Berpirsê Komîseriya Zimanê Îrlandî îstifa kir

 

 

Komîserê Zimanê Îrlandî yê girêdayî hikumeta Îrlandayê Sean O Cuirreain, ji ber sebeba paşketina zimanê îrlandî ya di saziyên dewletê de ji karê xwe îstifa kir. O Cuirreain di daxuyaniya xwe ya îstifayê de got ku wî di  30 salên dawî de ewqas kêmbûna “moral û baweriyê” nedîtiye.

Komîserê îrlandî, di daxuyaniya xwe ya de bi giranî di warê du hêmanên girîng de rexneyên xwe anîn ziman: Yekemîn, O Cuirreain got ku zanîna îrlandî ji bo xebatkarên xizmetên fermî yên girêdayê dewletê ne mecbûrî ye û di dewsa vê de zanebûna ziman bi tenê wekî aliyekî erênî tê dîtin. Duyemîn, O Cuirreain anî ziman ku hemû xebatkarên dewletê yên li herêma îrlandaxêf Gaeltachtê dixebitin di zimanê îrlandî de ne xwedî besatiyeke baş in û ev jî dibe sebeb ku rûniştvanên li van herêman mecbûr tên hiştin ku di têkiliyên xwe yên bi saziyên fermî re bi îngilîzî biaxivin.

O Cuirreain bernameyên ziman ên ku ji bo saziyên fermî tên amadekirin jî rexne kir û got ku di gelek ji van bernameyan de hebûna xizmeta bi zimanê îrlandî bi “çavkaniyên heyî” ve tê girêdayîn û ji vê jî tê famkirin ku van xizmetan ji mafên bingehîn bêtir wekî xizmetên ekstra yên hilbijarî tên dîtin.

Li gorî serjimara 2011’an, li Îrlandayê 1,774,000 kes (ji % 40.6’ê nifûsê) dikarin bi îrlandî biaxivin. Lê îrlandî bi giranî li dibistanên ku fêrbûna îrlandî mecbûrî ye, tê bikaranîn. Ji vê hejmarê bi tenê 77,000 kes dane xuyakirin ku ew di jiyana xwe ya rojane de bi îrlandî diaxivin. 438,000 axêver dane zanîn ku ew di jiyana xwe ya rojane de hîç bi îrlandî naaxivin.

Digel van daneyan jî, O Curreain di rapora xwe ya ziman a dawî de dabû xuyakirin ku hejmara axêverên îrlandî ji 2006’an (serjimara berê) bi qasî ji % 7 zêdetir bûye. Serjimara 2006’an nîşan dabû ku hejmara kesên ku îrlandî di jiyana xwe ya rojane de bikartînin 72,000’e. Vê hejmarê 5,000 ji daneyên îro kêmtir e.

Herêmên Gaeltacht

Gaeltacht li rojavayê Îrlandayê, berûberê peravên Okyanûsa Atlantîk cî digire. Herêma dûrê navendên mezin a li kêleka peravê, bi armanca parastina zimanê îrlandî ji aliyê dewletê ve hat damezrandin. Li gorî siyaseta parastina ziman Îrlandayê, kesên îrlandîaxêf ji bo rûniştina li vê herêmê hatin teşwîqkirin û bi yekê hat xwestin ku îrlandî bibe zimanê rojane yê herêmê. Lê ji dema pêkanîna vê herêmê û heta niha gav bi gav hejmara îrlandîaxan kêm bû. Li gorî daneyên 2011’an, ji 69,5’ê rûniştvanên vê herêmê dikarin bi zimanê îrlandî biaxivin.

Komîseriya Zimanê Îrlandî

Komîseriya Zîmanê Îrlandî (An Coimisineir Teanga) ku di 2010’an de ji aliyê hikumeta Îrlandayê ve hat damezrandin, xwedî van fonksiyonan e: peydekirina xizmeta ombudsmanê ya di problemên di warê bikaranîna ziman de, peydekirina meşandina xizmetên dewletê bi zimanê îrlandî û tawsiyeyên li ser maf û mecbûriyetên di warê bikaranîna ziman de.

Serokê Îrlandayê di 2004’an de wekî komîserê ewilî yê vê saziyê Sean O Cuireain peywirdar kiribû. O Currain bi heman şêweyî di 2010’an de careke din hatibû peywirdarkirin û eger îstifa nekira wê du salên din li ser karê xwe bimana.

Çavkanî:  Nationalia, Coimisineir.ie

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …