Barzanî modela Sîngapûrê  bo Kurdistanê pêşniyaz kir

Wisa xuya ye, rêvebiriya başûr naxwaze terka îktîdarê bike û dixwaze  heta hetayê bibe xwediyê qesr û koşkên Hewlêrê,

Lewma jî serdestên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di dewsa modekele demokratîk de modela Sîngapûrê ku otorîterîzm û kapîtalîzma pêşketî destbirakê hev in,  pêşniyaz dikin.

Forûma Manamayê ya navneteweyî ku li Behreynê dihat lidarxistin, bi dawî bû.

Di bernameyê de, ku navê Civîna Ewlekariya Herêmî lê hat kirin, welatên rojhilata navîn û hêzên mezin ên wekî Amerîka, Almanya û Brîtanyayê hatin cem hev.

Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî tevlî civînan bû û bi hin beşdaran re hevdîtinan li dar xist.

Lê bêguman hevtîna herî balkêş a Barzanî, bi wezîrê parastinê yê Sîngapûrê Zaqî Muhamed re bû.

Di vê hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî Sîngapûrê ji bo Iraqê û Başûrê Kurdistanê wekî modelek pêşniyaz kir.

Bi vî awayî, serokwezîrê herêma Kurdistanê modela rêvebiriyê ya di serê hukumeta Hewlêrê de eşkere kir.

Modela Sîngapûrê

Rejîma Sîngapûrê ku di civînê de qala wê hat kirin, ji kontrola siyasî ya di destê partiyekê de û ji pêşketina aboriyê pêk tê.

Sîngapûr bajar-dewletekî zengîn a li başûrêrojhilatê Asyayê ye.

Lee Kuan Yew damezrînerê Sîngapûra serbixwe ye. Di navbera 1959-1990’î de bê navber wekî serokwezîr li ser kar ma. Lee di 2015’an de jiyana xwe ji dest da.

Digel ku nifûsa welêt bi tenê 5 milyon e, hebûna salane ya neteweyî, bi qasî 600 milyar dolar e.

Li Sîngapûrê mixalefeta siyasî di bin kontroleke jidandî de ye û herwiha medya di bin bandora rêvebiriyê de ye.

Partiya Çalakiya Gel, 60 sal in bênavber li ser kar e û bi gelek rêûrêbazan kontrola xwe ya li ser civakê bi serfirazî dimeşîne.

Ji ber van taybetiyên wê, Sîngapûr wekî welatekî otorîter a xwedî aboriyeke pêşketî ya kapîtalîst tê qebûlkirin.

Damezrînerê vê modelê Lî Kûan Yew, ji 1959’an heta 1990’î li ser kar ma û bi vê rewşa xwe bala gelek dîktatorên cîhanê kişand.

Sîngapûr welatekî ji yek bajarekî û erdên derdora wê pêk tê. Welat di navbera Malezya û Endonezyayê de cî digire

Wisa xuya ye, rêvebiriya başûr naxwaze terka îktîdarê bike û dixwaze  heta hetayê bibe xwediyê qesr û koşkên Hewlêrê,

Lewma jî serdestên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di dewsa modekele demokratîk de modela Sîngapûrê ku otorîterîzm û kapîtalîzma pêşketî destbirakê hev in,  pêşniyaz dikin.

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …