Bihêlin bila Somalîland ji bo qedera xwe biryarê bide

 

 

Li herêma guherînbar a rojhilatê Afrîkayê bûyera serfiraziyê ya herî girîng û kêm li ser hatiye sekinandin a bîst salên dawiyê pêkhatina Somalîlandê ye. Somalîland ku li bakurê Somaliyê cî digire, cara pêşiyê di 1991’an de, piştî hilweşîna hikumeta leşkerî ya Sîad Barre serxwebûna xwe îlan kir. Paşê, di Gulana 2001’an de serxwebûna wê bi riya referandûma li welat ku tê de ji % 97.1’ê hilbijêran di lehê xweseriyê de dengên xwe dan, hat erêkirin.

Ji wê deme û şûn ve Somalîland bi nifûsa xwe ya li derdora 3,5 mîlyonî hilbijartinên azad li dar xist, destûreke bingehîn amade kir û aştî û îstikrareke maqûl pêk anî. Ev hemû tişt bêyî alîkariyeke mezin a biyanî pêk hatin. Û di vê 18’yê Gulanê de gelê Somalîlandê 23’emîn salvegera serxwebûna xwe pîroz kirin.

Lê digel van serfiraziyan, Somalîland hîn jî ji bo naskirina wekî dewleteke serbixwe têkoşînê dike. Bo nimûne, Rojava wekî ku berê endamên Yekitiya Afrîkayê (AU) jî wiha tevgeriyabûn, di warê naskirina Somalîlandê ya wekî dewleteke serbixwe de ne dilxwaz e. AU diyar dike ku yek ji prensîbên damezrandina rêxistinê rêzdariya ji sînorên ji dema kolonyal ve mane ye.

Bi rastî, di 2006’an de şandeyeke vekolînê ya AU’yê di 2006’an de diyar kir ku statuya Somalîlandê “di dîroka polîtîkayê ya Afrîkayê de yekta ye û mînakeke rast e” û israr kir ku “divê vê mijarê bi meseleya ‘vekirina qutîka Pandora re’ neyê têkildarkirin.”

Ji bilî vê, digel ku AU soza rêzgirtina ji sînorên kolonyal re daye jî, dîsa firsend heye ku gelê Somalîlandê ji bo pêşeroja xwe biryarê bide. Eger Brîtanya dikare referandûma ji bo serxwebûna Skotlandê qebûl bike, çima gelê Somalîlandê nebin xwediyê heman firsendê?

somaliland-map

Dem dema serxwebûnê ye

Di mehên ewilî yên îsal de, Somalîland qebûl kir ku beşdarê hevdîtinên bi hikumeta Somalîyê ku bi navbeynkariya tirkan tê lidarxistin, bibe. Lê wiha xuya dike ku wê her du alî jî bi van amûran nikaribin li ser têkiliyên xwe yên pêşerojê li hev bikin. Mogadîşû hîn jî ji xeyala ku Somalîland herêmeke di bin kontrola wê de ye bawer dike lê li aliyekî din jî Somalîland xwe xweser dihesibîne û dixwaze li derveyê kaosa li Somaliyê bimîne.

Ji vê jî wê de, têkiliyên di navbera her du aliyan de têkiliyên dijminahiyê ne. Di 1980’an de, dema ku cihêxwazên Somalîlandê ji bo veqetîna ji Somaliyê şerekî mezin meşandin, dîktatorê wê demê yê Somaliyê Sîad Barre ku piştgiriya DYA’yê werdigirt, ji bo têkbirinê bi hêza zalimane ya leşkerî nifûsa sivîl bombebaran kir. Di vî şerî de 50,000 sivîl hatin kuştin û bajarên mezin ên wekî paytexta Somalîlandê Hargeisa bi awayekî giran hat bombebarankirin.

Bi riya înkarkirina mafê diyarkirina pêşeroja xwe ya polîtîk, civaka navneteweyî jinûvezayîna vî erdî, serfiraziyên wê yên ji bo tunekirina rêbiriya deryayî û çewsandinê ku demekê bi hebûna wan dihat naskirin û ji têkiliyên wê yên xerab ên bi Mogadîşû re çavên xwe digire.

Nenaskirina dîplomatîk a Somalîlandê di heman demê de pêşketin û îstîkrara ku wê di salên dawî de bi dest xistine qels dike û ji ber ku şîrketên enerjiyê yên biyanî nikarin rasterast bi erdên ku nehatine naskirin re bazirganiyê bikin, nahêle ku ew rezervên xwe yên zengîn ên komir û petrolê bi kar bîne.

Bi rastî, gelê Somalîlandê ji bo ku ew êdî salên nezelal ên di derbarê statuya wan a wekî neteweyekê li dûv xwe bihêlin, şensê diyarkirina pêşeroja xwe ya polîtîk heq dikin. Û hewldana Somalîlandê ya ji bo serxwebûnê li ser bingeha heman prensîbên deklerasyona xweseriyê ya koloniyên di destê brîtanî û frensewî yên Afrîkayê yê salên 1960’an bilind dibe.

Piştî 23 salên ku Somalîland bi hilweşîna Sîad Barre re xweseriya xwe îlan kir, êdî dema DYA, YE û Afrîkayê ye ku gava rast bavêjin û tekane çareseriya jiyanbar qebûl bikin: Somalîlandeke serbixwe û serdest.

—————

Vê gotara ku ji aliyê Alî Mohammed ve hatiye nivîsandin, di 20.05.2014’an de di Thinkafricapress.com de hatiye weşandin. Gotar ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …