Bikaranîna zarokan di şer de qedex ye

 

Konvansiyona Mafê zarokan a NY’yê roja 12’ê Sibatê roja “Zarokên Leşker” bi nav kiriye û her bi vê boneyê jî di piraniya welatan de bernameyek bi navê “Roja destên sor” tê lidarxisitn.

Li gor raporên belavbûyî, di sala 2002’an de Neteweyên Yekbûyî roja 12’ê Sibatê “roja zarokên leşker” bi nav kiriye. Saziyên Mafên Mirovan texmîn dikin ku 250 hezar zarok di 19 welatên Afrîqa, Asya û herwiha di Amerîkayê Latîn de, hîna di girûpên çekdar de weke leşker têne bikaranîn.

zarokên lesker3

Hêjayê gotinê ye ku di vê rojê de, piraniya welatan vê merasîma roja bi navê “Destên Sor” di welatên xwe de bi rê ve dibin û di vê rojê de jî piraniya çalakvanên mafê mirov û zarokan rengê sor li destên xwe didin û herwiha armanca wan dijberîkirina digel binpêkirina mafê zarokan û herwisa haydarkirin û hişyariya li hember bikaranîna zarokan di şer de ye.

Di heyama 8 salên şerê rejîma Îranê û Îraqê de piraniya ciwanên ku temenê wan jêr 18 saliyê de bû di saziya terorîstî ya Spaha Pasdaran de dihatine bikaranîn û heyanî niha jî di dibistanên Îranê de meşqên leşkerî didin zarokan.

Jêder: Kurdistanmedia.com

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …