Banga ji bo referandûma serxwebûna Papûaya Rojava

Parlamenter û hiqûqnasên ji her aliyê cîhanê û lîderên doza serxwebûna Papûaya Rojava bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku ji bo lidarxistina referandûma serxwebûna Papûaya Rojava ya ji aliyê Endonezyayê hatiye dagirkirin, tedbîrên pêwîst bigire. Beriya vê bangê hêzên Endonezyayê 1,700 xwepêşanderên papûayî girtin.

Parlamenterên Navneteweyî yên ji bo Papûaya Rojava (IPWP) îro di konferansa li Londonê bang li NY’yê kirin ku bi biryarekê destûrê bide hêzên parastina aştiyê da ku ew li Papûaya Rojava mercên ji bo lidarxistina referandûma serxwebûna herêmê pêk bînin.

Tevgera serxwebûnxwaz a Papûaya Rojava jî wekî IPWP’yê diyar dike ku herêm ji aliyê Endonezyayê ve hatiye dagirkirin û ev yek ne hiqûqî ye.

Rojekê beriya vê daxuyaniyê hêzên Endonezyayê 1,700 çalakgerên papûayî ku destekê didin endamtiya tam a Papûaya Rojava ya ji bo KomaPêşeng Melanezyayê (MSG) girtin. MSG rêxistineke herêmî ye ku ji welatên Rojavayê Pasîfîkê pêk tê. Rêxistin di 2015’an de statuya çavdêriyê dabû Papûaya Rojava.

Papûaya Rojava di destpêkê de ji aliyê rejîma kolonyalîst a Holandayê ve hatibû dagirkirin. Hêzên holendî di 1960’an de ji herêmê veqetiyan lê vê carê hêzên Endonezyayê herêmê dagir kirin.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …