Artêşa Endonezyayê lêborînê ji Papûayê xwest

 

 

 

Fermandarekî payebilind ê artêşa Endonezyayê yê li Papûaya Rojava ji ber îhlalkirina mafên mirov ji gelê Papûaya Rojava lêborînê xwest. Papûaya Rojava nêzîkî 60 sal in ji aliyê Endonezyayê hatiye dagirkirin.

Fermandarê Herêma Cenderawasih General Hinsa Siburian di merasîma ku bi minasebeta 70. damezrandina artêşa Endonezyayê ya di 5’ê Cotmehê de  hat lidarxistin de bi awayekî fermî ji ber kiryarên ne etîk ên artêşê ji gelê Papûaya Rojava leborînê xwest.

Generalê endonezyayî wiha axivî: “Di salvegera 70. de ez dikarim bêjim ku leşkerên endonezyayî jî mirovên dijîn û dimirin in; ew dikarin tiştên xerab bikin û dilê mirovên bihêlin. Bi vê minasebetê ez lêborînê dixwazim.”

General di axaftina xwe de got ku ew ê kiryarên bi vî rengî yên li herêmê wê êdî pêk neyên û artêş ji bo pêşketina herêmê bixebite.

Ji damezrandina Endonezyayê û heta niha çanda mîlîtarîst herdem bûye alaveke kêrhatî ya dewletê û ji aliyê hemû hikumetan ve di nava civakê de zindî hatiye hiştin. Lewma daxuyaniya generalekî ya li vî welatî girîng tê dîtin.

Papûaya Rojava di 1962’an de ji aliyê Endonezyayê ve hat dagirkirin. Endonezya navê welat guherand û navê Irian Jaya li welat ki. Bi siyaseta bicîkirina bicikîrîna gelê endonezîaxêf a li ser erdên welat hat xwestin ku nasnameya etnîk a welat bê guherandin. Di encama mihendisiya civakî ya Endonezyayê de niha ji % 50’yê 3,5 milyon nifûsa welat ji kesên ne-xwecî pêk tê.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …