Berhema duyemîn a Benedîkter hat weşandin

 

 

Berhema Etnik Uyuşmazlığın Özyönetimle Çözümü (Çareserkirina Problema Etnîk bi Riya Xwerêvebiriyê) di dawîya meha Cotmehê de ji Weşanên Aram derket. Pirtûk ku edîtoriya wê Thomas Benedîkter kiriye û ji gelek nivîsên pisporên xweseriyê pêk tê, ji aliyê Necat Ayaz ve ji îngîlîzî hatiye wergerandin.

Ev berhem, piştî Avrupa’nin Özerk Bölgeleri (Herêmên Xweser ên Ewropayê) ku di 2012’an de ji Weşanên Aram derket, berhema duyemîn a lêkolînerê almanîaxêf ê ji Îtalyayê Thomas Benedîkter e ku li Tirkiyeyê hat weşandin.

Pirtûk bi terîfkirina xweseriya terîtoryal (a li ser bingeha axê hatiye damezrandin) û xweseriya çandê dest pê dike û paşê bi vegotina xweseriya siyasî û têkiliya wê ya bi mafê diyarkirina qederê re, tê nişandayîn. Di vê berheva Benedîkter de, ji bilî gotarên pisporên mijarê, li ser pênc herêmên xweser ên cîhanê ku çar ji wan li Asyayê ne gotarên Benedikter hatine weşandin.

Hin herêm û welatên Ewropayê (Katalonya, Korsîka, Szekerland, Estonya, Macarîstan) û herêmên girêdayê Ewropayê (Kaledonyaya Nû) ku di pirtûka ewîlî ya Benedikter de tunebûn, di vê pirtûkê de cî girtine. Piştî gotarên li ser tecrûbeya Ewropayê, xweseriya li hin welatên federal (Hîndîstan û Pakîstan) tê analîzkirin û li Nepalê nîqaşên xweserî û federalîzmê ya di çarçoveya avakirina dewleteke nû de, di pirtûkê de ciyê xwe digirin. Di vê beşê de li ser mijara tunebûna xweseriyê li du welatên din ên li Bangladeşê (Bangladeş û Srî Lanka) jî du gotar hatine weşandin.

Piştî gotarên pisporan, edîtor bi gotareke xwe ya dawî ya bi sernivîsa “Encam: Dayina şensê ya ji bo xweseriya herêmî” di konteksta herêmên xweser ên Ewropayê û yên li Asyay Başûr de, ji gotarên pisporan ên di pirtûkê de cî girtine encaman derdixe û wan sîstematîze dike.

Di vê berhemê de çend hevpeyvînên bi nûnerên kêmarên li Asyaya Başûr re û tabloyên di derbarê cûreyên xweseriyê, standardên xweseriyê, parvekirina hêzê di navbera dewlet û herêmên xweser de û lîsteya hemû herêmên xweser ên cîhanê ku hemû jî gelek giranbuha ne, hatine dayîn.

Thomas Benedîkter kî ye?

Thomas Benedîkter, ekonomîst û lêkolînerekî ji herêma xweser a Tîrola Başûr a li bakurê Îtalyayê ye. Benedikter di mijarên wekî nelihevkirina etnîk, siyaseta ziman û xweseriyê de lêkolînan kiriye û çend pirtûkan weşandine. Ji bilî Çareserkirina Problema Etnîk bi Riya Xwerêvebiriyê û Herêmên Xweser ên Ewropayê, pirtûkek din a wî ya bi navê Sîstema Xweseriyê ya Cîhanê jî hatiye çapkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …