Burkina Faso: Xeyaletê ‘Che Guevarayê Afrikayê’

 

Di saetên ewilî yên şeva 1987’an de, yek ji lîderê herî ciwan ê Afrîkayê Thomas Sankara hat qetilkirin û bi awayekî  bêdeng û bilez di goreke ne kûr de hat veşartin.

Niha parlamentoya zilamê ku ji aliyê gelek kesan ve tê bawerkirin ku li paş vê bûyerê ye ango serokê Burkîna Fasoyê,  ji aliyê protestovanên bihêrs ku dixwazin ew dev ji kar berde, hat şewitandin.

Gelek protestovan dibêjin ku dîroka kuştina lîderê salên 1980’an, bi awayekî qismî ji wan re bûye îlham ku li dijî Blaise Compaoreyê ku 27 sal in li ser kar e û xwest ku bi dengdayina di parlementoyê de pênc salên din jî li ser kar be, serî hildin.

Di dema kuştina wî de Sankara 37 salî bû û bi tenê çar sal welat bi rê ve biribû. Kuştina wî ji dema ku vî neteweyê ji Fransayê serxwebûna xwe bi dest xistibû û heta niha derbeya pêncemîn bû û kesên ku ji vê feydeyê dît Compaoreyê ku bilez dewsa wî girt, bû.

Digel ku niha xizanî ji berê kêmtir bûye, di salên dawî de her ku diçe hejmareke zêdetir bûrkînayî difikirin ku polîtîkayên netewîkirinê dibe ku bi awayekî bi îstikrar welatê qerac roja îro bêtir zengîn kiribe û li ser lingê xwe dabe sekinandin.

“Sankara Bûrkîna Fasoyeke pêş de diçe ku di dewsa alîkariya biyanî de xwe spartiye çavkaniyên lokal ên însanî û xwezayî xwest” dibêje profesorê aboriyê Noel Nebie ji El Cezîreyê re.

Sankara navê welatê ku ji ber çemê Voltayê wekî Komara Voltaya Jorîn dihat naskirin, kir Bûrkîna Faso ku tê wateya Erdê Gelê Serbilind û wî paşê wî navî kir sembola seferberiya netewîkirina xwe.

Îsmaîl Kaboreyê 47 salî yê parêzerê kevn ku li Ouagadougouyê dijî, ji El Cezîreyê re dibêje ku “Di destpêkê de navê Bûrkîna Fasoyê ecêb bû û ji navên modern û biyanî yên welatên din ên Afrîkayê cûdatir bû.”

“Lê paşê wan piştî mirina wî fam kir ku Sankara xwestiye nasnameyeke yekta û taybet ku dîroka me nîşan dide û karaktera me tarîf dike, bide me.

1084px-Burkina_Faso_in_Africa.svg copy

Sankara pan-Afrîkanîstekî bibiryar bû ku polîtîkayên wî yên ji bo derve bi giranî li ser antî-emperyalîzmê hatibû damezrandin. Hikumeta wî alîkariya biyanî red kir û hewl da ku bi riya qebûlkirina polîtîkayên kêmkirina deynan û netewîkirina hemû erd û zengîniya mîneralan, bandora Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Bankeya Cîhanê li welat bi dawî bike.

Polîtayên têrkirina ji bo xwe û reformên axê ji bo şerê li dijî xelayê hatin dîzaynkirin, kampanyaya xwendin û nivîsandinê ya neteweyî hat destpêkirin û ji malbatan hat xwestin ku derziyan li zarokên xwe bixin.

Sankara gelek caran wekî “Che Guevarayê Afrîkayê” dihat binavkirin, ji ber ku wî bi awayekî rêk û pêk gotinên Che Guevara dûbare dikir û digot ku ew di bin tesîra lîderê şoreşger ê navdar ê cîhanê de ye.

Bi awayekî balkêş û tirsnak, bi tenê hefteyekê beriya kuştina wî ku herwekî hîs bike wê çi bê serê wî, Sankara gotibû: “Şoreşger dikarin wekî kes bên qetilkirin lê hûn nikarin ramanan bikujin.”

—————

Gotar ji aliyê Kingsleu Kobo ve hatiye nivîsandin û ji îngilîzî hatiye wergerandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …