Berxwedana hebûnê ya Mapûçeyê

Mapûçiyên serhildêr, li stargehên nû xwe amade kirin û paşê bi êrişeke mezin, keleyên sembola zilm a kolonyalîzmê bi axê re kirin yek. Ev cara yekemîn bu ku miletekî li parzemîna Amerîkayê, kolonyalîstên hêzdar ên Îspanyol têk dibir.

Ev çiyayên herdem serê wan bi berf, çemên avzelal û daristanên wekî xalîçeyek kesk dora bilindahiyan dorpêç dikin herêma Arûkanyayê kiriye yek ji diyardeyên xwezayê yên li rûyê cîhanê.

Ev xwezaya ji derve aram xuya dike, di nava xwe de razên dîrokeke biêş a miletekî dihewîne.

Navê vî gelê têkoşer Mapûçe ye ku nêzîkî 500 sal in ji bo parastina erdên xwe berxwedaneke bêhempa dimeşîne.

Dewlemendiya erdên wê, bûye sebeb ji destpêkê ve kolonyalîstên îspanyol çav berdin Arakûnyayê.

Şerê mapûçiyan a li hember kolonyalîzma îspanyolan

Ji 1541’an û şûn ve leşkerên îspanyol pêl bi pêl bi ser vî welatê aram de hatin û demeke  zilmê, kuştin û koletiyê dest pê kir.

Îspanyolên hosteyê şer û talanê, bi baweriya serkeftineke hêsan ajotin ser mapûçeyan û piştî çend pevçûnên destpêkê, hin deverên Arakûnyayê dagir kirin.

Efendiyên nû yên erdên dagirkirî, piştî zilmeke giran, berê mapûçeyîyê di şer de dîl hatibûn girtin dan kanên zêr û ew di şert û mercên pir giran de dan xebitandin.

Helbet piraniya xweciyan koletiyê qebûl nekirin û ji bo amadekirina berxwedana hebûnê kom bi kom terka erdên xwe kirin.

Ji 1541’an û şûn ve leşkerên îspanyol pêl bi pêl bi ser vî welatê aram de hatin û demeke  zilmê, kuştin û koletiyê dest pê kir.

Girtina serhildêrekî mapûçeyî

Çiya û daristanên bi heybet ên welêt bûn navendên nû yên hebûna vî gelê serbilind.

Xwezaya ku ji ber heybetiya xwe tirsê dixist dilê dijminan, wekî dayikek zarokên xwe hembêz kir û ew ji nîrê bîndestiyê parast.

Mapûçiyên serhildêr, li stargehên nû xwe amade kirin û paşê bi êrişeke mezin, keleyên sembola zilm a kolonyalîzmê bi axê re kirin yek.

Bi vê serkeftinê re, hemû erdên başûrê Çemê Bîyo Biyoyê hatin rizgarkirin û ev çem di navbera îspanyol û mapûçiyan de bû sînor.

Ev cara yekemîn bu ku miletekî li parzemîna Amerîkayê, kolonyalîstên hêzdar ên Îspanyol têk dibir.

Lêbelê digel serfiraziyê jî, şerên domdar ên dagirkeriyê zirareke mezin da civaka mapûçeyê.

Ligel windahiyên şer, çandinî hema hema sekinî û li welêt xelayeke dijwar dest pê kir.

Êrişeke mapûçiyan a li dijî artêşa îspanyolan

Ji bilî vê, ji ber nexweşiyên ku dagirker ji Ewrûpayê bi xwe re anîbûn, gelek kesên li Welatê mapûçeyê mirin.

Heta dijminekî xurtir li ser sînorê welêt xuya bibe, mapûçeyê 300 salên din li ser erdên xwe yê azad jiyana xwe domkirin.

Artêşa Şilîyê di sala 1843’an de xwe gîhand Arakûanyayê û li hember mapûçiyên azad şerekî bêeman meşand. Ev seferên dagirkirinê li Şiliyê wekî La Pasification de la Arakunya an “Bêdengkirina Arakûnyayê” hatibû bi nav kirin.

Du dijminên bihêz ku çav berdabûn welatê mapûçe dewletên nû Şilî û Arjantîn bûn. 

Ev her du dewletên ji împaratoriya îspanyol serxwebûna xwe bi dest xistibûn, ji bo dagirkirina erdên mapûçe dest bi şerê dagirkirinê kirin.

Ev seferên dagirkirinê li Şiliyê wekî La Pasification de la Arakunya an “Bêdengkirina Arakûnyayê” hatibû bi nav kirin.

Dîmenek ji herêma Arakûnya

Arjantîn jî navê Guerra de Desierto yanî “Şerê Çolê” li vê kampanyaya xwe ya tunekirin û dagirkirinê kiribû.

Artêşa Şilîyê di sala 1843’an de xwe gîhand Arakûanyayê û li hember mapûçiyên azad şerekî bêeman meşand.

Zarokên Arakûanyayê li hember vî dijminê xurt bi dehan salan di ber xwe dan. 

Lêbelê berxwedana çekdarî têra sekinandina artêşê nekir û di 1883’an de Şilî Arakûanyayê dagir kir.

Arjantînê jî di 1878’an de, li rojhilatê Çiyayên Andê dest bi êrişa erdên Mapûçe kir.  

Arjantîn jî navê Guerra de Desierto yanî “Şerê Çolê” li vê kampanyaya xwe ya tunekirin û dagirkirinê kiribû.

Mapûçeya kevn ku erdên wê ji Okyanûsa Pasîfîkê heta Okyanûsa Atlantîkê dirêj dike

Ev seferên qirkirina xweciyên li herêmê, heta 1885’an dom kir û di encam de erdên mapûçe û hatin dagirkirin.

Di encama vê dema ji êgir de, bi dehezaran mapûçeyî hatin kuştin, gelek ji wan ji erdên xwe hatin derxistin û çavkaniyên xwezayî yên welêt ji talanê re hatin vekirin.

Di vê dema ku ji jenosîdekê kêmtir nebû, hema hema hindik mabû qira gelê mapûçe bihatana.

Bo nimûne, di dawiya sedsala 19’emîn de, nifûsa mapûçiyên li Şilîyê ku 500 hezar bû, daket 25 hezarî.

Piştî dagirkirinê, hukumeta Şiliyê koçberên ji Almanya û Swîsreyê li erdên welatê mapûçe bi cî kir.

Mapûdûngûn ji ber polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê, niha bi tenê ji aliyê ji sedî 10’ê civaka mapûçeyê tê axaftin. Piraniya kesên vî zimanî diaxivin temenê wan di ser 50 re ye.

Karîkaturek Latûf a ji bo zilma şîrketên li hember mapûçeyê

Û bi vê re jî, ji bo pêşxistina çandiniyê, aboriya mapûçiyan ku li ser bingeha xwedîkirina sewalan hatibû damezrandin, bi dawî kir.

Helbet gelê mapûçeyî girankirina kolonîzasyona welatê xwe bi hêsanî qebûl nekirin û ji salên 1910’an û şûn ve ji nû ve li dora siyasetek neteweyî xwe birêxistin kirin.  

Doza ji bo erdên komûnal ên bavûkalan xala herî girîng ê doza neteweyî ya mapûçeyiyan bû.

Ji salên 1990’an û şûn ve, rêxistinên radîkal ên mapûçeyî hatin damezrandin ku li dijî talana çavkaniyên welêt dest bi çalakiyên şîdetê kirin.

Yek ji hedefên girîng ên tevgera Mapûçeyê bê guman parastina zimanê mapûdûngû ye.

Mapûdûngûn ji ber polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê, niha bi tenê ji aliyê ji sedî 10’ê civaka mapûçeyê tê axaftin.

Û mixabin, piraniya kesên vî zimanî diaxivin temenê wan di ser 50 re ye.

Mapuche indigenous people march during a protest for the commemoration of Columbus Day in downtown Santiago, on October 12, 2013. HECTOR RETAMAL/AFP/Getty Images

Lewma aktîvîstên mafên mapûçeyî parastina ziman kirine yek ji stûna xwe ya têkoşîna neteweyî.

Îro têkoşerên mapûçeyî, ligel meşandina doza xwe, herdem di nava tevgera demokrasiya Şîliyê de jî ciyê xwe digirin.

Li gorî wan, Şilî çiqas demokratîk bibe, wê ewqas jî îhtimala pêkhatina statuya Welatê Mapûçeyê jî  zêde bibe.

Bi vê zanebûnê, gelê mapûçeyê doza xwe ya ji bo statuya otonomiyê, welatê azad û civaka azad didomîne.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …