Barkey: Kurd deriyê aramiya Rojhilata Navîn in

Lêkolînerê dezgeha ramanî ya Emerîkî Wilson Center derbarê rola Kurdan a li Rojhilata Navîn de gotarek nivîsî û ev analîza wî di rojnameya Financial Times de hat weşandin.

Lêkolînerê amerîkî Henri Barkey di nivîsa xwe de Kurdan wekî “deriyê aramiya Rojhilata Navîn” bi nav dike û dibêje: “Kurd tu carî hewqasî nebûbûn xwedî hêz. Îro Kurd li Iraq û Sûriyê bihêz in û bandoreke wan a xurt li heremê heye. Hezên li herêmê çi mezin çi piçûk, ji bo her tevgereke xwe divê destpêkê fikir û biryara Kurdan bistînin. Ev li ser hêzên herêmê bûye mecburiyeteke sereke.”

Barkey li ser têkiliyên Tirkiye û Emerîkayê jî wiha nivîsiye: “Destê Emerîkayê ne ji Tirkiye û ne jî ji Kurdan dibe. Lewra hêza herî hêzdar a li diji terorîstên DAIŞê Kurd in. Ji ber vê yekê Emerîka di nava hevkêşeyeke polîtik a zehmet de ye.”

Barkey diyar kir ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ditirse ku li Sûriyê jî wek Herêma Kurdistanê rêveberiyeke Kurdan ava bibe û ev tirs ji bo siyaseta Tirkan bûye pisûleyeke rênîşandêr.

Barkey analîza xwe ya li ser Kurdan de wiha dibêje: “Niha Rojhiata Navîn di rewşeke nearam de ye. Dibe ku Erdogan ji Emerîkayê re bibêje “yan em yan jî PYD”. Eger mercekî wiha bide pêşiya Washingtonê, eger heye ku rewş tevlihev bibe; lê eger heye ku Amerîka soz bide Tirkiyê û gerîlayên PKKê ber bi derveyî sînoran bide vekişandin. Li hemberî vê sozî jî wê ji Tirkiyê re bibêje ku dest nede herêmên Kurdan ên li Sûriyê.”

Jêder: Kurdistan24.net

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed di destên nûnerên kurdan de ye

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyan ên Partiya …