Beriya biryara surprîz a lîderê Rûs Pûtîn, her du lîderên herêma serhildêr a Donbasê derketin pêşiya kamerayan û proseya bi xetere dan destpêkirin. Di destpêkê de lîderê Komara Donetskê Denis Puşîlin axivî û ligel spasiyên xwe yên ji bo Rûsyayê got; ew dixwazin herêm bibe parçeyeke Rûsyayê. Bi vê …
Bêtir »Derbeya Bexdayê ya li dijî bazirganiya Tirkiye-Kurdistanê
Tirkiye peymanên xwe yên enerjiyê yên bi Hewlêrê re wekî şantaj bi kar tîne û axa Başûr vediguherîne baregeheke li dijî tevgera azadiya Kurdistanê. Lewma jî hilweşîna patronaja Enqereyê ya li ser çavkaniyên Başûrê Kurdistanê, wê derfet bide, kontola Enqereyê ya li ser Hewlêrê sist bibe û îhtimala yekitiya neteweyî …
Bêtir »Kampanyaya kurdî çi bi xwe re anî?
Kampanya bi derfetên medyaya sosyal di çarçoveya paradîgmaya tevgerên sosyal ên serdema me de hat birêxistinkirin û lewma jî bo nimûneyek sekna sivîl. Bi vî awayî, di meseleyeke civakî de ku ji rêxistin-saziyan re hatibû hiştin, midaxaleyek sivîl pêk hat. Eger hewldana parastina ziman li ser bingeha parastina rûmetên neteweyî …
Bêtir »Bankeya Holanda bi keda koleyan mezin bû
Holanda di 1621’an de bi riya hêza xwe ya deryayî, li başûrê Asyayê û li hin deverên li dora Deryaya Karayîbê dest bi bazirganiya koleyan kir. Di navbera 300 salan de li derdora milyonekî Afrîkî ji aliyê Holandiyan wekî kole hatin firotan û hin ji wan jî ji bo çandiniya …
Bêtir »Ji bo aştiyê çû lê peymana leşkerî îmze kir
Wisa xuya dike ligel hemû retorîka xwe ya dostanî û aştiyê jî, di krîza li Rojhilatê Ewrûpayê de dewleta tirk neçar dimîne xwe nêzîkî aliyekî bike. Peymanên dawî yên roja pêncşemê hatin îmzekirin nîşan didin, aliyê ku Enqere wê ligel wî cî bigire Kîew e. Erdoganê ku heta niha tim …
Bêtir »Yekşema ji Xwînê ya Bakurê Îrlandayê
Di ser Bloody Sunday ango Yekşema ji Xwînê re 50 sal derbas bûn….Leşkerên brîtanî wê rojê di çalakiyek sivîl de 14 Îrlandî kuştin. Doza edaletê ya xizmên girtiyan heta niha ji aliyê hukumetên britanî hat redkirin û kesên kujer nehatin cezakirin. Piştî Yekşema ji Xwînê tevgera rizgariya katolîkan radîkal bû …
Bêtir »Iraq li bende hukumeta xwe ye
Iraq welatekî federal e û posîzyonên girîng ên hukumetê li gorî kotayeke siyasî di navbera kurd, ereb, sunî û suniyan de hatiye parvekirin. Li gorî sîstema kotaya siyasî; serokwezîrê ji şîayan, serok ji kurdan û serokê meclîsê jî herdem ji suniyan tên hilbijartin. Li Iraqa bi salan e di nava …
Bêtir »Fînland endamtiya NATO’yê red kir
Fînland welatekî li bakurê Ewrûpayê ye û bi Rûsyayê re 1340 km sînorên wê hene. Fînland piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di polîtîkaya derve de pozîsyoneke bêalî tercîh kir. Ev jî welêt kir pireke dîplomasiyê ya di navbera Amerîka û Yekitiya Sovyetê de. Serokwezîra nû ya Fînlandê Sanna Marin derbarê …
Bêtir »Inuit li dûv fermîbûna zimanê xwe ne
A.Rahman Çelîk Zimanê Inuktitut li herêma Nunavutê ya li Bakurê Kanadayê tê axaftin. Nunavut di sala 1999’an de di bin navê statuya “herêm”de (territory) statuyeke lawaz a otonomiyê wergirt. Ji bo zindîkirina zimanên xwecî yên li ser dinyayê ku Kanada serkêşiya wan dike, Neteweyên Yekbûyî bi dehan salane xebateke daye …
Bêtir »Ûkrayna polîtîkaya asîmîlasyonê kûrtir dike
Qanûna nû rasterast bandorê li rojnameyên Rûsî dike û zemîna hiqûqî ya weşana wan ji holê radike. Rojnameyên neteweyî yên li Ûkraynayê wê ji 2024’an û bi şûn ve wê bi tenê bi zimanê ûkraynî weşanê bikin. Ûkrayna di demên dawî de herdem bi aloziya leşkerî ya di navbera wê …
Bêtir »Li Ûkraynayê rîska şer bilind bû
Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya li Ewrûpayê, ji bo kêmkirina aloziya di navbera endamên NATO û Yekitiya Sovyetê de, sala 1975’an li paytexta Fînland Helsînkiyê hatibû damezrandin. Rêxistin di mijara ewlekariyê de însîyatîfa herî mezin a Ewrûpayê ye ku tê de 57 welat tên cem hev. Civîna 57 endamên Rêxistina …
Bêtir »HRW: Demokrasî bi otorîterîzmê re hevkariyê dikin
HRW: Lîderên demokrasiyên rojava ji bo berjewendiyên xwe yên dem kurt bi rejîmên otorîter re hevkariyê dikin û bi vî awayî jî xizmetê ji prensîbên demokrasiyê re nakin. Rêxistina Şopandina Mafên Mirov HRW’ê her sal bi raporên xwe yên salane di mijara mafên mirovan de fotografeke seranserê cîhanê dikişîne. Bi …
Bêtir »MRG rapora 2021’an weşand
MRG wekî her sal îsa jî lîsteya Gelên bi Xetereyê re rû bi rûne weşand. Rêxistinê li gorî asta xetereyê welatên binpêkirina mafên kêmar û xweciyan lê pêk tên di lîsteyê de bi cî kir. Sûriye ku ev 10 sal in lê şerê navxweyî pêk tê, di mijara gelên di …
Bêtir »Dadgeha Ewrûpayê dosyeya Puigdemont vedikole
Hukumeta Îspanyayê ji bo bandorê li biryarê bike, di asta dewletên endam de li paş perdeyan dîplomasiyê dimeşîne. Di encama van hewldanan de Polonya û Romanya ji niha ve ligel Îspanyayê ciyê xwe girtin û vegerandina Puigdemont pêşniyazê dadgeha Ewrûpî kirin. Doza serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont vediguhere …
Bêtir »Îrlandî bû zimanê xebatê yê YE’yê
Zimanê Îrlandî (galîkî) bû zimanê xebatê yê Yekitiya Ewrûpayê….Ev zimanê ku li welatê xwe hema bêje li ber sikratê ye, bi vî awayî li saziyên Ewrûpî bû xwedî stargehekê…Îrlandî, tevlî Îngilîzî yek ji zimanê fermî yê Îrlandayê ye, lê dîsa jî hebûna wî di xetereyê de ye. Ev nûçeya ku …
Bêtir »Alsas li dûv nasnameya xwe ya herêmî ye
Yek ji sebeba herî mezin a vê daxwazê, li herêmê ligel Fransî axaftina zimanê Almanî ye. Di dîrokê de ev herêm di destên Almanyayê de mabû û lewma qismeke welatî hin jî bi zimanê Almanî diaxivin. Fransaya xwedî tradîsyona jakoben, ji sedsala 18’an û vir ve bi polîtîkayên xwe cihêrengiya …
Bêtir »Krîza Sahelê berfireh dibe
Eger pêşi li belavbûna rêxistinên olperest a ber bi başûr ve neyê girtin, wê Afrîka bi karesateke nû re rû bi rû bimîne û di sala 2022’an de welatên li peravên Kendava Gîneyê bibin navenda nû ya bêîstikrariyê. Welatên Sahelê ku bi dehan salane serbixwe ne dikin nakin nikarin bibin …
Bêtir »Yekitiya Sovyetê 30 sal berê hilweşiya
Di 26’ê kanûna 1991’an de ala sor a Yekitiya Sovyetan ji ser Qesra Kremlînê hat daxistin. Bi vî awayî dawî hebûna dewleta ku xwe wekî komunîst bi nav dikir hat anîn. Rojek beriya vê, serokê Sovyetaan Mîkhaîl Gorbaçov bi daxuyaniyeke dîrokî biryara bidawîanîna Yekitiya Sovyetê ragihandibû. Gorbaçov sebeba jiholêrakirina …
Bêtir »Piştî Zaev Makedonya wê kîjan rotayê tercîh bike?
Wisa xuya ye wê piştî îstifaya Zoran Zaev, rekabeta siyasî ya li Makedonyaya Bakur derkeve asta herî bilind û Bruksel û Moskow ji bo bandorê li tercîhên vî welatî bikin wê di nava hewldanan de bin. Ji meha cotmehê û vir ve mixalefeta Makedonyayê ji bo serokwezîr Zoran Zaev îstifa …
Bêtir »Fransa û Brîtanya berpirse mirina penaberan e
Saziya Penaberan a Fransî Utopya 56, ji qezaya trajîk a li deryaya Manşê vir ve li ser mijarê vekolîn dikir. Saziyê pêr gihîşt wê encamê ku haya Fransa û Brîtanya ji noqavbûna bota penaberan a li Qenala Îngilîz hebûye û digel vê jî her du alî neçûne ciyê bûyerê. Lewma …
Bêtir »Li Hong Kongê Çîn bi ser ket
Li Hong Kongê piştî qanûna Çînê ya derbarê temsîliyeta siyasî de, hilbijartina ewil hatin lidarxistin. Ji ber zextên li ser mixalefetê, beşdariya dengdanê gelek kêm bû û ev jî tam li gorî dilê Çînê bû. Lewma jî alîgirên Çînê bi hêsanî bi ser ketin. Li Hong Kongê piştî qanûna Çînê …
Bêtir »