Bi dûblajê xizmetê ji zimanê xwe re dike

Zimanên gelên xwecî yên Kanadayê li hember belavbûna îngîlîzî û fransî demeke dirêje bingeha xwe ya di civakê de winda dikin. Bi mebesta parastina van zimanan, di asta lokal de gelek hewldan tên kirin. Hin ji van hewldanan dûblaja fîlman e ku ji bo parastina ziman girîng tê hesibandin. Xortekî endamê gelê xwecî yê bi navê Westin Sutherland ê ji eyaleta Manîtobayê bi zimanê xwe yê dayikê karê dûblajê dike û berhemên xwe li ser înternetê bela dike.

Westin Sutherlandê 18 salî endamekî gelê ojibwe ye. Ev gel jî wekî gelên din ên xwecî Neteweyên Yekemîn ê Kanadayê tê hesibandin. Sutherland piştî destpêkirina fêrbûna zimanê xwe yê dayikê girîngiya dûblajê ya ji bo parastina ziman fam kiriye bi zimanên anişinaabemowîn û cree dest bi dûblaja fîlmên karton ê populer kiriye.

Sutherlandê ciwan, di derbarê çîroka xebata xwe de wiha diaxive: “Endamên çand û zimanên mezin bi hêsanî dikarin bernameyên tvyê, pirtûk û her tiştên din bi zimanê xwe bibînin. Ez lê hay bûm ku bi zimanê min bi rastî jî tiştekî tuneye. Min ji dengê bi zimanê xwe hez dikir. Min dixwest vî dengî bibihîzîm, vî dengî di jiyana rojane de bibihîzîm, vî dengî di rewşên taybet de bibihîzim”.

 

Parazvanê ciwan ê kanadayî dide zanîn ku ew bawer dike ku berhemên wî wê alikariya parastina ziman bike û herwiha bibe sebeb ku zimanê wî bêtir bi xwe bawer bibe. Sutherland heta aniha dûblaja hemû beşên fîlmên karton ên wekî Sailor Moon û Proud Family bidawî kiriye.

Zimanên xwecî yên Kanadayê

Serjimara 2016’an nîşan dide ku li Kanadayê 70 zimanên xwecî tê axaftin û li seranserê welat 250,000 kes bi awayekî herikbar van zimanan diaxivin. Ji 2006’an û vir ve lli welat hejmara axêverên van zimanan diaxivin ji % 3 zêdetir bûne.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …