Baskî û qada kedê

 

 

 

Cîgirê Wezîrê Polîtîkaya Ziman a Baskê Patxi Baztarrika di derbarê însîyatîfên nû yên hikumetê ya ji bo pêşxistina bikaranîna baskî ya di qada kedê de agahî dan.

Baztarrika beşdarê bernameya ku di 7’ê Cotmehê de li Enstîtuya Máquina-Herramienta de Elgoibar hat lidarxistin, bû. Di bernameyê de mijara “bikaranîna ziman a di qada kedê de” hat nîqaşkirin. Baztarrika di axaftina xwe ya di bernameyê de di derbarê sê însîyatîfên hikumeta Baskê ya ji bo xurtkirina bikaranîna baskî ya di qada kedê de agahî dan.

Li gorî Cîgirê Wezîrê Polîtîkaya Ziman Baztarrika sê însîyatîfên nû yên hikumeta baskî ev in:

  • Bernameya pîlot a bi navê EUSLAN. Sala borî qala vê bernameyê hatibû kirin. Vê însîyatîfê beşeke bernameya LanHitzê ye. Îsal tê plankirin ku li ser bikarnanîna ziman a şîrketên sektora endustriyê bê sekinandin. Niha vê însîyatîfê li 12 şîrketan tê meşandin.
  • Bernameya LanHitzê hatiye nûjenkirin. Ji îro pê ve wê ji bo formasyona ziman a endamên komeleyên pîşeyan (wekî parêzer) alîkariya madî bê pêşkêşkirin.
  • Bernameya nû jî di derbarê formasyona pîşeyî de ye. Tê diyarkirin ku cudabûna di navbera serîlêdanên ji bo modelên baskî ya perwerdeya ferz û formasyona pîşeyî pir mezin e. Tê plankirin ku vê mesafeyê bê kêmkirin û ne tenê modela D lê ew ê modela B ya ji bo formasyona pîşeyî jî bê xurtkirin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal perwerdeya bi zimanê dayîkê nîqaş dike

Hikumeta Welatê Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. …