Antîfa tevgereke çawa ye?

Antîfa, kurtenavê Antî-faşîst ango tevgera li dijî faşîzmê ye.

Tevneke berfireh tevger û pêkhateyên çepên şoreşger e..

Peyva Antîfa, cara pêşî sala 1946’an li dijî Naziya Alman derket holê.

Sala 2016’an piştî hilbijartina Donald Trump, Antifa li Amerîkayê lez da xebatên xwe..

Û 2017’an endamên wan daketin meydanan..

Li dijî neo-naziyan, nijadperestî û cihêkariya li hemberî afro-amerîkayî’yan dest bi çalakiyên protestoyî kir û bi vî awayî hebûna xwe ragihand..

Her çendî wê demê rêbaza çalakiyên vê komê weke tûndî hat dîtin jî rêveberiya Amerîkayî ji ber 2 sedeman nekarî wê weke hêzeke terorê binav bike..

A yekemîn ji ber ku ev kom li nava Amerîkayê hatiye sazkirin û qanûnên welat di rewşeke wisa de nikare navê terorê lê bike.

Duyemîn jî Antîfa ti carî weke organîzasyon nehat dîtin.

Taybetmendiya herî balkêş a endamên vê komê ew e ku her tim bi maskeyan beşdarî çalakiyan dibin û ti carî nasnameyên xwe ji polîsan re eşkere nakin..

Heta niha li nava Amerîkayê weke şaneyên veşartî derketine holê û ji ber vê çendê nasname û hejmara endamên wê nehatiye zanîn..

Herî zêde jî li hemberî têgehên serdestî, homofobîk, nijasperestî û dijminahiya biyaniyan, xwepêşandan û çalakiyan lidar dixin..

Endamên vê komê her tim hêzên rastgir weke, faşîst û nijadperest binav kirin û li dijî belavbûna wan dixwazin bibin asteng..

Li gorî wan feraseta herî zêde dijminahiya jinê, hem-cins û kêm netewan dike, ya rastgiran e.

Her çendî beşekê Amerîkî rêbaza çalakiyên Antîfayê weke tûndî û talankeriyê binav dikin jî,  pisporên zanîngehan di wê baweriyê de ne ku ya pêşî li hebûna komên wiha vekir, faşîzm e..

Lewma çalakiyên Antîfa di çarçoveya xweparastinê de dinirxînin..

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji …