Sûcên kolonyalîzma Ewrûpayê yên li Karayîbê

Ekolojî hilweşandin, gelê xwecî qir kirin, ji bo qezencê sîstema koletiyê damezrandin û paşê wekî tiştek nebûye her tişt di cî de hiştin û vegeriyan welatê xwe

Welatên Karayîbê ji Ewrûpayê daxwaz dikin, ji bo zirar û ziyana dema koletiyê telafî bike gava bavêje

Ev daxwaz ne tenê ji bo tazmînatê ye lê ji bo edaleta ku tu car pêk nehatiye pêwîst tê dîtin

Deryaya Karayîb li bakurê Amerîkaya Latîn e ku ji ku ji gelek giravên mezin û biçûk pêk tê.

Li vê herêma bi perav û daristanên xwe wekî buhuşteke li rûyê cîhanê ye, 15 welat hene.

Rêxistina CARICOM bi armanca hevkariya aborî, civakî û çandî ji aliyê van her 15 welatan ve hatiye dameznrandin.

Welatên Karayîbê

Caricom ev demek e bang li welatên Ewrûpî dike ku ji bo telafîkirina sûcên xwe yên dema kolonyalîzmê gavine bavêjin.

Komîsyona telafiya sûcên kolonyalîzmê

Rêxistin vê mijarê wekî “edaleta telafîker” bi nav dike û ji bo xebatek bi kitekit Komîsyona Telafiyê damezrandî ye.

Komîsyon li ser zirar û ziyana dema koletiya ku bi destê Brîtanya, Fransa, Îspanya, Portûgal, Holanda, Norwêc, Swêd û Danîmarka hatiye pêşxistin lêkolînê dike.

Hin koleyên di plantasyonên şekir de dixebitin

Serokê CARICOMê Ralf Gonzalves diyar dike, di ser vê dîroka reş a koletiyê re bi sedan sal derbas bibin jî divê edalet pêk were.

Herwiha Gonzalves dibêje, ew dixwazin vê mijarê di pirtûkên perwerdeyê de jî bi cî bikin da ku sûcên dema kolonyalîzma ewrûpî neyê jibîrkirin.

Ziyana kolonyalîzmê

Serokwezîra girava Barbadosê Mia Amor Motley jî got, di encama kolonyalîzmê de ji aliyê ekolojîk, civakî û aborî de zirareke mezin gihîştiye welatên Karayîbê.

Motley da zanîn, lewma meseleya telafiyê ne tenê mijareke dayina tazmînatê ye lê di heman demê de meseleyek wijdan û edaletê ye jî.

Giravên Karayîbê piştî ku di sedsala 15’emîn de ji aliyê Îspanyolan ve hat kifşkirin, hat dagirkirin û bû koloniya Îspanyayê.

Plantasyonên şekir ên li herêmê

Serokwezîra Barbadosê Mia Amor Motley

Ji ber avhewa û berhemdariya erdan, kolonyalîstên brîtanî, fransî û holandî giravan wekî plantasyonên hilberîna şekir bi kar anîn.

Ji sedsala 18. heta sedsala 20’an bi sedhezaran koleyên ji Afrîkayê hatibûn anîn, hilberîn kirin û di vê dema jandar de serweteke mezin ket destên kolonyalîstên ewrûpî.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …