Home / infowelat.com (Sayfa 28)

infowelat.com

AFN: Divê li Kanadayê 60 ziman bibin fermî

      Li Kanadayê serokê Meclîsa Neteweyên Yekemîn bi armanca rizgariya zimanên xwe, ji hikumetê daxwaza zêdekirina fonan kir. Perry Bellegard ku serokê Meclîsa Neteweyên Yekemîn (AFN) e, da xuyakirin ku divê statuya fermî ji bo 60 zimanên xwecî yên li Kanadayê “armanca dawî” ya hikumetê be û ji …

Read More »

Li Sîlezyayê Meşa Xweseriyê hat lidarxistin

    Li herêma Sîlezyayê ya li Polonyayê Meşa Xweseriyê hat lidarxistin. Li derdora 5000 kes beşdarê meşa ku li bajarê Katowice/Katowicach hat lidarxistin bûn. Meşa ku ji aliyê Ruch Autonomii Slaska (RAS-Tevgera Xweseriya Sîlezyayê) ve hat birêxistinkirin, di 11’yê Tîrmehê de hat lidarxistin. Di meşê de afîşên ku daxwazên …

Read More »

Qirkirina kurdên feylî

    Foto: Kampên penaberên kurdên feylî yên li Îranê (di dema 1970’yan de) “Di dema tarî ya 1980’an de beşeke mezin a nifûsa feyliyên li Bexdayê ji aliyê polês û rêxistina îstixbaratê ve bi zorê koçî sînorê Îranê hatin kirin…” Nivîseke di derbarê dîroka zilmê ya kurdên feylî yên …

Read More »

Parlamaneterê Ermenistanê serdana Anli kir

      Şandeya ku Parlamenterê Parlamentoya Ermenistanê Akhoyan Aragats jî di nav de hate serdana Hevşaredar Firat Anli û ew vexwende olîmpîyatên li Ermenistanê.  Endamê Parlamentoya Ermenistanê û parlamenterê Partiya Ermenistana Pêşverû (Bargavaç Hayatsa) Akhoyan Argats ligel şandeyekê rû bi bajarê Amedê kir û ligel Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat …

Read More »

Li Abruzzoyê semînera ‘Zanîna evîna serhildanê’

    Di çarçoveya Forûma Sosyal a Abruzzoyê ya li Îtalyayê semînerekê li ser şerê rizgariya gelê kurd tê lidarxistin. Nûnerê Kongreya Neteweyê Kurdistanê (KNK) ê Îtalyayê Yilmaz Orkan beşdarê vê semînera ku 11’ê mehê de tê lidarxistin dibe. Di bernameya ku bi serenavê ‘Zanîna evîna serhildanê” wê mijarên wekî …

Read More »

Di plana ji bo Cornwallê de xweserî tuneye

      Hikumeta Brîtanyayê eşkere kir ku ew ê hin hêzên di destên xwe de transferê navçeyên “Îngilîstanê” bike. Yek ji herêma ku ji demekê ve ye li benda vê nûçeyê ye herêma Cornwall (bi zimanê herêmê Kernow) bû. Ji ber ku di nava hêzên wê bên transferkirin de …

Read More »

Konferansa ‘Azadiya Olê? Berdêla Baweriyê’

    Rêxistina Netewe û Gelên Nayên Temsîlkirin bi hevkariya Piştgiriya Xrîstiyan a Cîhanî (CSW), Koma Mafên Kêmaran a Navneteweyî (MRG) û Kampanyaya Navneteweyî ya ji bo Tîbetê (ICT) bi serenavê ‘Azadiya Olê? Berdêla Baweriyê’ li Parlamentoya Ewropayê (PE) konferansekê li dar xist. Ji konferansê re wekîl Csaba Sogor (ji …

Read More »

UNCHR: 4 milyon kes ji Sûriyeyê koç kirine

      Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Penaberan (UNHCR) da xuyakirin ku heta niha çar milyon sûriyeyî ji şer reviyane welatên cîran û vê yekê kiriye ku şerê navxweyî yê li vî welatî bibe krîza herî mezin ku 25 salên dawî de cîhan nas kiriye. Komîserê UNHCR’ê Antonio …

Read More »

Parvekirina devokên kurmancî

        Husein Muhammed Xerîte: sinorên teqrîbî yên komdevokên kurmancî: rojavayî (kesk), navendî (zer), rojhilatî (sor) û herwiha zaravayên din yên serekî yên kurdî: soranî (şîn) û kurdiya başûrî (mor). Zaravayên zazakî (li gel kurmanciya navendî û ya rojavayî) û herwiha hewramî (di nav soranî û kurdiya başûrî …

Read More »

Li Konseya Ewropayê pêşniyaza mafê self-determînasyonê

    30 endamên Konseya Ewropayê (KE) pêşniyazê rêxistinê kirin ku nîqaşeke li ser neteweyên bê dewlet ên li Ewropayê bê lidarxistin. Pêşniyaza bi serenavê Rewşa Neteweyên bê Dewletê ên li Ewropayê ku ji aliyê sosyaldemokrat Jacob Lund ê danîmarkî danasîna wê hat kirin, bi giranî ji aliyê sosyalîstan û …

Read More »

Guarani statuya xweseriyê amade dikin

    Welatiyên guarani yên li Guarani Charagua Iyambeyê ya li Bolîvyayê dijîn, ji bo analîzkirina damezrandina xweseriyê civiyan. Nûnerên gelê guaranî û yên li herêmê, wezîrê cîgirê Xweseriya Departmanan, wekîlê guaranî yê parlamentoyê, şaredarê Charaguyê û rêvebirên saziyên beşdarê pêvajoya xweseriyê dibin, beşdarê vê civînê bûn. Pênc sal berê …

Read More »

Parlamentoya Îrlandayê hikumeta katalan guhdarî kir

      Endamên Parlamentoya Îrlandayê qebûl kirin mu hilbijartinên 27 Îlonê yên li Katalonyayê ji bo dikare ji bo serxwebûnê bibe gaveke demokratîk. Li ser vexwendina serokê Komîsyona Karên Ewropayê ya Parlamentoya Îrlandayê Dominic Hannigan, delegasyonek hikumeta Katalonyayê çû serdana Parlamentoya Îrlandayê. Li Parlamentoya Îrlandayê ‘Oirechtas” di navbera delegasyoneke …

Read More »

Yewnanîstan ji YE û IMF’yê got “Oxi”*

    Hilbijêrên yewnan girtina tedbîrên aboriyê yên ku ji aliyê Yekitiya Ewropayê û Fona Pereyan a Navneteweyî dihatin pêşniyazkirin red kir. Di referandûma 5’ê Tîrmehê de ji welatiyan hatibû xwestin ku ew peymana ji aliyê YE, Bankeya Navendî ya Ewropî û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ve hatibû pêşniyazkirin …

Read More »

XII. Asambleya Giştî yê UNPO’yê hat lidarxistin

    Bi hevkariya Rêxistina Netewe û Gelên NayênTemsîlkirin (UNPO), Hevgirtina Azad Ewropayê (EFA) û Navenda Maurits Coppiters (CMC) di 2’yê Tîrmehê de li Parlamentoya Ewropayê Asambleya Giştî ya rêxstinê bi konferanseke li ser demokrasî û mafê diyarkirina qederê li dar xist. Pisporên li ser mijarê, aktîvîstên mafên mirov û …

Read More »

Li Îtalyayê pirtûka parastina Kobanê hat weşandin

Li Îtalyayê pirtûkêke li ser Kobanê ya bi sernavê “Di Nava Kobanê de” hat weşandin. Pirtûka ji du sed rûpelan pêk tê û ji aliyê weşanxaneya Agenziayê ve hat weşandin, wekî rojnivîska berxwedana parastina Kobanê ya li dijî êrîşa hovane ya 2014’an hatiye nivîsandin. Nivîskarê pirtûkê Ivan Grozny Compasso di …

Read More »

Kele û Hewsela Amedê ketin lîsteya UNESCO’yê

    Di civîna komîteya mîrateya çandî ya UNESCO’yê de biryar hat dayîn ku Keleya Amedê û Baxçeyên Hewselê yên li Amedê têkeve Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê. Civîna ku di 5’ê Tîrmehê de li bajarê Bonnê ya li Almanyayê hat lidarxistin de bi slayta 8 deqeyî ku ji bo danasîna …

Read More »

ICG raporeke li ser hevdîtinên FARC-Kolombiyayê weşand

    Koma Krîzê ya Navneteweyî (ICG) raporeke di derbarê hevdîtinên aştiyên yên li Kolombiyayê weşand. Rapora bi sernavê “Li ser Cemeda Tenik: Pêvajoya Dawî ya Hevdîtinên Aştiyê yên Kolombiyayê” rewşa dawî ya hevdîtinan li ber çavan raxist. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo çareserkirina krîza di hevdîtinan …

Read More »

Êzdî parçe bûne lê hîn jî herêmekê dixwazin”

    Hevpeyvîneke bi wekîlê êzdî yê Parlamentoya Iraqê Haj Kandûr El-Şêx re hatibû kirin, di 2’yê Tîrmehê de di malpera Niqash de hat weşandin. Di hevpeyvînê de nûnerê êzdî di derbarê rewşa polîtîk a êzdîyan de agahiyên balkêş dan û got ku ew herêmeke taybet ku ji aliyê êzdiyan …

Read More »

Delegasyona Sardînyayê diçe Kobanê

  Delegasyoneke ji herêma xweser Sardînyayê ya li Îtalyayê wê biçe serdana Kobanê. Di 3’yê Tîrmehê de endamên delegasyonê ji paytext Cagliariyê tên Amedê û ji wir jî bi riya bejahiyê diçin Kobanê. Endamên konseya herêmî Luca Pizzuto (ji koma Sel), Gavino Sale (ji koma Misto) û Paolo Zedda (koma …

Read More »

Nûnerên rûs pêşniyazên Ûkraynayê red kirin

    Pêşniyazên Ûkraynayê yên ji bo çareserkirina problemên kêmara rûs a li rojhilat ji aliyê Rûsya, û komarên Luhansk û Donetskê ve nehatin qebûl kirin. Serokê Ûkraynayê Petro Poroshenko di destpêka hefteya borî de dabû xuyakirin ku bi armanca naskirina xweseriya lokal a herêmên li rojhilat wê destûra bingehîn …

Read More »