Belûc ji bo serxwebûnê şer dikin

 

 

Di Tebaxa 1947’an de piştî vekişîna Brîtanyayê, belûcên Pakîstanê serxwebûna xwe îlan kirin. Sê roj piştî wan, Pakîstan bi awayekî fermî ji Brîtanyayê veqetiya û serxwebûna xwe bi dest xist. Mixabin Hikumeta Îslamabadê di Adara 1948’an de Belûcîstanê dagir kir û ev yek kir ku heta niha berxedana gele herêmê bidome.

IPS li Çiyayê Sarlatê ku li ser sînorê Afganîstan û Pakîstanê ye bi şervanên belûc re hevpeyvînekê pêk anî. Vê qadê wekî hev nêzîkî bajarê Kandaharê yê li Afganîstanê û navenda herî girîng a Belûcîstanê Quettayê ye.

Fermandê Artêşa Rizgariya Belûcîstanê (BLA) Belûc Xan û sê şervan ji bo bigihîjin wir ji baregehên xwe   12 saet meşiyane. Fermandar dibêje ku “Îro em qala şeş komên di nava tevgera rizgariyê de ne dikin lê hemû jî xwedî armanceke hevpar in: serxwebûna Belûcîstanê”.

Xan di navbera tevgereke din a çekdar û tevgera xwe de paraleliyek dibine û wiha diaxive: “Pir sempatiya me ji bo PKK’ê ku ew jî grûbeke sekuler e û ji bo mafên xwe yên neteweyî têkoşînê dike, heye”.

Li ser pirsa ku metodeke wekî referandûma Skotlandê wê problemê çareser bike Xan dibêje ku “beriya lidarxistina referandûma self-determînasyonê divê em xetên zelal ên gel û coxrafyayê diyar bikin”.

balochistan-map

19 hezar kes hatine windakirin

Fermandar dibêje ku komên paramîlîter ên alîgirê Pakîstanê bi serbestî li herêmê digerin û qirkirinan pêk tînin.

Dengê Belûciyên Hatine Windakirin ku komeleyeke ji aliyê malbatên windahiyan hatiye avakirin, dide zanîn ku ji sala 2000’î heta niha 19.000 kes hatine windakirin.

Di Tebaxa 2014’an de Komîsyona Navneteweyî ya Hiqûqnasan, Komeleya Navneteweyî ya Efûyê û Çavdêriya Mafên Mirov bi hev re bang li Pakîstganê kirin ku dev ji kampanyaya rehîngirtin û windakirinê berde.

Doktoreke malnişîn ê li Quettayê Allah Nazar jî bi hevdîtîtina me yê bi telefonê destnîşan dike ku Pakîstan komên radîkal ên îslamî bi armanca li dijî tevgera neteweyî ya belûc şer bike, finanse dike.

Nazar diyar dike ku li Makranê, li Wadhê û li Zehriyê sê kampên DAÎŞ hene. Li gorî wî,  li Zehriyê gelek  şervanên ereb, peştûn û pencabî hene. Fermandarê gerîlayan jî radigihîne ku rêxistinên îstixbaratê yên Pakîstanê IŞID’ê aktive dike û wê diparêze.

Karlos Zurutuza

Çavkanî: Ipsnoticias.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Parlamentoya Korsîkayê statuya otonomîyê qebûl kir

Parlamentoya Korsîkayê di rûniştina xwe ya duh de reforma otonomîyê qebûl kir. Bi vê pêşnûmeyê, …