Belgeya “Pêşeroja Skotlandê” hat eşkerekîrîn

 

 

Hikumeta Skotlandê bi armanca zelalkirina mijarên bi serxwebûna welat ve girêdayî, di 26’ê Mijdarê de raporeke bi navê “Pêşeroja Skotlandê” weşand. Di rapora ku ji 670 rûpelan pêk tê de sebebên ku çima divê Skotland bibe serbixwe, ew ê çawa di nava pêvajoyê de welat serdestiya tam bi dest bixe û wê taybetiyên dewleta nû çawa bibe, tên nîqaşkirin.

Bi kurtahî mijarên girîng ên di belgeyê de hatine ragihandin ev in:

Aborî: Di belgeyê de hatiye diyarkirin ku ji aliyê aboriyê ve Skotland ji bo serxwebûnê amadeye û hatiye ragihandin ku li gorî daneyên aboriyê, dayina meaşên malnişînan û hebûna dewleta refahê di bin garantiyê de ne. Herwiha belge destnîşan kiriye ji ber rezervên petrol û gazê û potansiyela wê ya pir mezin a enerjiya dikare bê nûkirin, peydekirina enerjiyê jî di bin garantiyê de ye.

Dema derbasbûna serxwebûnê: Eger dengên “erê” di referandûmê de zêdetir bin wê di 24’ê Adara 2016’an de serxwebûn bê deklerekirin. Di dema derbasbûna serxwebûnê de wê hikumeta Skotlandê bi Brîtanya, Yekitiya Ewropa (YE) û rêxistinên din ên navneteweyî re muzakereyan bimeşîne. Di vê pêvajoyê de, di navbera Brîtanya û Skotlandê de bi armanca dewrkirina xizmetên fermî û kesên di saziyên fermî de dixebitin wê peymanekê bê morkirin.

Endamtiya YE û rêxistinên navneteweyî: Di belgeyê de tê destnîşankirin ku “transferkirina endamtiya Skotlandê ya YE’yê wekî parçeyeke Brîtanyayê ya ber bi wekî dewletekî endam ê serbixwe” wê li gorî berjewendiyên YE, Brîtanya Û Skotlandê bin. Herwiha hat ragihandin ku Skotland dixwaze endamtiya xwe ya ji bo Koma Neteweyan a Îngilîz (Commonwealth) bidomîne.

Bikaranîna Sterlîn a li Skotlandê: Belge diyar kir ku Komîsyona Malî gihîştiye wê encamê ku “parastina sterlîn wekî parçeyeke yekitiya fermî ya diravî ya bi aliyên din ên Qraliyeta Yekgirtî (UK) wê bibe opsîyona her baş.” Hat destnîşankirin ku wekî hebûna “qada Euro” bi riya polîtîkaya diravî ya hevpar a ku ji aliyê Bankeya Îngîltere ve tê birêvebirin, “qada Sterlîn” jî dikare hebe.

Parastin: Belgeyê eşkerekir ku wê Skotland di hundirê NATO’yê de bimîne lê wê li ser erdên wê çekên nukleer tunebin. Wê li welat artêşeke xwedî hêzên bejahî, deryayî û hewayî bên damezrandin û hejmara artêşê ji bilî hêza rezerv a ku ji 5,000 kesî pêk tê, wê 15,000 be.

Destûra bingehîn: Nivîsandina destûreke bingehîn a ji bo welat jî di belgeyê de cî girt. Hat diyarkirin ku sîstema destûra bingehîn berevajiya sîstema îngîlîzan, di nava kevneşopiya siyasî ya skot de cî digire. Herwiha hat diyarkirin ku “kêmasiya demokratîk” ku ji ber biryarên di derbarê wê de hîn jî li Londonê tê girtin Skotland rû bi rûye, wê bi serxwebûnê ji bolê rabe.

Zimanê galî: Belge îngîlîzî wekî zimanê sereke yê Skotlanê nîşand da û diyar kir ku wê dewleta nû “ji bo galî pêşerojeke bi ewle” pêk bîne. Belge ragihand ku “hikumeta skot dixwaze zanîn û bikaranîna galî bi riya teşwîqkirina wê ya di nava sîstema perwerdeyê de zêde bibe.”

Çavkanî: Nationalia

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …