Arjantîn modela siyasî nîqaş dike

Serokê Arjantînê Alberto Fernandez ragihand, pêdiviya welatê wî bi pêşdebirina federalîzmê heye.

Fernandez diyar kir, bi modela heyî ya federal ew nikarin bi krîza koronayê re bi awayekî kêrhatî têkoşînê bikin.

Alberto Fernandez

Li gorî serokê Arjantînê, piraniya hebûna welêt li paytext Bûenos Aîresê tê xerckirin û di encama vê de jî eyaletên din xizan dimînin.

Eger ev pêşniyaza Fernandez bê qebûlkirin wê dengeyeke aboriyê di navbera navend û eyaletan de bê pêkanîn û dewlemendiya Arjantînê li gorî pêdiviya herêman bê belavkirin.

Serokê Arjantînê, di derbarê pakêta alîkariya bo herêman de jî agahî da û diyar kir, ji bo meşandina tevdîrên li hember koronayê, wê 120 milyar dolar ji herêman re bê şandin.

Herwiha, bi pêşniyaza serok erkên di destên eyaletan de jî tên zêdekirin da ku her eyalet karibe bi serbestî xwe bi rê ve bibe.

Arjantîn ji 23 eyaletan û bajarekî otonom ku ew jî paytext Bûenos Aîres e, pêk tê.

Her eyaleta Arjantînê xwedî destûreke xwe ya taybet e û saziyên xwe xwerêvebirinê ne. Her herêm xwedî hukumet, parlemen û dadgehên xwe ne.

Arjantîn di 1816’an de ji Îspanyayê serxwebûna xwe bi dest xist. Di 1831’an de 3 eyaletên Arjantînê hatin cem hev û bi giranî ji bo sebebên parastina ji derve sîstema federal ava kirin.

Destûra Bingehîn a Arjantînê di 1853’an de hat amadekirin û tê de erkên eyaletan hatin diyarkirin. Li ser otonomiya eyaletan hukumeteke xurt a navendî hat avakirin. Û bi sîstemê re Senato jî ligel parlemenê dest bi xebatê kir.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …