Baskî zimanekî jîndar e

 

 

Daneyên nû nişan didin ku berevajiya zimanekî di xetereyê de be, zimane baskî zêdetir xurt û jîndar e. Li gorî Nexşeya Sosyolîngûîstîk a Baskî  bikaranîna baskî her ku diçe pêş dikeve.

Nexşeya Sosyolîngûîstîk a Baskî  di 7’ê Nîsanê de ji aliyê Wezîrê Perwerdeyê, Polîtîkaya Ziman û Çandê ya Baskê Cristina Uriarte û Cîgirê Wezîrê Polîtîkaya Ziman Patxi Baztarrika ve li Bilbaoyê hat eşkerekirin. Daneyên nû bi rêjeyan pêşketina baskî ya di 30 salên dawî de li ber çavan raxist. Li gorî vê, ji 36,4’ê kesên di ser temenê 5’an re dikarin niha bi baskî biaxivin. Sî sal berê vê rêjeyê % 22 bûye. Dane nîşan dan ku ji % 44’ê civaka bask xwedî zanebûna bingehîn a baskî ne û sî sal berê vê rêjeyê  % 22’ye. Serfiraziyeke din ê baskî ya ku Nexşeya Sosyolîngûîstîk a Baskî  nîşan da, bikaranîna baskî ya rojane ye ku vê rêjeyê niha ji 14,5 zêde bûye.

Patxi Baztarrika di bernameya danasîna Nexşeya Sosyolîngûîstîk a Baskî de li ser pêşketina baskî dilxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: “Îro ji her demê zêdetir pêşeroja zimanê baskî di destên me de ye. Kesên ku kilîta pêşeroja baskî di destên xwe de digirin welatiyên baskê ne û bi taybetî kesên ku baskî diaxivin. Cristina Uriarte jî teahuda Hikumeta Baskê ya di warê lêkolîna domdar a li ser guherîna sosyolîngûîstîk a baskî ya wekî amûra pîvandina jîndariya ziman, destnîşan kir.

Di bernameyê de Baztarrika van çar çalakiyên pêwîst ên ji bo ziman diyar kir:

  1. Îknakirina axêverên nû bi riyeke xwezayî. Baztarrika got  “divê em dev ji pêdiviya baskî bi we heye derbasî pêdiviya min bi baskî heye bin.”
  1. Teşwîqkirina bikaranîna ziman di qadên ne fermî, malbat û têkiliyên di navbera kesan de,
  1. Xurtkirina firsendên nû ji bo bikaranîna baskî,
  1. Ne ji ku bi tenê sebeba ku pêşeroj di destên wan de ye lê ji ber ku kesên zêdetir baskî bi kar tînin kesên ciwan in, divê li ser nifşên ciwan bê sekinandin.

Azala gazteleraz2

Nexşeya Sosyolîngûîstîk a Baskî

Lêkolîna bi navê Nexşeya Sosyolîngûîstîk a Baskî ji bo zanîna rewşa baskî ji pênc salan carekê tê kirin. Nexşeya Sosyolîngûîstîk a Baskî ji bo Herêma Xweser a Baskê, Navarrayê û li erdên bask ên li Fransayê (Iparralde) tê amadekirin ku ya ewilî di 1986’an de derket holê. Lêkolîn li ser bingeha daneyên serjimarên fermî tê kirin û lêkolîna îsal ki ser daneyên serjimara 2011’an bilind bûye. Di lêkolînê de zanebûna baskî yên kesên di ser temenê 5’an de ne cî digirin.

Çavkanî: Npld.eu

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …