Bêyî erda me em nabin gel: Li Hondurasê parastina erd û çavkaniyên xweciyan

 

 

Em li perava Okyanûsa Atlantîkê ya Hondurasê dijîn. Em, ji pêşiyên afrîkayî û mirovên xweciyî ku 200 sal berê ji girava San Vicenteyê hatine, pêk hatine. Bêyî erda me em nabin gel. Erda me û nasnameya me ji bo jiyana me tiştekî jiyanî ye û herwiha ava me, daristanên me, çanda me, tiştên me yên hevpar jî wiha ne. Ji bo me, têkoşîna ji bo erda me, hebûna me ya hevpar û çavkaniyên me yên xwezayî bi armanca ku em xwe wekî gelekî biparêzin, xwedî girîngiyeke sereke ne.

Gelê Garîfûna, ji bo şêweya jiyana xwe di 2004’an de ji aliyê UNESCO’yê parçekeye Mîrateya Mirovahiyê hat deklere kirin. Em nizanin wateya vê tam çi ye lê qasî ku em dizanin ev, diyar dike ku divê dewlet ji bo parastina nasnameya gelê Garîfûna têkeve nava tevgerê.

miriam_miranda

Li Hondurasê, bi armanca ku ji bo biyo-sotemeniyê palmiyeya afrîkî tê de deynin, erdê ku me ji bo çandiniya fasûle û birincê bikardanî ji me distînin. Armanc ev e ku hilberîna xurekên ku pêdiviya mirov pê heye bisekinîni, ji ber ku bikaribin hilberîna sotemeniya ku pêdiviyiya wesayitan pê heye bikin, wiha dikin. Li her derê besatiya xurekan di bin gefxwarinê de ye.

Di heman demê de problema me ya narko-trafîkê heye ku pir kêm qal tê kirin. Rotaya sereke ya vê trafîkê perava Atlantîkê ya Hondurasê ye. Lêkolînekê nîşan da ku ji % 90’ê tilyaka ku diçe Bakur, ji Hondurasê derbas dibe. Divê em ne tenê ji bo dombûna civaka xwe şer bikin lê di heman demê de em hewlê bidin ku ji aliyê kesên vê trafîkê dimeşînin neyên revandin.

Dijwariyeke me ya din a sereke endustriya tûrîzmê ye. Em hema hema di nava deryayê de dijîn. Ev diyariyeke xwedê ye lê di heman demê de nalet e jî. Ji ber ku kesên bihêz dixwazin li peravê bibin xwedî ciyekî. Hikumeta Hondurasê dest bi hin projeyên mega yên tûrîzmê kirin. Jicîderxistina civakê û windabûna çandê ku bi tûrîzmê re tê, zêde dibe.

Me erda pêşiyên xwe dagir kir û em daxwaza xwedîtiya wan dikin ku ji aliyê kesên wekî Vallecito Limon ve hatiye zeftkirin. Bi armanca parastina erdên xwe, em di heman demê de hiqûqa navneteweyî jî bi kar tînin. Di Dadgeha Mafên Mirovan a Nav-Amerîkî ya li Washingtonê de, di derbarê Triunfo de la Cruz de (peravake Garîfûniyan ku ji wan hatibû girtin) li hember hikumetê dozeke me heye.

Me medya xwe afirand ku ji radyoyeke civaka me pêk tê. Me bi çar radyoyên civakan ên din re îtifaqê damezrand û tevlî COPINH’ê (Konseya Medenî ya  Rêxistinên Gel û Xweciyan yên Hondurasê) Tora Mezoamerîka ya Radyoya Civakî da destpêkirin.

Ez dixwazim di derbarê rola jinê ya parastina jiyan, çand û erdan û lihemberderketina modela mirinê ku her roj xurtir dibe, biaxivim. Em li eniya êrîşan e. Li her aliyê Hondûrasê, wekî li hemû Amerîkaya Latîn, Afrîka û Asyayê jin ji bo mafên me, li hember nîjadperestiyê, ji bo parastina hebûna me ya hevpar û ji bo dombûna jiyana me, di eniya têkoşînê de ne.

Eger problem global be, divê bersiva me jî global be. Niha di ware bikaranîna çavkaniyan, madeyên dibin sergo û serfkariyê de, ji bo her kesê li Bakur dema bicîanîna berpirsiyê ye. Eger kesên Bakur ên xwarinê bin, çima em mirovên li Hondûurasê dibin lêçûyinên wan? Çima bi armanca hilberîna enerjiyiya ji bo kesên din em ji ciyê xwe dibin? Çima ji me tê xwestin em vê bikin? Em cîhana xwe bi hilweşînê re rû bi rû bihêlin an ji bo nifşên bên guherînekê çêkin? Ew ê nifşên bê nebin xwediyê erd û av û hewayê. Ev ne reşbînî ye lê realîte ye. Dem hat.

————
Hin bersivên ji hevpeyvîna ku ji aliyê Beverly Bell bi seroka Rêxistina Biratiya Reşikan a Hondûrasê (OFRANEH) Miriam Miranda re hatiye kirin di 26.08.2013’an de di malpera www.towardfreedom.com de hatiye weşandin. Versiyona dawî ya di vê malperê de hatiye kurtkirin û ji bo kurdî hatiye wergerandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …