Home / Zıman / Betlaneyek ji Kurdî re

Betlaneyek ji Kurdî re

Luqman Guldivê

Bi 15 zarokên ji Elmanya û Fransayê li Brotanyayê (Bretonya) kampa zimanê Kurdî bi rê ve çû. Ev însîyatîfa dêûbavan a ji ber pêdiviya wan û zarokên wan dikare berfireh û profesyoneltir bibe.

Li gundê Mahalon ê li wî serê Fransayê, ya rastî li wî serê Brotanyayê beriya çendekê ji bo zarokan Kampa-Kurdî hebû. Li vî welatê ber Atlantîkê ku heta beriya çendekê jî pirsgirêka wê ya ziman gelekî dijwar bû û hîna nû nû zimanê Brotanî hêdî hêdî li hin deverên jiyanê vedigere, 15 zarokên ji Elmanya û Fransayê 10 rojekî (8-18´ê Tîrmehê) ketin kampa zimanê Kurdî. Dersdar û organîzator bi giştî 5 bûn û navê Beşa Zimanê Kurdî li xwe kiribûn. Sisê ji wan jî dêûbavên zarokan bi xwe bûn. Mesref helbet pirr in ji bo kampeke wisa, lê ji ber ku hin mesrefên kampê jî ji aliyê çend dilxwazên Kurdî ên li paytexta Fransayê Parîsê ve hatin bexişandin, ev barê hanê jî ji bo dêûbavan siviktir bû. Li vir ya ku ez dixwazim balê bikişînim ser înîsîyatîfa dêûbavan e ku dikare bi hevkariyeke profesyoneltir, veguhere rêûresmeke berfirehtir a hevkariya gelek saziyan. Li jêr ez ê hem behsa kampê, rêveçûna wê bikim û hem jî pêşniyazên ji bo baştir birêvebirina kampên bi vî rengî ji bo siberojê bi awira xwe bikim, lewma di vê kampê de yek ji xwebexşan jî bûm ku suxreyên dêûbavan û zarokan bi cih dianîn, pê re jî dikarî çavdêriyên berfireh bikim.

Înîsiyatîfeke dêûbavan

Pêşî em bibêjin, înîsiyatîf bêhtir navend Fransa bû. Pirraniyan zarokan û dêûbavan ji Fransayê bûn. Du malbat tevî 3 zarokan jî ji Elmanyayê bûn ku paşxane wan a Fransayê heye. Ji bo kampê fikra sereke ew bû ku beriya nîvrojê ders bên dayîn, lê ev ders li gorî hizra amadekaran wê sist bûna da ku zarokan ji xwe û dersan sil nekin. Dersên bi naveroka xwe ziman wê axaftina rojane, navên dar û beran, navên heywanan, yên mîwe û sebzeyan, ên endamên laşê mirovî, yên roj û mehan hîn bikirana; pê re dersa koroyê, ya şanoyê û ya govendê hebû. Yanî tevî ku kampa ziman jî bû aliyên çandî yên din jî beşek ji dersên kampê bûn. Piştî nîvrojan bixwe wê bi çalakiyên çandî û gerûgeşta nasîna wê devera Brotanyayê derbas bibûna. Beşdariya van çalakiyên piştî nîvrojê  bi xwe bi dildarî bû.

Azad ê 3 salî piçûktirînê 25 kesên li cihê kampê bû; Azad ji malê ve bi Kurdî dipeyivî, herî zêde jî bi birayê xwe Robîn re. Jixwe, li derveyî dersê herî zêde dengê wî olan dida li hewş û holan. Tevî Azad, Hejîn û Robînekî ne birayê wî jî beşdarî dersan nedibûn ji ber ku temenê wan piçûk bû, lê ji wan 3´yan 2 bêhtir bi Kurmancî dipeyivîn û dengê li derveyî sinifa dersan bêhtir dibû Kurdî. Ji zarokên ketin dersan 3´yan jê ji mala xwe qet Kurdî bi xwe re neanîbûn. Li vir hêjayî gotinê ye ku di mala hersêyan de jî dêûbav nebe jî dapîr û bapîr Kurdîaxêv in, lê nifşê dawî bi temamî di warê ziman de asîmîle bûye. Dapîra Jiyanê 9 salî Kurdiyeke pak a Mereşê dikir, lê jiyan hîna nû li kampê ewqasî zêde Kurmanciya dapîra xwe dibihîst.

Zarok hînî alfabeyê bûn

Herçî dersên ziman bûn dikirin ku zarok hînî wan nav û gotinan bibin ku di jiyana rojane yan jî li dibistanên xwe bi zimanên din fêrî wan dibin. Daryanê 9 salî hînî peyvên mil, pol, birû bûbû û ew bi kar jî dianîn. Keça min Stêrîn ji ber ku bi têgeha “Kurmanciya me” û “Kurmanciya filanî” û wekî din mezin bûbû, li peyvan nelikumî; lê tevî ku bi rehetî ker, hesp, mirîşk û pisîk nas dikir, ji bo wê zehmet bû “ciwanîk”a me “canîk” binivîse, nexasim jî gava ku li binê resma “ciwanîk”ê tenê pênc malik ji bo herfan hebin.

Peyva nivîsîn li vir muhim e, lewma zarok li kampê hîn bûn ku alfabeya Kurdî bixwînin û pê binivîsînin. Ev tiştekî hema ji xwe re, nîne. Zarok li welatên cihê hîn dibin bi alfabeyên cihê bixwînin, lê xwendina bi alfabeya latînî ya Kurdî hîna jî li derveyî Rojavayê Kurdistanê, li dibistanan îstîsnayek e.

Robînê heft salî bixwe zû lê baniya ku zimanê dayika wî ya ji Depê û zimanê dersan ji hev cihê ne, lê ew bû yek ji zarokên herî zêde bi baldarî ders şopandin. Di dersa şanoyê de ew rovî bû û piştî ku Loranê 10 salî got, “hebû tinebû, rojekê ji rojan, roviyek û pîrek hebûn”, wê bi dizîka biçûna û şîr/mastê pîrê bixwara. Di dawiya kampê de zarokan hunerê xwe yê şanoyê bi derhêneriya Mamoste Remziye jixwe nîşanî me kir. Zêrîna şêrîn jî bi rola xwe rabû ku dayika wê Eylem pê şa bû.

Hunerê xwe nîşan dan

Hema piştî şanoyê jî govend li dora agir gerandin û mamoste Rûkiye çi hînî wan kiriye, nîşan dan. Bi govendê re jî bi awayekî koroyê strana “Keleşo” gotin, li ber erbaneya mamosteya xwe Feryal re. Gava ku me xatir ji hev dixwest, di destê gelek zarokan de dersên mamoste Fatê hebûn û li binê wêneyan navên ku hîn bûne dinivîsandin.

Piştî dersan ji bo zarokan hemûyan bisiklêt hatibûn kirêkirin, dikarîn wan bajon, li hewşê bi lîstikên goka kurmancî bilîzin. Li wê devera bi navê Pointe du Raz yanî Serê Tûj ê Razê 3 caran çûn ber perê Atlantîkê jî. Li Audierneê em çûn serdana muzeya deryayê û çûkan, gava eyloyekî firehiya baskên wî 2 metro li ber serê zaroka danî jî kelecana wan veguherî peyvên Kurdî, belkî yek ji serketinên kampê be.

Çûn û hatina van deveran bi komeke bi maşînê û bi komeke bisiklêtan dibû. Di koma bisiklêtan de Mîroyê 8 salî xweş dizanî divê bi min re û hawîrdorê re Kurdî bi kar bîne, yên mayî jî çav li wî dikir. Di nava van kar û baran de ders nedabin jî Fîdan a bi semax, hemû karên admînîstrasyon, kirêkirina cih, organîzekirina çûnûhatinan, kirîna bilêtên trênê, organîzekirina xwarin vexwarinê kirin. Osman ê ji Entabê jî bi suxreyan rabû û yeka organîzatoran nekir didu.  Xecê ya dapîr jî tevî dayikên din ên zarokan Sevgî û Rûken her dan xwarin dan zarokan. Axir mala hemûyan ava, lê ez ê nivîsê li vir neqedînim. Kêmasiyên min çavdêriya wan kirî û pêşniyazên çêtirkirinê, min niyeta li jêr binivîsim.

Çend rexne û pêşniyaz ji bo siberojê

Dersên ku min çavdêrî li wan kir, nîşanî min dan ku mirov tenê bi Kurdî bipeyive û binivîse, têrê nake ku miamele bike bi zarokên 7 ta 10 salî re. Ji bo miamelekirina bi van zarokan re kesên dersan didin, divê qet nebe xwedî sertîfîkayên dersdana di sinifê de bin. Ji bilî vê sertîfîkaya di sinifê de parastina zarokan û bi kar anîna hin rêbazên konsantrekirina zarokan – bi lîstikan, bi rêbazên şanioyê û wekî din – hebin wê baş be. Ev qet nebe bû, lê ya baş helbet ew e ku mirov kesên pîşe-mamoste karibe ji bo kampê razî bike. Ez vê dibêjim, ji ber ku keseke miameleya di sinifê de bi zarokan re nas neke, zehmet e berê zarokan bide mijarên ku ew dixwaze wan fêr bike, li aliyê din hin şaşiyên perwerdeyê hene ku mirov bi wan hema xweber nizane, divê fêr bibe.

Li aliyê din, ji bo dersa şanoyê, tevî ku ji bo ziman gelekî muhim e, ji şanogeran bêhtir, mamosteyên bi şanoyê dersên dikin wê baştir bin. Ji ber ku kula wan şano be jî, bêhtir zarok in û dikarin şanoya xwe zû li gorî zarokan eyar bikin. Ev eyarkirin ne tawîzek e, lê rêyek e ji bo ku zarok hem hez ji şanoyê û hem jî hez ji ziman bikin.

Pêşniyazeke din dikare ew be ku ders kêmtir formal bin. Yanî di betlaneyê de zarok dixwazin di betlaneyê de bin. Ji ber wê jî ji navê “dersê” heta bi saet û mohletên hişk dikarin nebin. Lîstik û navber jî li gorî dilê zarokan wê kêliyê karibin bên eyarkirin, ev ê kêfa zarokan bêhtir ji kampê re bîne.

Ez hez dikim li vir bi xweziyekê nivîsa li ser kampa Kurdî bi dawî bikim ku koma ji 5 kesan a bi navê Beşa Zimanê Kurdî bi rê ve bir, bi dawî bikim. Heger derfet çêbin, ji bo komeke wisa cihê herî baş ê kampê wê bibe Rojavayê Kurdistanê ku lê alfabeya latînî ya Kurdî fermî ye û di nava xelkê de rojane Kurdî li kar e. Ez dibêjim çima na, heger gelek weke min bifikirin, belkî jî sibe, dusibe li Rojava ev kampa hanê ji bo zarokên Kurd ên ji Ewrûpayê bi rê ve biçe.

Yeniozgurpolitika

About infowelat.com

Check Also

Konferansa komîserên ziman li Torontoyê hat lidarxistin

Davyth Hick: Duyemîn, civaka sivîl ji bo domandina hebûna ziman aktorê sereke ye. Sêyemîn, pêdiviya …