Brazîlî Bolsonaro hişyar kirin

Li Brazîlê Jair Bolsonaro dibe  sebeba krîzên siyasî û civakî

Karker, xwendekar, hunermend û karsazên brazîlî bi çalakiyeke girseyî hişyarî dan serokê welêt

Ciyê çalakiyê dawî ya li dijî Bolsonaro dibistana hiqûqî ya li bajarê Sao Paoloyê bû.

Beşdarên çalakiyê nameyeke ku tê de Bolsonaro hate hişyarkirin ji raya giştî re xwendin.

Di nameyê de ji Bolsonaro hate daxwazkirin hurmetê ji encamên hilbijartinan re nîşan bide.

Nameya wekî manîsfestoyeke siyasî bû, ji aliyê 900 hezar kesan ve hate îmzekirin.

Jair Bolsonaro JI 2018’an û vir ve serokê Brazîlê ye

Li Brazîlê wê di 2’yê cotmehê de hilbijartinên parlemen û serokatiyê bi hev re bên lidarxistin.

Anketên dawî nîşan didin, Bolsonaro vê carê wê nikari be bê hilbijartin.

Li gorî pisporên siyasî, Bolsonaro ji bo rê li ber têkçûna xwe bigire dikare darbeyeke leşkerî organîze bike.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …