Çandiniya organîk ji Lîcê dest pê dike

 

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zirara çandiniya konvansiyonel dide tenduristiya mirovan daxîne asta herî jêr, xebatên çandiniya organîk ji Licê dan destpêkirin. Şaredariya me li Licê ser 3 hezar û 400 donim zeviyê nimûne girt, ger encamên wê bi erênî bin dê dest bi çandiniya organîk bike. Di çarçoveya projeyê de dê li Licê û navenda Amedê bazara berhemên organîk bête avakirin.

Serektiya Daîreya Xurtkirina Aboriya Xwecihî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo piştgiriya çandiniya organîk bike û wê berbelav bike ji 7ê kewçêrê ve ye li Licê xebatên xwe dimeşîne, qonaxa pêşîn a vê xebatê gihîşt encamê.

Ekîbên Serektiya Daîreya Geşkirina AboriyaXwecihî li gundên Duralan û Duru yên Licê nimûneya axê ku hilandibû analîz kir û piştre li 21 gundên Licê ser aqarekî 3 hezar û 400 donimî ji 320 cihên cuda cuda nimûneya axê wergirt. Nimûne ji Laboratuara Navenda ARGE a Fakulteya Endezyariya Zanîngeha Yeditepe ya Stenbolê re hatin şandin, ger ku encamên analîza van nimûneyan erênî derkeve dê xebat li Licê bêne destpêkirin. Di pêla ewil de dê riwekên salane (fêkî û dexl) bêne çandin û pê re jî dê dest bi çandina mêweyan bête kirin.

Koordînatorê Projeyan ê Serektiya Daîreya Geşkirina Aboriya Xwecihî Menaf Şeker, der barê mijarê de agahî dan û aşkere kir ku li herêmê çandiniya konvansiyonel tê kirin, ji ber vê yekê jî xweristiya avê xirab dibe û berê jê derdikeve jî baş nîn e. Şeker, da zanîn ku wek Şaredariya Bajarê Mezin ji bo çandiniya organîk projeyên wan hene û got, ew vê projeyê bi Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê û Şaredariya Licê re bi hevparî dimeşînin. Şeker aşkere kir ku çandiniya organîk mimkûn e, bi vê çandiniyê dê dahata cotyaran jî bermişe bibe û got, bi vê projeyê re ew ê ber û berhemê baş bigihînin ber destê xelkê.

Sala 2016’an xebata ewil tê kirin

Şeker daxuyand ku qonaxa ewşl a projeyê ku nimûneyê ji zeviyê wergirin wan bi dawî aniye û weha axivî: “Dê analîza vê axa nimûne bête kirin. Paşî dê zeviyên guncav bêne neqandin û cotyar bêne destnîşankirin.” Şeker da zanîn ku armanca duyem a projeyê, plansaziya deverên ku dê çandiniya organîk lê were kirin bête danîn û qonaxa sêyem û çarem jî ew e ku cotyarên ku dê vê çandiniyê bikin bête perwerdekirin û ji bo wan ger û geşt û konferansên têkildarî mijarê bêne lidarxistin. Şeker aşkere kir ku hedefa wan a dawîn jî ew e ku sala 2016an ser 50 hektarî çandiniya organîk a nimûne bête kirin û got, “Li gorî vê encamê ew ê li tevahiya bajêr şaredarî stratejiyeke nû ji bo çandiniya organîk deyne ber xwe.”

Pêvajoya çandiniya organîk sê salan digire

Şeker bal kişand ku ger çandiniya heyî berdewam bike gelek cihên çandiniyê dê betal bibin û got, divêt miheqeq mudaxele li vê yekê bête kirin. Şeker aşkere kir ku bi vê projeyê rêveberiyên xwecihî mudaxele li rewşa heyî kiriye û bal kişand ku cihbicihatina çandiniya organîk maweyê 3 salan dikêşe. Yanî ger encamên nimûneya me erênî be heta sê salan em ê bi tevayî derbasî çandiniya organîk bibin.

Li Amed û Licê bazarên berhemê organîk

Şeker da zanîn ku bi encama vê xebatê ew ê nexşeya zeviyên bi kêrî çandiniya organîk tên û bi kêr neyên derxin û piştî berhemdana vî karî ew ê li Licê û navenda Amedê bazara berhemên organîk saz bikin. Şeker aşkere kir ku dekakê li van zeviyan tê çandin û hilanîn ew ê li van bazaran bifiroşin.

Jêder: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …