Brandon Scott li Baltîmorê bû hêviya civaka afro-amerîkî

Bajarekî pîlankirî û xweş, avahiyên bilind ku zengîniya aboriyê yên Amerîkayê temsîl dikin û rê û kolanên paqij ku berûberê hev dirêj dibin….

Ev der bajarê Baltîmorê ya li eyaleta Marylandê ye.

Lê divê mirov bi vê dîmenê ewil ê halxweşiyê nîşan dide, nexape.

Li taxên dûrî navenda bajêr ku herî zêde afro-amerîkî lê dijîn, rewşeke kambax heye.

Baltimore

Li van kolanên wêranbûyî asta xizaniya welatiyan ji ya welatên herî xizan ên Afrîkayê jî zêdetir e.

Helbet di pêkhatina vê xizanî û sefaletê de ligel polîtîkayên Washintonê, kiryarên şaredariyê jî diyarker in.

Namzetekî afro-amerîkî yê ji Baltîmorê ku beşdarî hilbijartina şaredariyê dibe, dibêje xizanî ne qeder e.

Bernameya Brandon Skott

Brandon Skot ê di heman demê de serokê Meclîsa Bajêr ê Baltîmorê ye dide zanîn, eger ew bê hilbijartin ew ê dawî li polîtîkayên cudaxwaz ên şaredariyê bîne.

Lê helbet bernemaya namzetê afro-amerîkî ne tenê di derbarê xizanî û cudaxwaziyê de ye.

Skot dibêje, sîstema heyî ku erkeke mezin dide destê şaredar divê bê guherandin û erkên şaredar bên kêmkirin.

Namzetê afro-amerîkî, ji bo bilindkirina asta demokrasiya xwecihî, dixwaze çerxa butçeya beşdar bi pêş bixe.

Di çarçoveya vê çerxa demokratîk de, welatî dikarin bi civînên li taxan tevlî amadekirina butçeya bajêr bibin.

Li Baltîmorê taxên afro-amerîkiyan

Anket Scott li pêş nîşan didin

Hilbijartina li Baltîmorê 3’yê mijdarê ligel hilbijartina giştî ya Amerîkayê wê bê lidarxistin.

Sondajên hilbijartinê nîşan didin, rêjeya welatiyên wê dengên xwe bidin Scott digihîje ji sedî 15’an.

Civaka afro-amerîkî û dildarên demokrasiya xwecihî hêvî dikin rêjeya dengên ji bo Skott zêde bibe û li dîroka demokrasiya bajêr rûpelekî nû zêde bibe.

infowelat.com

Li vê jî binêre

“Türkiyelileştiremediklerimizden misiniz?”

Divê em bipirsin ka çima xema pirdengî ya ku li ser van civakan nayê ferzkirin …