Bircên Mologa 900 sal şûn de ji bin avê bilind bûn

Encamên hilweşîna Ekolojiyê ya di dema Sovyetê de pêk hatiye bi salane li gelek aliyên Rûsyayê derdikevin holê

Ev dewleta ku qaşo xwe li hember kapîtalîzmê alternatîf nîşan dabû, bi projeyên dêwane zirareke mezin da çavkaniyên avê, erdên li ber û mîrateya dîrokî ya welêt

Di dema Sovyetê de bendavên pir mezin hatin çêkirin û bi milyonan donim erd tevlî mîrateya xwezayî û dîrokî di bin avê de man.

Yek ji wan mîrateyên di bin avê de winda bû, bajarekî dîrokî yê li herêma Yaroslawê ye…

Bajarê Mologa yek ji navendeke dîrokî Rûsyayê ku 900 sal berê hatiye avakirin.

Ev bajar, di sedsala 13. de ji ber ciyê xwe yê stratejîk bûye navenda Prensiya Yaroslavê.

Dêreke Mologayê ya derket ser avê

Lê rêvebiriya Yekitiya Sovyetê di 1935’an de biryar daye, li vê deverê bendavekê çêbike.

Bendava Rîbînskî ku bi hecma xwe ecêb mezin bûye, di sala 1940’an de bi dawî bûye û paşê gav bi gav bi ava Volgayê tije bûye.

Û ava ku berdewam bilind bûye, bi demê re bajarê Mologa jî daye ber xwe.

Di demeke kurt de, ev navenda kevn a Serdema Navîn tevlî manastir, bi dehan dêr û berhemên din ên dîrokî ji rûyê dinyayê winda bûye.

Tevlî Mologa, 700 gundên li derdorê jî di bin avê de mane û 150 hezar welatî mecbûr mane terka erdên bavûkalan bikin.

Bajarê kevn ê Mologayê

Lê ji vir çend sal berê, bûyereke nedîtî pêk hat û bajar careke din derket ser rûyê cîhanê.

Ji sala 2014’an û vir ve, ava bendavê gelekî kêm bû û ev jî bû sebeb, ev bajarê ku wekî sifreyeke zengîn a dîrokê ye, careke din xwe nîşan bide.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …