Boris Johnson îstifa kir

A.Rahman Çelîk

Li hukumeta Brîtanyayê pêla îstifayan didome.

Piştî Wezîrê Darayî û Wezîrê Tendurustiyê, hejmara kesên îstifa kirin di navbera 24 saetan de ji 50 derbastir kir.

Li ser vê yekê, muxalefetê û partiya serokwezîr Borîs Johnson zor dan wî ku îstifa bike.

Johnson ji dêvla ku îstifa bike, ling danî erdê, got wê dev ji wezîfeya xwe bernede.

Paşê, li şûna Rishi Sunak, Nadhim Zahawî anî ser kar.

Riya ber bi îstifayê

Bi dûv vê re, Nadhim Zahawî jî bi nameyeke tûj banga îstifayê li Johson kir û jê re got “êdî wextê çûnê hat.”

Li pey vê nameyê, çapemeniya Brîtanyayê ragihand ku Johson qebûl kiriye ew ê îstifa bike.

Duh Johnson ji serokatiya Partiya Muhefezekar îstifa kir.

Dûre derket pêşberî çapemeniyê û got; wê di demeke nêz de lîderê nû hilbijêrin.

Di vê navberê de jî heta kesekê nû neyê hilbijartin, wê Borîs Johnson serokwezîriyê bidomîne.

Çapemeniya brîtanî ev çend roj in krîza hukumetê nîqaş dikir. Îstîfaya Johnson di çapemeniyaê de ciyekî berfireh girt.

Hêjayî gotinê ye Boris Johnson sala 2019’yan li pêyî îstifaya serokwezîra berê Theresa May, hatibû ser kar.

Johnson di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de soz dabû ew ê Brîtanyayê ji nav Yekîtiya Ewrûpayê derxe.

Nîqaşên li ser Breksîtê û helwesta Johnson, partiya Muhefezekar li Brîtanyayê kiribû partiya yekem.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …