. Eger ev yek pêk were, ligel Hikumeta Demî ya Kabîlyayê (GPK) ku li derveyê welat hatibû damezrandin, wê duyemîn saziya xwerêvebirinê derkeve holê. Dawiya vê hefteyê, nûnerên tevgera Kabîlyayê bi mebesta nîqaşkirina damezrandina parlamentoya demî ya herêmî li Quebecê …
Bêtir »Di Roja Sarawakê de gel xweseriyê daxwaz kir
Li herêma Sarawak a li Malezyayê hikumetê, Roja Sarawakê wekî cejneke fermî qebûl kir. Di heman demê de ji bo transferkirina hêzên nû ya ji bo Sarawakê bi hikumeta Endonezyayê re danûstendin didomin. Roja 22’yê Tîrmehê ku 53’emîn salvegera xweseriya Sarawakê ye, ji aliyê sarawakiyan ve tê pîrozkirin. Hikumeta Sarawakê …
Bêtir »Romanya rêzê ji mafên macaran re nagire
Helwesta neyênî ya Romanyayê ya di derbarê mafên herêma Szeklerlandê (bi macarî Székelyföld) de hîn didome. Hikumeta Romanyayê mafên kêmara macar a li Szeklerlandê qebûl nake. Wezareta Hundir ê Romanyayê di bersiva xwe ya ji bo nameya serokê EFA’yê (Hevgirtina Azad Ewropayê) diyar kir ku Roja Azadiya Szeklerê ku di …
Bêtir »