Barzanî: Berdêla şelafiyê

 

 

“Barzanî dora xwe bi kesên herdem jê re dibêjin erê re rapêçandiye. Kesên ku ji % 100 gotinên wî dubare dikin heval in; kesên ku bi tenê ji % 90 bi wî re hemfikirin in ji aliyê wî û qadroya wî ve dijmin tên hesibandin.”

 

Gotareke balkêş a lêkolînerê amerîkî Michael Rubin bi serenavê “Barzanî: Berdêla Şelaviyê” di kovara amerîkî Commentaryê de hat weşandin. Rubin di gotara xwe ya di 27’ê Hezîranê de hat weşandin de ji ber rêvebiriya wî ya Kurdistana Başûr rexneyên giran li Mesût Barzanî kir.

Di destpêka gotarê de Rubin dibêje ku meha Hezîranê meheke xerab a ji bo Barzanî bû û diyar dike ku piştî “mesrefkirina bi milyonan dolaran ji bo xebata lobiyê ya li Washingtonê ya bi armanca tedarîka rasterast a çekan ji bo pêşmergeyên kurd ên iraqî, Kongre vê daxwazê red kir.”

Rubin destnîşan dike ku biryara Kongeya Amerîkayê biryareke rast bû, ji ber ku Barzanî ji Îranê û hin welatên Ewropayê çekan peyde kiribû. Rubin îdîa dike ku wî van çekan di dewsa ku li ciyê pêwîst bi cî bike, di reqabeta polîtîk a li dijî reqîbên xwe wekî awantaj bi kar tîne. Rubin pê de diçe û dibêje ku Kerkûk ku bajarekî herî zêde bi tehdîda DAIŞ’ê re rû bi rû ye hîn li benda çekan e û wiha dom dike: “Çek ne li Bexdayê ne an winda bûne lê di depoyên li Hewlêrê ne.”

commentary2

Nivîskar li ser dema rêvebiriya Barzanî jî disekine û wiha dibêje: “Wî ji 2005’an û vir ve qebûl kir ku du caran li ser kar be; dema wî di 2013’an de bi dawî bû. Wî bi awayekî ku ji aliyê hiqûqî ve li ser nîqaş bê kirin rêvebiriya xwe ya duyemîn di 2013’an de du salan dirêj kir lê ev jî bi dawî bû.” Ji ber vê nêzîkbûna wî, nivîskar dibêje ku Barzanî û partiya wî dixwaze heta hetayê bi awayekî otorîter li Kurdistanê li ser kar be.”

Li ser rewşa xerab a aboriya başûr jî Rubin agahiyên balkêş dide û dide zanîn ku digel hemû potansiyela petrolê yê Kurdistanê 17 milyar dolar deynê rêvebiriyê heye û sebebê vî deynî jî nikare bê nîşandayîn. Rubin dibêje ku digel vê potansiyelê ji bo bikaribe li ser piya bisekine Kurdistan niha ketiye dûv peydekirina 5 milyar dolar deynî.

Di gotarê de li ser awayê rêvebiriya Barzanî van agahiyên balkêş tên dayîn: “Barzanî dora xwe bi kesên herdem jê re dibêjin erê re rapêçandiye. Kesên ku ji % 100 gotinên wî dubare dikin heval in; kesên ku bi tenê ji % 90 bi wî re hemfikirin in ji aliyê wî û qadroya wî ve dijmin tên hesibandin.” Rubin dibêje ku ji ber vî awayê rêvebirinê, Barzanî paniya Achilles (aliyê herî lawaz) a dîktatoriyê nîşan dide ku ev jî şelaviyê.

Jêder: Commentarymagazine.com

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …