Bîafra dîsa li ser piya ye

 

 

 

Herêma Bîafrayê Nîjeryayê piştî 50 salan carekê din bû qada protestoyên li dijî hikumeta navendî. Xwepêşandarên ku bi giranî endamê gelê îgbo ne, bi hefteyan e li kolanan daxwaza berdana siyasetmedarekî herêmê dikin.

Xwepêşandanên li Bîafrayê di cotmehê de, bi girtina berpirsê Radyoya Bîafrayê û serokê Gelê Xwecî yê Bîafrayê (IPOB) Nnamdi Kanu dest pê kirin. Di van rojan de Tevgera Pêkanîna Dewleta Bîafrayê (MASSOB) jî ku di 1999’an de hatiye damezrandin, daket holanan.

Piştî berfirehbûna xwepêşandanan, hikumeta Nîjeryayê bi mebesta vekolîna mijarê, heyeteke şand herêmê. Waliyên çend wîlayetên li herêmê jî diyar kirin ku ew ê bi mebesta çareserkirina bêaramiyê însîyatîfeke siyasî bidin destpêkirin.

biafra

 

Meseleya Bîafrayê

Gelê Bîafrayê demeke dirêje bawer dike ku li Nîjeryayê komên etnîk ên wekî haûsa, fulanî û yorûba li welat serdest in. Ev her sê kom komên herî berfireh ên li Nîjeryayê ne.

Gazineke din a gelê îgbo ev e ku hikumetê para ji petrola li erdên Bîafrayê  nade herêmê. Lê rastiyeke din jî ev e ku gelên wekî ogonî û îjaw jî li ser erdên ku petrol jê tê derxsitin dijîn û piraniya petrol li erdên van her du komên etnîk in.

Piştî derbeyên leşkerî û qirkirina gelê îgbo, li Bîafrayê şerekî dest pê kir û di navbera 1967-1970’ê de dom kir. Bîafra serxwebûna xwe îlan kir lê piraniya dewletan serxwebûna herêmê qebûl nekirin. Di şer de Nîjerya Bîafrayê dagir kir û 100,000 leşker û di navbera nîv mîlyon û 2 milyonî de kesên sivîl hatin kuştin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …