Bernameya serxwebûnê ya hikumeta Skotlandê

Serokwezîrê Skotlandê Alex Salmond, di dema pêşkêşkirina bernameya xwe ya îsal a li Parlamentoya Skotlandê de, da xuyakirin ku divê Skotland bibe serbixwe.

Serokê Partiya Neteweperest a Skotlandê (SNP) Salmond, li pêşiya parlamenterên skotî got ku “tiştê herî baş a ji bo herkesî ew e ku biryarê di derbarê pêşeroja Skotlandê de ji aliyê kesên li Skotlandê  dijîn bên girtin.”

Salmond diyar kir ku ji bo parastina kesên ku pêdiviya wan bi xaniyan hene, ew ê mafê kirîna xaniyên sosyal a ji aliyê welatiyan qedexe bike. Serokwezîra kevn ê Brîtanî Margaret Thatcher, di dema rêvebiriya xwe de mafê kirîna van xaniyan dabû welatiyan.

Salmond di axaftina xwe de li ser pêdiviya damezrandina departmaneke Xizneyê ya Skotlandê jî sekinî û got ku vê  departmanê wê baca dahatê ku ji aliyê hikumeta Londonê li Skotlandê tê vegerandin, kontrol bike.

Anketên li ser serxwebûnê

Li gorî encamên anketa ku hikumeta Skotlandê bi şîrketa Panelbaseê di meha Tebaxê de daye kirin, % 44’ê skotiyan serxwebûnê dixwazin, ji % 43 li dijî serxwebûnê derdikevin û ji % 13 jî bêbiryar dimînin.

Mixabin encama anketa dawî bi tevahî bi anketa ku ji aliyê YouGov ve di dawiya vê hefteye de hatibû li dar xistin re li hev nekir. Li gorî vê anketê, ji % 29’ê gelê Skotlandê alîgiriya serxwebûnê dike û ji % 59’ ê wê jî yekitiya bi Brîtanyayê re diparêze.

Referandûma li ser serxwebûna vî welatî wê di 18’yê Îlona 2014’an de bê li dar xistin û di referandûmê de ji gel bê bipirsîn ku ew alîgiriya serxwebûnê dikin an na.

Çavkanî:

www.gara.naiz.info

www.nationalia.info

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …