Bandora çandê li ser ziman: Wek mînak çanda kurdî

Bi giştî tê bawerkirin ku çand tê afirandin lê ziman nîvî ji zayinê tê û heta astekê sirûştî ye. Her du jî di rêwîtiya jiyanê de pêş dikevin û xwedî qadên xebatên vekirî û cuda cuda ne. Cudatiyên çandî û varyantên ziman jî  di derxistina wateyên din ên heman peyv an bêjeyê de rolek pir girîng dilîzîn. Ev dibe sedema ku çima famkirina me ya wan ne wekhev e an wekhev e.

Hinek taybetmendiyên jiyanê hene ku pêdiviya wan bi awayekî civakî bikaranîna kêrhatî ya ziman heye, û ji me re dibêjin ku tu kes nikare çavên xwe li bandora civakê ya li ser ziman bigire. Her çiqas carinan mirov dibêjin em nikarin hest û ramanên xwe bînin ziman jî, ziman  qabîliyeta ramankirinê ya mirovekî bisînor nake. Ew piranî têgihiştina kesane û endîşeyên çandî dide der.

Heger raman bi riya tabûyên çandî bihata kontrolkirin, wê ji bo bianînaziman a bûyerek an tevgerekî di ziman de hindiktir peyv  hebûna.  Astengkarên çandî, kesên ku di derbarê çi de bê axaftin an neyê axaftin de têkildar in, dikarin xizmeta tengkirina firehiya ramanan bikin. Wek encamek, dema ku kurdek derbarê seksê de diaxive, tevgera seksê nerasteqîn tîne ziman, wek mînak ‘her du di nav nivînekî de ne / bûn.’ Hewce nake ku em bêjin ev hevoka derbarê  têkiliyê de ye û ev hevok tam nayê wateya peyva seksê ya ku di çanda îngilîzî de hatiye afirandin.

Bêhtir, hinek têgehên din ên derbarê seksê de hene lê belê, piraniyên wan di wateya xwe de ewqas pir bişerm û bêrûmetkirin e ku ji aliyê kurdên perwerdekîrî ve tu carî di civînekê de an di axaftinekê de nayên bikaranîn. Li gorî tecrûbeyên min, ev îfadeyên bêrûmetkirin di ferhengên kurdî de jî cih nagrin. Ew piranî bi awayekî devkî tên bikaranîn. Ev sînorkirina ziman a ku çand dibe sedem, nayê wê wateyê ku zimanê kurdî ne afirîner e  an qabîliyeta wê ya dîtina peyvan a ji bo tiştên weha nîne an zimanên din ji wê dewlementir in. Civaka kurdî bi têkiliyên xwe yên malbatî û mêvanperweriya xurt tê naskirin. Di zimanê îngilîzî de, peyvek tenê heye ku zarokek birayê diya xwe an bavê xwe bi nav bike, ew jî  ‘uncle’ e. Di kurdî de  du peyvên cude hene: Xal û Ap (Mam).

Di seranserê dîrokê de gelê kurd hatiye çewsandin û xaka me hatiye dagirkirin û ev rewş bi awayekî giran li ser psîkolocî û têkîliyên çandî ya me bandor kiriye û hejmara bêjeyên ku tengasiyê tînin ziman zêdetir kiriye. Wekî din jî, rojnamevanekî kurd ê netewperwer di dewsa gerîla, mîlîtan an şervanên azadiyê de wê peyva pêşmerge bi kar bîne çimkî dîmena pêşmerge di bîra kurdan de  xwedî cihekî pir mezin e û dema ku ji  kesekî ne – kurd re tê gotin, cih nade tu wateyek din. Di encamê de, navdariya rojnamevan wê bê parastin û girêdana welatperweriya wî wê neyê pirsîn.

Divê neyê ji bîr kirin ku bêyî zanîna ziman jî em dikarin hinek cureyên normên çandî û kevneşopiyê  têbigihêjin. Heger hûn her sal di 21’ê Adarê de werin Kurdistana Başûr, hûn ê bibînin ku hema hema her kes kincên gelerî yên kurdî li xwe kirine; ji bîr nekin ku ev rojek netewî ye û hema bêje li her malê  tê pîrozkirin.

Pêdiviya hinek pratîkên çandî bi parastinê heye, ji aliyêkî din jî divê hinekê din bên serastkirin. Wek mînak, zimanê kurdî  xwedî gelek pêşgotinên taybet e. Dema ku ji bo zimanên din tên wergerandin, di lehê mêran de wateyên pêşdarazî li wan tên barkirin.  ‘ If rain falls his mill works, if it does not fall his plow works ’ : Ev wergereke berfireh a ‘ baran bibaret aşî degerit, baran nabaret cutî degeret ‘  Her çiqas li vir  ‘ his ’ (ji bo zilaman) bi awayekî bêhemdî an wek cînaveke giştî tê bikaranîn jî, dîmenek a mirovê navsere wek çavkaniya hêzek fizîkî ya ku pirsgirêkan çareser dike diafirîne an wateya wê pir teng dike. Jinên kurd bi zilaman re mil bi mil di bexçe û çewlikan de xebitîne û bi ser de jî wek pêşmerge li çiyayên Kurdistanê  şer kirine û di damezrandina Kurdistana Heremî ya Iraqê de rolek pir mezin  lîstine.

Hinek peyv wê bi demê re winda bibin û hinek jî wê bên guhertin. Mirovên kurd dixwazin ku destên xwe bidin hevûdû û bi awayekî germ bên pêşwazîkirin, li aliyê din ji bo yên emerîkî tenê gernijiyek (bişirîn) bes e. Di pêşwazîkirina rûbirû de kurdek piranî pirsan dipirse û bersivan ji bîr dike.

Bala xwe bidin mînakên jêr:

A : Tu çawa yî?

B  : Tu çawa yî? Malbata te çawa ye? Tendurîstiya te li cih e? (Tu baş î ?)

A :  Her kes çawa ye? Dê û bavê tê çawa ne? Jina te û zarokên te çawa ne?

Piştî pirsîna gelek pirsan,  ew ê bersivan bidin. Dema ku tu ji yekî emerîkî bipirsî  ‘Tu çawa yî? ‘, ew ê bi awayekî asayî bêje , ‘Ez baş im, spas. Tu çawa yî ? ‘ Weha bikaranîna ziman di bin bandora çandê de ye û dikare gelek şîroveyan bi xwe re bîne. Gelê Kurd bi giştî wek gelekî mirovhêz, dilgerm  û dostane bên tarîfkirin û ji dil de dixwazin beşdarî axaftinê bibin û hîtabî hestên guhdarvanan bikin. Berovajî vê, ji aliyê biyaniyekî ve wek çenebaz dikarin bên dîtin. Dibe ku mirovekî emerîkî jî ji aliyê kurdekî ve wek asosyal an nehesas bê dîtin. Dîsa jî, heman emerîkî ji aliyê kurdekî ku derbarê çanda emerîkî de agahdar  e, rasteqîn û di cih de bê tarîfkirin. Çand û zanîna çandê li vir riya dîtin û bikaranîna zimanê me diyar dike.

Di dawiyê de, mirov xwedî qabîliyeta axaftinê ye, lê belê, bi riya teqlîdê û rê û rêbazên çandî hînî peymanên çandî dibin. Heger em werin  ser mijarên hesas, xuyaye ku pêdiviya bikaranîna gelek peyvan hene da ku kiryarek an ramanekê  temsîl bikin. Lê, ev pêşiya zêdebûn û pêşketina (berfirehbûna) ziman, ferheng û peyvên kurdî  nagre.

Di encamê de, zimanê kurdî ji bandora çanda xwe ne azad e lê, bi şoreşa teknolociya heyî û berfirehbûna medyayê, zimanê kurdî  bêguman  wê  peyvên nû qebul û hembêz bike û  kurdî xwedî helwesta mêtina peyvên nû ye û dema ku mijar înternet be xuyaye ku tu sînorên çandî wê tune bin.

Aras Ahmad Mhamad

——————————

Aras Ahmed Mhamad nivîskarek serbixwe ye. Ew damezrîner û alîkarê edîtorê kovara SMART e ku kovarek îngilîzî ya serbixwe ya ku li ser ‘ Ziman, Wêje û Civakê ’ disekine ye. Mhamad xwendekarê payebilind a koleja ziman li Beşa Zimanê Îngilîzî ya Zaningeha Pêşketina Mirovan, 2012an e.  Nivîskar qunciknûsê Kurdistan Tribune’ê ye û di Ekurd.net’ê de jî dinivîse. Di rojnameya  kurdî –  emerîkî ya bi navê Rojnameya Kurdish Review  de analîstê çandê ye û nivîskar di heman demê de jî di Doznews.com’ê de edîtorê sereke yê beşa soranî ye.

Çavkanî:  Kurdistan Tribune

Wergera ji îngilîzî: Berfîn ÎDE

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …