Bantûstana Başûr

Bantûstan peyveke di wateya “welatê bantûyan” de ye û di dema rejîma apartheid a Afrîkaya Başûr de hatiye bikaranîn. Rejîma nîjadperest ji bo afrîkiyên reşik û spî ji hev veqetîne di salên 1940’an de vê mijarê aniye rojevê û bi Qanûna Otonomiya Welatîbûna Bantû ya di 1970’î de kiraseke fermî li vê polîtîkayê kiriye. Bi vê qanûnê, ji bo afrikiyên reşik herêmên xweser û heta ji vê wêdetir, xwedêgiravî herêmên serbixwe hatine damezirandin. Ev herêm xwedî erkên bisînorkirî bûn û ji aliyê dewletê ve dihatin fînansekirin. Bi milyonan afrikiyên li van herêman di bin dorpêçê de bûn û ji mafên welatîbûna dewletê bêpar bûn.

Yek ji armancên dewletê ya damezrandina Bantûstanan parçekirina tevgera afrikiyên reşik bû ku pêşengiya wê ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) ve dihat kirin.

Rejîma apartheid û bantûstan

Yek ji armancên dewletê ya damezrandina Bantûstanan parçekirina tevgera afrikiyên reşik bû ku pêşengiya wê ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) ve dihat kirin. Bi taybetî Bantûstana zûlû ya bi navê KwaZûlû û Tevgera Azadiya Çandî ya Neteweyî ya Înkata bi awayekî aktîf qasî 20 sal li hemberê ANC’ê hatin bikaranîn. Serokê tevgerê Mangosûtû Bûtelezî bû dûvikê rejîma apartheidê û mîlîsên zûlû ji aliyê artêşa nîjadperest ve hatin perwerdekirin. Piştî hilweşandina rejîma li ser bingeha serdestiya afrikiyên spî hatibû damezrandin, Bantûstan ji hev hatin xistin û hemû erdên wan tevlî dewleta nû bû. Afrikiyên reşik û resen ku di asta neteweyî de ji mafên temsiliyeta siyasî bêpar hatibûn hiştin, wekî afrikiyên spî bûn xwedî heman mafî. Bi rola xwe ya bêyom a wekî çekeke di destê kolonyalîzmê de, Bantûstan li cîhanê wekî modeleke xeternak a li dijî mafên neteweyî û civakî hat qebûlkirin. Polîtîkayên Srî Lankayê yên li hemberî welatên tamîlan, bi polîtîkayên bantûstanên li Afrîkaya Başûr hatin miqayesekirin û rêvebiriya vî welatî hat tometbarkirin.

Her wiha, rewşa dalîtên li Hindistanê wekî afrikiyên bantûstanan hat pênasekirin û Hîndistan bi nîjadperestiyê hat sûcdarkirin. Piştî aştiya li Afrîkaya Başûr û bidawîbûna rejîma apartheid, êdî ev mesele bi lez ji rojevê derket û Bantûstan bi tenê bû mijareke literatura sîstema nîjadperestiyê.

Diyar e ku herêma Kurdistanê kontrola li ser parçeyeke mezin a erdên xwe winda kiriye. Û bêdengbûna wê nîşan dide, hikûmeta herêmî gav bi gav proseya hilweşandina otonomiya xwe qebûl kiriye.

Başûr herêmeke federal e?

Wisa xuya ye ev meseleya ku zû de ye nîqaş li ser nayê kirin, bi êrişên Tirkiyeyê yên dawî careke din dibe realîteyek siyasî ya îro. Tirkiye ev nêzîkî du meh in bi destûra hikûmeta Başûr li herêmeke fireh operasyoneke giran dimeşîne. Sînorên Başûr tên binpêkirin, bi valakirina gundan korîdoreke dirêj a bêkurd tê avakirin. Sîstema baregehên leşkerî ya ji dehan navendên wekî keleyan pêk tên, pirsên îlhaqê tînin rojevê. Diyar e ku herêma Kurdistanê kontrola li ser parçeyeke mezin a erdên xwe winda kiriye. Û bêdengbûna wê nîşan dide, hikûmeta herêmî gav bi gav proseya hilweşandina otonomiya xwe qebûl kiriye.

Têkiliya bi efendiyekî re

Dema mirov realîteya dawî ya li başûr bi ya dema rejîma nîjadperest a Afrîkaya Başûr re bide her hev, dikare qala destpêka bantûstanbûyina başûr bike. Bantûstanên li Afrîkaya Başûr li ser kaxizê xweser heta hin ji wan serbixwe bûn. Lê kontrola esas di destê dewletê de bû û rejîma apartheidê kengî bixwesta dikaribû midaxaleya van herêmên bikira. Tirkiye jî heta niha kengî xwest ket nava erdên başûr, bi peymanên petrolê hîkûmeta herêmî ji aliyê aboriyê ve bi xwe girêda û heta perwerdeya leşkerî da pêşmergeyan. Lewma jî hevkariya bi Tirkiyeyê re ji dijberiya her du aliyan a li hemberê PKK’ê derbastir kiriye û veguheriye têkiliya bi efendiyekî re. Bêguman ev efendî Tirkiye ye û Başûr jî êdî ne herêmeke federal e lê herêmeke ber bi bantûstanbûyinê ve ye.

—————

Gotar di 14 Hezîran 2021’an de di rojnameya Xwebûnê de hatiye weşandin.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Nûnerên Rojava li Îtalyayê ne

Nûnerên Rojava û berdevka YPJê bi parlamenter û endamên Senatoya Îtalyayê re hevdîtin pêk anîn. …