Bouganville di 2019’an de referandûma serxwebûnê li dar dixe

Roja referandûma serxwebûnê ya Bouganvilleê ya girêdayê Papûa Gîneya Nû (PGN) hat diyarkirin. Hikumeta xweser û hikumeta ya PGN’yê li hev kirin ku referandûm di 15’yê Hezîrana 2019’an de bê lidarxistin.

Lidarxistina referandûmeke li herêmê di peymana 2001’an de ya di navbera Bouganvilleê û PGN’yê de hatibû qebûlkirin. Di dawiya salên 1980’an de di navbera çekdarên alîgirê serxwebûnê (BRA) û hêzên dewletê de pevçûn dest bê kiribû. Peymana aştiyê dawî li pevçûnê anîbû û xweseriyeke bisînorkirî ya Bouganvilleê hatibû damezrandin. Bi peymanê hatibû qebûlkirin ku referandûma ji bo serxwebûnê di navbera salên 2015-19’an de bê lidarxistin. Hikumeta PGN’yê li xwe girtibû ku lêçûyinên referandûmê di butçeya 2017’an de bi cî bike.

Serokê Herêma Xweser ê Bouganvilleê John Momis di derbarê mijarê de got ku diyarkirina dema referandûmê wê bêaramiya li herêmê kêm bike û pêvajoya bêçekbûna hêzên serhildêr bide destpêkirin.

Li gorî peymanê hikumeta PGN’yê ne mecbûre ku encamên referandûmê qebûl bike û li gorî wê tevbigere. Çavdêr di derbarê vê mijarê de didin zanîn ku bi îhtimaleke mezin alîgirên serxwebûnê wê di referandûmê de bi ser kevin û eger vê encamê ji aliyê hikumetê neyê naskirin wê li herêmê bêaramî zêde bibe.

Papûa Gîneya Nû welateke li Okyanûsa Pasîfîkê ye û ji sedan giravan pêk tê. Li welat 800 ziman tên axaftin û li çend herêman daxwaza xweseriyê tê kirin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê

Amadekar: Necat Ayaz Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera …