infowelat.com

Amerîka û Ewrûpa Kosovayê tenê dihêlin

Yekitiya Ewrûpa û Amerîka xwe ji bo ambargoyên li dijî Kosovayê amade dikin. Di nava amgargoyên tên plankirin de betalkirina fonên Yekitiya Ewrûpayê yên ji bo Kosovayê, bidawîkirina serbestiya vizeyê û pêşîgirtina endamtiya Kosovayê ya ji bo rêxistinên navneteweyî cî digirin. Yekitiya Ewrûpa û Amerîka xwe ji bo ambargoyên li …

Bêtir »

Miletê Polonyayê dewletê hişyar kir

Li Polonyayê çalakiyeke mezin li dijî hukumeta Andrzej Duda hate lidarxistin. 500 hezar kesên tevlî çalakiyê bûn hukumetê protesto kirin. Li Polonyayê nerazîbûna li dijî hukumeta Andrzej Duda her ku diçe kûr dibe. Mixalif dawiya hefteya borî çalakiyeke mezin li paytext Warşovayê li dar xistin. Tê texmînkirin, li derdora 500,000 …

Bêtir »

Gundekî Îtalyayê û xelata zimanê dayikê

Xelatên Nivîsariya bi Zimanê Dayikê ya Ostanayê vê havînê wê bên dayîn. Îsal nivîskar, wergêr, stranbêj û derhênerên Baskî, Astûryasî, Skotlandî, Korsîkayî û Arpîtanî  bûn xwediyê xelatê. Ostana gundekî li bakurê Îtalyayê û bi zimanê Oksîtanî diaxive. Xelatên Ostana ya 2023’an wê îsal carekê din biçe ji kesên bi zimanê …

Bêtir »

Sosretiyeke dîplomasiya Kurd

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beriya hilbijartin bi dawî bibe, pîrozbahiyê li lîderê Tirk Tayip Erdogan kir. Ji bilî Barzanî, lîderên Qeter, Îmaratên Ereb, Malezya û Hûngaryayê pîrozbahî li Erdogan kirin. Piraniya  lîderên pîrozbahiyê li Erdogan kirin, bi rêvebiriya xwe ya antî-demokratîk li cîhanê tên naskirin. Hukumeta Herêma Kurdistanê îmzeya …

Bêtir »

Kurdistan dengên xwe da YSP’ê

Hilbijartin sehneyeke pêşbaziyê bû di navbera du bloqên siyaseta tirk, Tifaqa Komarê ya AKP-MHP û Tifaqa Milet a di bin pêşengiya CHP’ê de. Partiya Çepên Kesk (YSP) ku gelê Kurd temsîl dikir, bi hêviya têkçûna rejîma Erdogan di hilbijartinên serokomariyê de destekê da namzetê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu. Hilbijartina Giştî û …

Bêtir »

Tirkiye ket riyeke ne bi xêr

Ji ber manîpulasyona AKP’ê ya di dema jimartina dengan de, encamên hilbijartinê bi derengî hatin eşkerekirin. Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ragihand, Recep Tayyîp Erdogan % 49.51 û Kemal Kiliçdaroglu % 44.88’ê dengan wergirtine. Lewma jî hat ragihandin, di 28’ê Gulanê de tûra duyemîn a hilbijartina serokatiyê bê lidarxistin. Hilbijartina Giştî …

Bêtir »

Le Monde: Komar rastî serhildana herêman tê

Le Monde li ser daxwazên otonomî û self-determînasyonê yên li Fransayê gotarekê weşand. Ev gotar derbarê daxwazên desentralîzasyon, otonomî û serxwebûnê yên herêmên Fransayê de ye. Rojnameya Fransî Le Monde li ser daxwazên otonomî û self-determînasyonê yên li Fransayê gotarekê weşand. Gotara ji aliyê Benoît Floc’h ve hate nivîsandin, bi …

Bêtir »

Fransa pêşiya belediyeyên Katalan girt

Dadgeha Îdarî ya Montpelierê duh biryara xwe ya doza belediyeyan eşkere kir. Dadgehê îhtiraza rêvebiriya parêzgeha Pyrenees-Orientalesê qebûl kir û rê li ber Katalanî girt. Di biryarê de hate ragihandin, belediyeyên mijara dozê bi riya bikaranîna Katalanî, xala 2. a Destûra Bingehîn a Fransayê îhlal kirine. Fransa destûrê nade di …

Bêtir »

Mesrefên mîlîtarîzma global giran dibe

Di navbera salên 2021-2022’an de cîhan 2240 milyar dolar ji bo lêçûyinên mîlîter xerc kiriye. Li gorî raporê dewleta herî zêde pereyê xwe daye çekan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye. Di navbera salekê de tam 877 milyar dolarên Amerîkayê li artêşa wê çû ye. Enstituya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî …

Bêtir »