Bask “modela skotlandê” dixwaze

Serokê Baskê Inigo Urkullu da xuyakirin ku ew dixwaze referandûma li ser statûya polîtîk a nû di dema îktîdara xwe de li dar bixe. Urkullu diyar kir ku ew dixwaze di vî warî de “modela Skotlandê” ji xwe re mînak bigirin.

Serokê Herêma Xweser a Baskê ji Radyoya Baskê re axivî û got ku ew “demeke dirêj e ku dibêjin divê civaka baskî xwedî opsiyona biryardayina ji bo pêşeroja xwe be.” Urkullu pê de çû û got ku ew ji bo têkiliyên xwe yên bi dewleta spanyol re têkiliyên di navbera Skotland û dewleta brîtanî mînak digirin. Li gorî vê modelê, divê di navbera dewleta spanyol û gelê baskê de paktekî (tifaq) ku li ser daxwaza azad a her du aliyan bê avakirin hebe.

Urkullu da zanîn ku welatê Bask ji heft parçeyan pêk tê, ji ber vê jî divê ew realîteyê li ber çav bigirin û ji daxwaza hemû parçeyan re rêzê bigirin. Herwiha, Urkullu got ku Welatê Bask li Ewropayê ye û parçeyeke Yekitiya Ewropayê (YE) lê ew naxwazin YE li ser bingeha dewletan bê avakirin.

Serokê Baskê li ser derfetên ku Destûra Bingehîn a Spanyayê dide wan, dîtinên xwe anî ziman û got ku destûra navborî Welatê Bask wekî netewe nas dike. Serok da zanîn ku ji ber ku Spanya ji Katalonya, Galîsya û Baskê pêk tê “neteweya neteweyan e” lewma jî divê Spanya qebûl bike ku ew “neteweya neteweyan e” û bi vî awayî wê modela wê ya hişk bê nermkirin. Urkullu ji bo destekirina dîtina xwe mînaka Brîtanyayê da û wiha axivî: “Kraliyeta Yekgirtî wekî Spanya kraliyeteke lê qebûl dike ku ew kraliyeteke ku ji neteweyên cihêreng pêk hatiye.”

Li aliyekî din, serokê Baskê di axaftina xwe cî da soza lidarxistina referandûma li ser statûya nû ya polîtîk a Baskê ku di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de anîbû ziman. Urkullu got ku piştî hevdîtina di Parlamentoya Baskê de ew ê vê referandûmê di 2015’an de bê li dar xistin.

Çavkanî:

www.eitb.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …