Awistralya desteka ji bo aborîcînan sekinand

 

 

Gelên aborîcîn ên li Awistralyayaê bi xetereya koçkirina ji erdên xwe rû bi rû mane. Qanûna nû ya fînansekirina komên aborîcîn ên li seranserê welat ku di 2014’an de hatiye qebûlkirin, domandina jiyana li erdên çolterê tehdît dike.

Hikumeta federal da xuyakirin ku wê ji 30’yê Hezîrana 2015’an û şûn ve nikaribe destekê bide gelên aborîcîn. Di salên derbasbûyî de hikumetê 90 milyon dolar dabû Awistralyaya Rojava ku bi vî pereyî civakên li vê herêma mezin dikaribûn hebûna dom bikirana. Lê rêvebiriya Başûrê Awistralyayê red kiribû ku 10 milyon dolari bide civakên aborîcîn ên başûr.

Di Adara îsal de Serowezîrê Awistralyayê dabû xuyakirin ku jiyana aborîcînan ên li çolterê “tercîheke jiyanê ye” û welatiyên bacê didin ne mecbûr in destekê bidin vê “tercîhê”. Di encama guherîna polîtîkaya dewletê ya ji bo gelên aborîcîn de niha domandina jiyana 150 civakên çolterê bi awayekî cidî ketiye xetereyê.

Stop the Forced Closure of Aboriginal Communities in Australia

 

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Gelên Ewilî yên Awistralyayê Kristie Parker li dijî helwesta hikumetê derket û wiha axivî: “Mayina li ser axa xwe mafê gelê me ye…Mirov ditirsin ku rojên wan kêm bûne û wê dawî li civakên wan bê.”

Ji dema eşkerekirina polîtîkaya nû ya fînansekirina aborîcînan û heta niha li seranserê cîhanê xwepêşandanên li dijî Awistralyayê pêk hatin. Çalakiya herî mezin di 26’ê Hezîranê de bi beşdariya 1,000 kesî li bajarê Melbourne a li Awistralyayê pêk hat. Herwiha, li London, Berlîni San Francisco û hin bajarên din ên cîhanê jî çalakiyên ji bo destekê pêk hatin. Tê ragihandin ku heta niha li derdora 12 milyon kes li cîhanê desteka xwe ya ji bo domandina civakên aborîcînan diyar kirine.

Jêder: Culturalsurvival.org

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …