Breton ji Fransayê daxwaza xweseriyê kirin

 

 

Tevgera breton a Kumên Sor ji bo Bretonyaya pêşerojê yazdeh daxwazên din ji hikumeta fransewî kirin. Endamên tevgerê ji Serokomarê Fransayê François Holland daxwaz kirin ku ji bo li pêşniyazên gelê breton guhdar bike, were Bretonyayê.

Nêzîkî 3,000 endam û alîgirên Tevgera Li Bretonyayê Bijî, Biryarê Bide û Bixebite ku wekî Kumên Sor tên naskirin, bi armanca pêşkêşkirina daxwazên ji bo xweseriyeke berfireh, di 9’ê Adarê de li Morlaixê kom bûn. Di civîna berfireh de encamên 15,000 daxwazên ku ji aliyê komîteyên lokal di her sê mehên zivistanê de hatibûn berhevkirin, hatin analîzkirin.

Tevgerê paşê ji Fransayê xwest ku statuya fermî ya zimanê bretonî nas bike, herêm bikaribe biryarên xwe yên polîtîk bide û derfetên ji bo avakirina medyaya Bretonyayê bê naskirin. Di dosyaya ku di heman rojê de ji aliyê tevgerê hat weşandin de nêrînên komîteyên lokal ên tevgerê yên di derbarê xweseriya herêmê de cî girtin. Di nava van nêrînan de berhevkirina bacê û meşandina perwerdeyê ji aliyê herêmê, damezrandina parlamentoyeke breton a xwedî hêzên qanûnçêkirinê, damezrandina bankeyeke breton û % 30 berfirehkirina butçeya Bretonyayê balê kişandin.

Logo-Bonnets-rouges2

Yek ji daxwaza bingehîn ê tevgerê jinûveyekbûna hemû erdên Bretonyayê ye. Li gorî tevgerê divê di çarçoveya Bretonyaya yekbûyî de departmana (wîlayet ) Nantesê a  Loire-Atlantique ku di dîrokê de parçeyeke Bretonyayê bûye, dîsa tevlî Bretonyayê bibe.

Mijara jinûveyekbûna Bretonyayê piştî ku Serokomarê Fransayê Holland projeya serokomarê beriya wî  ya ji bo reorganîzekirina herêmên Fransayê xist rojevê, carekê din derket holê. Holland dixwaze jimara herêmên heyî yên Fransayê daxe 15 herêmên mezintir. Di vê çarçoveyê de ji bo gelek herêman planên reorganîzasyonê tên pêşxistin.

Li gorî planekê, departmana Nantesê ya ku breton xwedîtiyê lê dikin, dikare bi Bretonyayê ve bê girêdan. Lê li gorî planeke din jî Bretonya, Pays de Loire û Poitou-Charentes wê di bin banê herêma Rojavaya Mezin de bibin yek. Ji ber ku di nava vê herêmê de wê daxwazên ji bo xweseriya Bretonyayê têk biçin û nasnameya breton qels bibe, neteweperestên breton li dijî vê planê radiwestin.

Çavkanî: Nationalia.info

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …