Bi hezaran kes ji bo parastina îrlandî li Dublinê meşiyan

 

 

Bi hezaran parazvanên zimanê îrlandî bi armanca hişyarkirina hikumetên Îrlanda û Bakurê Îrlandayê ya di derheqê xwedîderneketina zimanê îrlandî de, meşiyan. Di meşa ku di 15’yê Sibatê de li paytexta Îrlandayê  Dublinê hat lidarxistin de ji her du hikumetan hat xwestin ku xizmetên dewletê bi îrlandî bên dayîn.

Xwepêşandan, piştî îstifaya Komîserê Zimanê Îrlandî Sean O Cuirreain a di meha Kanûnê de, bûyera herî girîng bû ku di qada ziman de pêk hat. O Curreain di daxuyaniya xwe ya ji bo îstîfaya xwe de dabû xuyakirin ku ji ber ku îrlandî di sektora fermî de her ku diçe bêtir marjînal dibe, wî îstifa kiriye.

Tevgera Zimanê Îrlandî (Conradh na Gaeilge) ku meş ji aliyê wê hatibû birêxistinkirin, lîsteyeke ku tê de daxwazên ji bo her du hikumetên Îrlandayê hatibûn rêzkirin, weşand. Rêxistinê bi daxwazeke xwe ji Hikumeta Îrlandayê daxwaz kir ku divê xizmetên dewletê yên ji bo civaka li herêma îrlandîaxêv Gaeltachtê dijîn, bi zimanê îrlandî bê peydekirin. Di daxwazeke din jî ji Hikumeta Bakurê Îrlandayê hat xwestin ku mafên berfireh ên ji bo zimanê îrlandî hatine diyarkirin di pratîkê de bê pêkanîn.

 

Sekreterê Tevgera Zimanê Îrlandî Julian de Spainn di daxuyaniya xwe ya di derbarê meşê de anî ziman ku armanca vê meşê ev e ku komên civakê yên bi îrlandî diaxivin nedilxweşiya xwe ya ji bo nêzîkbûna li hemberê wan ku herwekî ku ew welatiyên ne esil in, nîşan bidin. De Spainn destnîşan kir ku her du hikumetên Îrlandayê jî destekê nadin parastina mafên bingehîn ên ji bo bikaranîna ziman an naxwazin di vî warî de çarçoveyeke hiqûqî ya têr amade bikin.

Li Îrlandayê mijara zimanê fermî

Destûra Bingehîn a Komara Îrlandayê diyar dike ku îrlandî “zimanê neteweyî ye” û “ zimanê fermî yê yekemîn” ê welat e. Di Destûra Bingehîn de îngilîzî wekî “zimanê fermî yê duyemîn” tê nîşandayîn. Li aliyekî din, heman Destûra Bingehîn mafê bikaranîna yek ji zimanê fermî ya ji bo xebatên dewletê dide hikumeta Îrlandayê. Ji ber ku îngilîzî hema hema ji aliyê hemû civaka îrlandayê ve tê bikaranîn û hikumet îngilîzî wekî zimanê xebata qada fermî hiljartiye.

Çavkanî: Nationalia.info / Independent.ie

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …