Home / Autonomos

Autonomos

Nûnerên Korsîkayê êdî di Senatoya Fransayê de ne

Di salên dawî de tevgera netewperwer a Korsîkayê bi serfiraziyên xwe yên di hilbijartinan de balê dikişîne ser xwe..Di hilbijartinên dawî de, cara yekemîn siyasetmedarekî welatparêz a Korsîkî ji bo senatoya Fransayê hat hilbijartin.. Ev encam dilê endamên doza serxwebûna Giravê xweş kir û li Korsîkayê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.. …

Read More »

Giraveke Solomonê referandûma serxwebûnê li dar dixe

Çîn ji bo pêşî li dîplomasiya Taywanê bigire demeke dirêje bernameyekê li ser vê mijarê dimeşîne..Di vê çarçoveyê de heta niha bi sozên alîkariya aboriyê hin welat hatine qayilkirin..Yek ji wan jî Giravên Solomon bû ku di encama hevdîtinên bi Çînê re têkiliyên xwe ji Taywanê birî.. Ev yek di …

Read More »

Îspanya terorîzma kontrayên GALê qebûl nake

Dewleta Îspanyol li dijî ETA’yê ligel hêzên ewlekariyê kontrayan jî bi kar anîEv koma kontra a bi navê GAL ku di salên 1980’an de aktîf bû, gelek welaparêzên baskê kuştin Lê digel hemû hewldanan jî dewletê bi israr naxwaze perdeya reş a li ser van bûyerên qirêj bê vekirin Hewldana …

Read More »

Înkar û radîkalîzm sebeba aloziya li herêma Pataniyê ye

Înkara Neteweyî û olî li her derê Cîhanê aramiyê ji holê radike û dibe sebeba aloziyan.Li hin welatan rêxistinên olperest vê rewşê li gorî berwejendiyên xwe bikar tînin û meseleyê bêtir giran dikin.Li başûrê Taylandê jî hema bêje heman senaryo pêk hat û ev jî bû sebaba şerekî navxweyî. Pattanî …

Read More »

Çîn pêşniyazqanûna Hong Kongê erê kir

Kongreya Neteweyî ya Çînê ku wekî parlemena vî welatî tevdigere, duh pêşniyazqanûna Hong Kongê erê kir. Ev belgeya ku di rojên dawî de bû sebeba nerazîbûn û protestoyên berfireh, destûrê dide rêvebiriya Pekînê kontrola xwe ya li ser Hong Kongê zêde bike. Bi qanûna nû, wê protestoyên aştîxwaz ên li …

Read More »

Grînland ber bi serxwebûnê ve dimeşe

Ev welatê ku ji 2 milyon kîlomêtreqareyî mezintir e, girava herî mezin a cîhanê ye. Li ser vî welatê ji berf û qeşayê pêk tê, bi tenê 56 hezar kes dijîn. Lê kêmbûna nifûsê ji bo hebûna otonomiya berfireh a vê giravê nebûye asteng. Ala Grînlandê Danîmarka, di 1979’an de …

Read More »

Toleransa Çînê ji bo serxwebûna Taywanê tune ye

Çay Îng-Wena ku di hilbijartinên serokatiyê yên dawî de bi ser ket, careke din bû seroka Taywanê. Lê dema nû ya serok Îng-Wen, bi mezinbûna aloziya bi Çînê re dest pê kir. Wezîrê Karên Derve yên Amerîkayê Mike Pompeo, di roja ewilî de ji bo serfiraziya hilbijartinê Îng-Wengê pîroz kir …

Read More »

Li Brîtanyayê kampanyaya ji bo Rojava

Komeleya Aboriya Piştgiriyê ya li Brîtanyayê, bi mebesta desteka ji bo Rojava, li ser înternetê kampanyayek da destpêkirin. Bi mebesta danasîna naverok û armanca vê kampanyaya watedar, vîdyoyeke kurt hat weşandin.  Kesên xêrxwaz bi riya malpera komeleyê https://www.crowdfunder.co.uk/water-for-rojava dikarin bi dayina ji 1 euroyî heta 300 euroyî tevlî vê kampanyayê …

Read More »

Korsîka doza mafên tenduristiyê dike

Korsîka giraveke li rojavayê Derya Spî ya bi ser Fransayê ve ye. Welatiyên li giravê ji bo otonomiyeke berfireh, demeke dirêj e li dijî Fransayê têkoşînê dimeşînin. Siyaseta neteweparêz a Korsîkayê, bi manîfestoyeke xweseriyeke xurt beşdarê hilbijartinên herêmî yên 2017’an de bûbûn û di meclîsa Korsîkayê de piraniya kursiyan bi …

Read More »

Federaliya alman ji jakobeniya fransî serkeftîtir e

Ji bilî plûralîzma di warê biryara siyasî de, li Almanyayê derfetên xizmetên tenduristiyê jî di nava eyaletan de bi denge û wekhev hatine parvekirin. Tora enstîtuyên lêkolînên zanistî û zanîngeh di dewsa ku li çend navendên mezin kom bibin, li her aliyê welêt belav bûne. Li cîhanê belavbûna korona di …

Read More »

Arjantîn modela siyasî nîqaş dike

Serokê Arjantînê Alberto Fernandez ragihand, pêdiviya welatê wî bi pêşdebirina federalîzmê heye. Fernandez diyar kir, bi modela heyî ya federal ew nikarin bi krîza koronayê re bi awayekî kêrhatî têkoşînê bikin. Alberto Fernandez Li gorî serokê Arjantînê, piraniya hebûna welêt li paytext Bûenos Aîresê tê xerckirin û di encama vê …

Read More »

Neteweperestiya Hînd û Betalkirina Statuya Keşmîrê

Keşmîr welatekî berfireh e ku di navbera 3 dewletan de hatiye parvekirin. Parçeya herî mezin ku ji % 43’ê erdên welêt pêk tine, di bin kontrola Hîndîstanê de ye. Pakîstan ji % 37 û Çîn jî ji % 20’ê Keşmîrê kontrol dike. Hîndîstan xwedî cîhêrengiyeke pir mezin a etnîk, olî …

Read More »

Li Fransayê Serfiraziya dîplomasiya katalan

Dîplomasiya Katalonyayê ya ji bo teşhîrkirina kiryarên dewleta îspanyol, li Ewrûpayê pêş de diçe. 52 parlementerên fransewî, bi nameyekê bang li Îspanyayê kirin ku rêzê ji mafên demokratîk re bigire. Parlementerên ku ji grûbên partiyên çep bigire heta partiyên rasta navendê ne, di nameya xwe de diyar kirin, nûnerên meşrû …

Read More »

Îspanya dixwaze dîplomasiya katalan asteng bike

Wezîrê Derve yê Îspanyayê Josep Borrell diyar kir ku ew ê li hember vekirina delegasyonên katalan ên li derveyî welat têkevin nava hewldanan. Wezîrê îspanyol da zanîn ku nûnertiyên katalan “bi awayekî eşkere xisarê didin berjewendiyên Îspanyayê.” Wezîr vê daxuyaniyê piştî daxuyaniya hikumeta katalan a di derbarê vekirina delegasyonên nû …

Read More »

Îskoçya

Profîl Nifûs: 5,200,000 (2018) Berfirehbûn: 78,782km2 Paytext: Edinburg Ziman: Îngilîzî, galîkî (% 96,8 îngilîzî, % 1,3 galîkî, skotî % 1,9) Destpêka xweseriyê: 1999 Berfirehbûna serdestiya îngilîz a ber bi bakur ve bi sedan salan dom kiriye û piştî şerên domdar ên di navbera her du aliyan de Îskoçya bi Îngilîstanê …

Read More »

Îrlandaya Bakur

Nifûs: 1,810,863, (2011) Berfirehbûn: 14,130 km2 Paytext: Belfast Ol: Protestan % 48, katolîk % 45 (2011) Ziman: Îngilîzî (% 96.5, îrlandî % 3.7) Destpêka xweseriyê: 1998 Bi Qanûna Îrlandaya Bakur (1998) li Îrlandaya Bakur herêmek xweser hat damezrandin û gelek hêzên ji bo xwerêvebirinê transferê rêvebiriya herêmî hatin kirin. Li …

Read More »

Grondland

Profîl Nifûs: 55,877 (2018) Berfirehbûn: 2,166,086 km2 Paytext: Nuuk Zimanê fermî: Grondlandî Destpêka xweseriyê: 1979 Kurtedîrok Grondland bi erda xwe ya di ser 2 milyon  km2 re girava herî mezin a cîhanê ye. Li ser vê erda berfireh miletek otokton ê bi navê inuit dijî. Inuit ji bilî Grondlandê, li …

Read More »

Tîrola Başûr

Profîl Nifûs: 530,000 (2018) Berfirehbûn: 7,399.97 km2 Paytext: Bozen/Bolzano Ziman: Almanî, îtalyanî, ladînî (% 62.3 almanî, % 23.4 îtalyanî, % 4.1 ladînî) Destpêka xweseriyê: 1948 Kurtedîrok Tîrol herêmek li rojhilatê Çiyayên Alp e ku di navbera Awistirya û Îtalyayê de hatiye parvekirin. Tîrola Başûr piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi Îtalyayê …

Read More »

SNP li Îskoçyayê bû partiya yekemîn

Partiya îskoç a serxwebûnxwaz SNP (Partiya Neteweyî a  Îskoç) di hilbijartinên ji bo Parlamentoya Yekitiya Ewrûpayê û  lokal de serkeftinek bi dest xist. Partiyê li Îskoçyayê ji %38’ê dengan girt û bû partiya yekemîn. Serkeftina hilbijartinê SNP’ê carek din jî nîşan dide ku welatiyên Îskoçyayê bi giranî hem alîgirê serxwebûna …

Read More »

PNV û EH Bildu di hilbijartinên li Baskê de bi ser ketin

PNV (Partiya Neteweperest a Bask) di her sê hilbijartinên sê herêmên Baskê (Gipuzkoa, Bizkaia û Araba/Alava) bû partiya yekemîn. Herwiha heman partî li paytextên van her sê herêman şaredariyan bi dest xist. Di hilbijartina lokal de PNV bi 408.462 dengan, ji % 36,24’ê dengan bi dest. Bi vê encamê partî …

Read More »