infowelat.com

Komara Kurdistanê 78 sal berê hat damezrandin

Komara Mahamadê di 22ê Çileya 1946ande li meydana Çarçira ya bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin. Di vê komarê de bajarên Sine, Şino û Miyandoab hebûn û paytexta wê Mehabad bû. Serokkomar Qazî Muhammed li Meydana Çarçirayê manîfestoya “Komara Mahabad ya Kurdistanê” ya ku ji 6 xalan pêk tê …

Bêtir »

Windahiyên Filistînê gihişt 25,000an

Ji destpêka êrişên Îsraîlê û vir ve 25,000î zêdetir filistînî hatin kuştin. Nêzîkî 63,000 filistînî jî di operasyonên Îsraîlê de birîndar bûne. Encamên êrişên Îsraîlê yên li Xezayê roj bi roj girantir dibin. Ji destpêka êrişan û vir ve 25,000î zêdetir filistînî hatin kuştin. Agahiyên derbarê windahiyên filistîniyan de ji …

Bêtir »

Li dadgeha brîtanî bi îrlandî axivîn

Piştî 300 salan cara ewil li dadgeheke bakurê Îrlandayê bi zimanê îrlandî (galîkî) hat axaftin. Axaftina bi îrlandî bi însîyatîfa tevgera ziman Conradh na Gaeilge (Yekitiya Galîkî) pêk hat. Piştî 300 salan cara ewil li dadgeheke bakurê Îrlandayê bi zimanê îrlandî (galîkî) hat axaftin. Ciyê vê gava dîrokî Dadgeha Edaletê …

Bêtir »

Xizmeta bi kurdî ya ji bo penaberên kurd

Li Almanyayê êdî şêwirmendiya online a bi kurdî ji bo penaberxwazan mimkûn e. Însîyatîfa bi navê Pena-Ger ku kurtedemeke berê hat damezrandin, vî karî girtiye ser xwe. Biryara xizmeteke wiha, piştî mirina bi guman a penaberê kurd Hogir Alay hatiye girtin. Li Almanyayê êdî şêwirmendiya online a bi kurdî ji …

Bêtir »

Almanya nîjadperestiya AfDê protesto kir

250,000 kes li Almanyayê nîjadperestiya li dijî penaberan protesto kirin. Hedefa çalakiyan AfD bû ku tevlî civîneke li dijî penaberan bûbû. Di vê civînê de hatibû pêşniyazkirin, penaberên entegreyê sîstemê nebin bên dersînorkirin. Almanya civîna rastgirên nîjadperest ku dixwazin penaberan dersînor bikin, protesto dike. Ji 250,000 zêdetir kes tevlî van …

Bêtir »

‘Amazîxî jî weke kurdan ji îdeolojiyên tundrew û Îslamîst êş kişandine’

Nivîskar û lêkolînerê Amazîxî Ehmed Esîdî qala têkoşîna gelê xwe ya ji bo maf û nasnameyê xwe kir û ragihand ku Amazîxî jî mîna Kurdan ji îdeolojiyên tundrew û Îslamîst êş kişandiye. Amazîxî ne hindikayî ne, piranî ne, lê di rewşa kêmneteweyan de hatine bicihkirin. Ev yek ji ber polîtîkayên …

Bêtir »

NATO tetbîqateke mezin li dar dixe

NATO wê li Ewrûpayê tetbîqateke mezin li dar bixe. 90,000 leşker û 1100 keştî, balafir, tank û wesayitên şer  tevlî minawreyên leşkerî dibin. Hedefa vê tetbîqatê parastina eniya rojhilat ya li hemberê Rûsyayê ye. NATO wê li Ewrûpayê tetbîqateke mezin li dar bixe. 90,000 leşkerên endamên welatên tifaqa leşkerî tevlî …

Bêtir »

Aloziya Îran-Pakistanê li Belûcistanê pêk tê

Pakistan êriş bir ser rêxistineke belûc a li eyaleta Sîstan-Belûcistanê ya li Îranê. Pakistanê jî diyar kir, hedefa vê êrişê Eniya Rizgariya Belûc e. Ji ber teqînên li dora bajarê Saravanê 3 jin û 4 zarok hatin kuştin. Aloziya Îran û Pakistanê îro bi êrişeke nû hîn bêtir mezin bû. …

Bêtir »

Brîtanya referandûma Skotlandê red kir

Di Parlamentoya Brîtanyayê de dengdaneke li ser serxwebûna Skotlandê hat lidarxistin. Wekîlên parlamentoyê ji bo pêşniyazqanûna li ser erkên referandûmê  dengên xwe bi kar anîn. Di encama dengdanê de pêşniyazqanûna ji aliyê serokê Alba Partyê Neale Hanvey hat redkirin. Meseleya serxwebûnê di salên dawî de di navbera Brîtanya û Skotlandê …

Bêtir »

Rojavayê Kurdistanê di bin bombebaranê de ye

  Dewleta tirk di çend rojên dawî de êrişên hewayî dibe ser rojavayê Kurdistanê. Ajansa North Pressê yên ji destpêka salê û vir de tê de, derbarê êrişan de daxuyaniyek weşand. Di du hefteyên ewil kanûna paşîn de 122 êrişên hewayî pêk hatine û 89 ciyên li Rojava bûne hedefa …

Bêtir »

Hejmara 2. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Hejmara 2. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin. Di hejmara duyemîn de dosyeyeke li ser otonomiya Tîrola Başûr cî digire. Hejmara 2. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin. Rêya Serxwebûnê weşaneke Infowelat e û ji nûçe û gotarên malperê pêk tên. Bulten hewl dide bibe bingeheke ji bo înformasyona bi kurdî ya …

Bêtir »

Li bakurê Katalonyayê gotûbêja ji bo navê esil

Bakurê Katalonyayê ji bo guherandina navê xwe yê heyî proseyekê dide destpêkirin. Navê bakurê Katalonyayê bi fermî Pyrénées-Orientales e ku tê wateya rojhilatê Çiyayên Pîrene. Ev nav bi tenê coxrafyaya derdixe pêş û rastiya dîrokî û çandî ya herêmê temsîl nake. Bakurê Katalonyayê ji bo guherandina navê xwe yê heyî …

Bêtir »

Îran careke din êrişî Hewlêrê kir

Îran duh nîvê şevê êrişeke bi fuzeyan bir ser başûrê Kurdistanê. Îranê ragihand, êriş li dijî navenda sîxuriyê ya Amerîkayê hatiye lidarxistin. Îran duh nîvê şevê êrişeke bi fuzeyan bir ser başûrê Kurdistanê. Hedefa vê êrişê 40 km bakurêrojhilatê paytexta Kurdistanê Hewler bû. Îranê ragihand, êriş li dijî navenda sîxuriyê …

Bêtir »

Serokê Taywanê alîgirê serxwebûnê ye

Lai Ching-teyê serxwebûnxwaz bû serokê nê yê Taywanê. Çînê reaksiyon nîşan da û got, hilbijartin wê bandorê li “yekitiya pêwîst a bi Çînê re” neke. Taywan hilbijartina herî krîtîk a salên dawî li dûv xwe hişt- Lai Ching-te di encama dengdana roja yekşemê de bû serokê nû yê welêt. Beşdariya …

Bêtir »

Kurdistan namzetên xwe hildibijêre

DEM Partî bi hemleyeke demokratîk xwe ji bo hilbijartina belediyeyan amade dike. Partiyê ji bo namzetên xwe yên hilbijartinên 31ê adarê diyar bike, li Kurdistanê pêşhilbijartinê li dar dixe. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi hemleyeke demokratîk xwe ji bo hilbijartina belediyeyan amade dike. DEM Partî ji …

Bêtir »

Gerîlayên HPGê li Zapê êriş kirin

Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser encamên êrişa xwe ya dawî agahiyan parve kirin. HPGê ragihand, di êrişan de 14 leşkerên dewleta tirk hatine kuştin. Êrişên herî giran vê carê li herêma Rojavayê Zapê pêk hatin. Şerê rizgariya Kurdistanê li herêma Zapê ya bi ser Herêma Parastina Medyayê ve giran …

Bêtir »

Amerîka û Brîtanya êrişî Yemenê kirin

Hêzên hewayî yên Amerîka û Brîtanyayê Yemena di bin kontrola hûsiyan de bombebaran kirin. Hedefa vê êrişê dron, fuze, radar û sîstemên çavdêriyê bûn. Aloziya li Derya Sor bi midaxaleya Amerîka û Brîtanyayê gihîşt asteke din. Duh nîvê şevê hêzên hewayî yên her du welatan Yemena di bin kontrola hûsiyan …

Bêtir »

Katalonya dibe xwediyê erkên penaberiyê

Îspanya wê erkên di warê penaberiyê de transferê Katalonyayê bike. Ji bo ev yek pêk were, hukumeta Pedro Sanchez wê pêşniyazqanûnekê bişîne Parlamentoya Îspanyayê. Îspanya wê erkên di warê penaberiyê de transferê Katalonyayê bike. Ji bo ev yek pêk were, hukumeta Pedro Sanchez wê pêşniyazqanûnekê bişîne Parlamentoya Îspanyayê. Eger pêşniyazqanûn …

Bêtir »

Rewşenbîrên Fransî: Em bibin dengê aştiyê yê Kurdistanê

Li Fransayê zêdeyî 120 rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas, sporvan, hunermend û hilbijartî, ji bo bibin dengê aştiyê ji Kurdistanê re banga tevlîbûna li konferansa 13ê kanûna paşîn a Marsîlyayê kirin. Li Fransayê zêdeyî 120 rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas, sporvan, hunermend û hilbijartî, ji bo bibin dengê aştiyê ji Kurdistanê re banga tevlîbûna …

Bêtir »

Amerîka toponomiya xweciyan diparêze

Li Amerîkayê tabelayên li ser riyên bejahî êdî bi zimanên xwecî jî tên nivîsandin. Ev jî riyeke parastina sembolîk e ji bo van zimanên di bin xetereya tunebûnê de ne. Ev pratîka duzimaniya navên ciyan bi xebata parazvanên zimanên xwecî pêk tê. Li Amerîkayê îşaretên li ser riyên bejahî êdî …

Bêtir »

Doza jenosîda Xezayê ya li Den Haagê

Dadgeha girêdayî Neteweyên Yekbûyî dest bi doza derbarê êrişên Îsraîlê yên li Xezayê kir. Proseya doza jenosîdê bi serîlêdana Afrîkaya Başûr dest pê kir. Dadgeha girêdayî Neteweyên Yekbûyî dest bi doza êrişên Îsraîlê yên li Xezayê kir. Îsraîl di vê doza di Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî (DEN) de bi jenosîda …

Bêtir »