BJP Keşmîrê tev dide

Di salvegera Şerê Kargilê de li Keşmîrê çalakiyeke xetere hate lidarxistin

Partiya netewpereestiya hîndû BJPê îmzeya xwe avêt binê vê çalakiyê

Alên kesk, sor û spî yên Hîndistanê û bi sedan ajovanên fanatîk ên motoksîkletan…

Li Srînagara li paytexta Keşmîrê ku navenda aloziya ne çalakiyeke nîqaşbar hate lidarxistin.

Berpirsê vê çalakiyê partiya li ser kar a Hîndistanê BJP’ê bû.

Di salvegera Şerê Kargîlê de BJPê li bajêr pêşbaziyeke motorbisiklêtan li dar xist.

Armanc ji vê pêşbaziyê ev bû, leşkerên di şerê Kargîlê de jiyana xwe ji dest dane bên bibîrbînin.

Srinagar, wekî keleya tevgera serxwebûnxwaz a Keşmîrê tê naskirin.

Lewma jî çalakiya dawî, wekî kiryareke xetere ya sorkirina tevgera serxwebûnê tê qebûlkirin.

Şerê Kargilê

Şerê Kargîlê, di 1999’an de, bi binpêkirina sînorên Keşmîrê ya ji aliyê Pakistanê ve dest pê kiribû.

Keşmîr ji aliyê Hîndistan, Pakistan û Çînê ve hatiye dagirkirin. Parçeya herî mezin a welêt di bin kontrola New Delhiyê de ye.

Hîndistan bi hinceta parastina sînorên Keşmîrê, êrişî Paksitanê kiribû û pevçûnên dijwar bi qasî 3 hefte dom kiribûn.

Li gorî agahiyên fermî, di encama şer de li derdora 500 leşkerên Hîndistanê û ji 2 hezarî zêdetir leşkerên Pakistanê hatin kuştin.

Şer bi serkeftina leşkerî ya Hîndsitanê bi dawî bû û Kargîl ket destên Hîndistanê.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …