Belgefîlma Birînên Wezîrîstanê hat kişandin

 

Belgefîlmeke nû ya bi navê Birînên Wezîrîstanê ku li herêma Wezîrîstan a Pakîstanê hatiye kişandin, derdikeve pêşberî temaşevanan.

Belgefîlma ku ji aliyê rojnamegerê pakîstanî-amerîkî Madîha Tahir hatiye kişandin, li ser êrîşên Amerîkayê yên bi balafirên bê pîlot ku demeke dirêje li bakurê Pakîstanê pêk tê, disekine. Tahir, ji bo kişandina fîlmê çûye Wezîrîstanê û bi gelek kesên ku ji êrîşên amerîkî xisarê dîtine an xizmên wan hatine kuştin re hevdîtin kiriye.

Tahir di fîlmê de dibêje ku “Wezîrîstan bi tenê qasî nîvê New Jersey (eyaleteke li bakurêrojhilatê Amerîkayê –wrgr-) mezin e” û paşê ve dibêje: “Eger neh sal bombe li ser New Jersey bibariyana hûn ê çi hîs bikirana? Eger wan kurê te, pismam an dotmama te û mêrê te bikuştana û ji cezayê bifilitiyana tu yê hêrs bûbûna? Bi îhtimaleke mezin, te hewl bidana jî tu yê nikaribûya vê ji bîr bikira. Ew ê herdem di heşê te de bûya.”

Ji êrîşên balafirên bê pîlot ên li Pakîstanê ku 2004’an dest pê kir û vir ve piraniya eleqeya mirovan li ser bikaranîna vê teknolojiyê bûye. Digel ku vê herêma di navbera Pakîstan û Afganîstanê pir hatiye nîqaşkirin jî dengê mirovên li wir dijîn kêm hatiye bihîstin. Birînên Wezîrîstanê dengê kesên ku li wir dijîn û wekî “mîlîtan” an bi kurtahî wekî “xisara pêvek” tê nîşandayîn, radigihîne cîhanê.

Çavkanî:

Democracy.now.org

Woundsofwaziristan.com

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …