Bîafrayî ji girtina Kanu aciz in

 

 

Welatiyên li Biafraya girêdayê Nîjeryayê her ku diçe bêtir destekê didin serxwebûnê. Herêm di 1967’an de hewl dabû bibe serbixwe û li dijî hêzên dagirker 30 meh di berxwe dabû. Piştî êrîşeke xedar a artêşa Nîjeryayê serhildana Bîafrayê hatibû têkbirin.

Lîderê welatiyên Bîafrayê yên serxwebûnxwaz Kanu niha di girtîgehê de ye. Kanu roja çarşemê derket pêşberî dadgeha federal a li paytext Abujayê. Lîderê serxwebûnxwaz ji aliyê dadgehê ve bi îxanetê hat tawanbarkirin. Nnamdi Kanu di Cotmehê de hat girtin û di xwepêşandanên protestoyî yên li dijî girtina wî de pênc çalakger hatin kuştin.

Digel ku Bîafra xwedî çavkaniyên petrolê ye, ji aliyê aboriyê ve herêm xizan e. Hin kes difikirin ku xizanî reaksiyonên li dijî Nîjeryayê bilindtir dike û bingeha daxwazên self determînasyonê xurtir dike.

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …