Biryarên Giştî yên UNPO’yê hatin eşkerekirin

 

 

Di roja dawiyê ya Asambleya Giştî ya XII. a UNPO’yê (Rêxistina Netewe û Gelên NayênTemsîlkirin) de Biryarên Giştî hat girtin û serokatiya nû hat hilbijartin.

Civîna ku di 4’ê Tîrmehê de li Parlamentoya Flaman a li Brukselê hat lidarxistin bi pêşkêşkirina pêşniyazbiryara ji aliyê Komîteya Pêşnûmayê hatibû amadekirin, dest pê kir. Di vê civînê de pêşniyazên endamên rêxistinê hatin girtin û bi vî awayî belgeya dawî derket holê.

Biryarên Giştî ku ji 12 xalan pêk hat bi kurtahî wiha ne:

  • Bang li rêxistinên navneteweyî hat kirin ku rêzê ji mafên diyarkirina qederê ya hemû neteweyan re bigire.
  • Binpêkirinên mafên mirov (girtin, îşkence, windakirin, kuştinên faîlên wê ne diyar, cûdakarî) ên li dijî endamên UNPO’yê hatin şermezarkirin.
  • Bi riya qanûnên antî-terorê ku bi awayekî giran azadiya şexsî bi sînor dike, darizandina endamên UNPO’yê hat şermezarkirin.
  • Kêmasiya daxwaza polîtîk a endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên ji bo parastina xwezayê hat şermezarkirin.
  • Hat eşkerekirin ku beşdariya nûnerên neteweyên bê dêwlet ên ji bo civînên NY’yê yên li ser mafên mirov tê redkirin.
  • Bang li civaka navneteweyî hat kirin ku dewletên de facto wekî dewletên serbixwe nasbike.
  • Bang li rêxistinên pêwîst û endamên NY’yê hat kirin ku çand û zimanên kêmaran biparêzin.
  • Bang li dewletan hat kirin ku erdên gelên xwecî demîlîtarîze bikin, dawî li polîtîkayên koçkirina nîfûsa wan bînin û koçber ji nû ve li ser axa wan bi cî bikin.

Piştî qebûlkirina wersiyona dawî ya Biryara Giştî, ji bo endamtiya Dîwana Serokatiya nû vê lîsteyê hat pêşkêşkirin: Tîbet, Taywan, Tirkîstana Rojhilat, tatarên Kirimê, Kurdistana Îranê, gelê afrîkaner, Khmer Krom, Oromo û Papûaya Rojava. Ji ber ku lîsteyeke din a alternatîf derneket, navên hatin pêşniyazkirin bi piraniya dengên endaman hatin hilbijartin. Paşê, nûnerê Belûcîstana Rojava Nasser Boladai wekî serok û Abdirahman Mahdi yê ji Ogadenê (Etiyopya) wekî cîgirê serok hatin hilbijartin.

Di rûniştina piştî nîvro de Dr. Fiona McConnellê ji Zanîngeha Oxfordê di derbarê hevkariya zanîngehê û UNPO’yê de axaftinekê kir û got ku wê di 2015-2016’an de hemû endamên UNPO’yê bikaribin beşdarê bernameya bi navê “Hîndekariya dîplomatên ji neteweyên nayên temsîlkirin: Avakirina kapasîteya ji bo lobiya bi tesîr a di NY’yê de”  bibin.

 

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …