Barbados ji Brîtanyayê veqetiya

 

A.Rahman Çelîk

Barbados welatekî girav e. Parçeyekî ji herêma Karayîb a Amerîkaya Bakur e. Girav di sedsala 17. de ji aliyê Brîtanyayê ve hat dagirkirin û bi qasî 400 salan wekî koloniyekê hat bikaranîn.

Welatê Karayîbê Barbados bi merasîmeke li paytext Bridgetownê dawî li desthilatdariya Kralîçeya Îngilîz Elizabethê anî û komarbûna xwe ragihand.

Barbados parçeyeke giravên Antîlan e. Hîn ji van giravan ji serdema kolonyalîzmê û vir ve di destên Brîtanya, Fransa û Holandayê de ne.

Navê welatê nû êdî bû Komara Barbadosê. Dame Sandra Masona 73 salî bû serokkomara yekem. Ji şûna Elizabethê, êdî ew ê serokatiya dewleta xwe bike.

Prens Charlesê Brîtanî jî duh tevlî vê merasîma fermî ya li Barbadosê bû. Charles di axaftina xwe de êşên dema koletiyê de bibîr anî û xemginî ya xwe îfade kir.

Kurtedîroka Barbadosê

Barbados welatekî girav e. Parçeyekî ji herêma Karayîb a Amerîkaya Bakur e.

Girav di sedsala 17. de ji aliyê Brîtanyayê ve hat dagirkirin û bi qasî 400 salan wekî koloniyekê hat bikaranîn.

Wê demê koleyên ji Afrîkayê hatibûn revandin, li Barbadosê li nav zeviyên şekir dihatin xebitandin.

Xwediyên wan ên Îngilîz ji ser pişta van koleyan serwetên mezin qezenc kirin.

Çandiniya şekir ya bi keda koleyan di 1640’î dest pê kir û heta destpêka sedsala 19. berdewam kir. Kolonyalîstên xwedî erdan, bazirgan, şîrketên şekir û xwediyê keştiyan tev bi hev re pereyekî pir zêde ji hilberîna koleyan bi dest xistin.

Barbadosiyan dawiya dawin, sala 1966’an serxwebûna xwe bi dest xistin, lê dîsa jî desthilatdariya Kralîçeya Îngilîstanê qebûl dikirin.

Bi guherîna statûya siyasî ya Barbadosê tê hêvîkirin, hemû bandorên ji serdema koletiyê ya hovane ji holê rabin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …