Anli: Sedî 90’ê Sûrê hatiye valakirin

Anli da zanîn ku li 10 taxên Sûrê bi texmîna wan nêzî 10 hezar kes dijîn û got ku 60 hezar kes jî ji nav Sûran derketine û li semtên dîtir ên bajarê Amedê li nik xizmên xwe bi cih bûne. 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli aşkere kir, piştî qedexeya derketina kolanan û pevçûnan ji sedî 90ê xelkê Sûrê malên xwe terikandine. Anli bal kişand ku Şaredarî û saziyên civaka sîvîl xwe gihandiye 3 hezar û 974 malbatan û bang li Baroya Amedê kir ku alîkariya hiqûqî bike.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û rewşa navçeya Sûrê ya Amedê nirxand û behsa koça bi qedexeya ser derketina kolanan re peyda bû kir û anî ziman ku li taxan qedexe hatiye rakirin, tê dîtin ku li van deran dîrok wêran bûye.

Anli anî ziman, çawa ku qedexe rabûye ew demildest çûye li taxên İskenderpaşa, Alipaşa, Lalebey, Melikahmet û Ziya Gökalp geriyane û bi xelkê vê derê axivîne. Anli destnîşan kir ku piraniya niştecihên van deran ji ber pevçûn û aloziyan terka malên xwe kiriye û aşkere kir ku li Sûrê nêzî 70 hezar kes dijîn, ji sedî 90ê van kesan ev devera dîrokî terikandiye. Anli da zanîn ku li 10 taxên Sûrê bi texmîna wan nêzî 10 hezar kes dijîn û got ku 60 hezar kes jî ji nav Sûran derketine û li semtên dîtir ên bajarê Amedê li nik xizmên xwe bi cih bûne.

‘Derî û pace hatine şikandin…’

Anli bi bîr xist ku qedexe li ser hin taxan rabûye ew demildest çûne wê derê û wan dîtiye ku der û paceyên gelek xaniyan hatine şikandin, kelûpelên navmalê hatine jihevxistin, heta gelek ji wan hatine hilweşandin û got, ev yek tev ji ber vê yekê ne hatiye kirin da ku ev mirov venegerin malên xwe.

‘Bo vegerê divê em hemû hin tiştan bikin’

Anli bal kişand ku di ketin û derketina Sûran de xalên polîsan ên dorpêçê hene, ji bo vegerê ev yek mirovan dudil dike û got, “Şaredarî û qaymaqamiyê bang kirin, ku qedexeya derketina kuçeyan bi dawî hatiye, lê xelk di vî warî de dudil e û hêdî hêdî vedigerin, wisa xuya ye ku ev veger hema wisa çênabe. Em hemû divê di vî warî de hin tiştan bikin.”

Bang li Baroya Amedê kir

Firat Anli bi bîr xist ku li taxên Alîpaşa û Lalebey gelek avahiyên dîrokî hene, Muzeya Bajêr (Qesra Cemîlpaşa), Mala Dengbêjan, Dêra Meryemayê, Dêra Surp Giragos tev li van deveran in û wêrankariya van deveran gelek zêde ye. Anli bal kişand ku xaniyên nehatine berdan û mirov tê de mane tu xusar bi wan nebûye û got, “Gava em digeriyan, mirov dihatin seha mala xwe dikirin, digot: Xwezî me jî mala xwe bernedaya, heke me mala xwe neterikanda em ê hem ji mala xwe û hem jî ji kelûpelên xwe nebûna û bi ser de jî ew dera em çûnê jî me gelek zehmetî kişand. Me jî ji wan re got, wek şaredarî em ê bo çêkirina derî û paceyên xaniyên wan alîkariya wan bikin, kêmasiyên biçûk em ê çareser bikin.” Anli bang li hiqûqnas, Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê kir ku niştecihên Sûrê di warê mafên wan ên hiqûqî de bi rast û duristî agahdar bikin û Anli ev bang kir: “Ji ber ku mirov baş nizanin ka serlêdanê li kê derê bikin. Bi vî awayî saziyên bajêr divê bêhtir xwe bidine ber vê meseleyê.”

‘Pêkhateyên bajêr bila bi hawara Sûrê rabin’

Anli amaje bi gotûbêja Toledoyê jî kir û weha got: “Heke nîqaşa weha hebe divê pêkhateyên bajêr vê yekê gotûbêj bikin; lê îro 70 hezar kes dixwazin ev der bibe Toledo? Divê em vê bizanibin. Projeyên li Enqereyê ser maseyê têne xêzkirin tu bergindeya wê li Amedê nîn e. Projeyên ser maseyê, yên bi TOKÎ û Wezareta Bajarvanî û Jîngehê re heta ku bi pêkhateyên bajêr û xelkê wê re neyêne parvekirin nagihêjin ti derê, tev bêwate ne.”

 Xwe gihandin 3 hezar û 974 malbatî (23 hezar û 844 kesî) 

Hevşaredar Anli, bal kişand ku Şaredarî û saziyên xêrxwaziyê yên bajêr heta niha xwe gihandiye 3 hezar û 974 malbatên ku ji 6 taxên Sûrê penaber bûne û alîkariya xwarin, zexîre, cilûberg, betenî, kelûpelê mutbexê, lihêf û hwd bi van kesan re kiriye, bi vî awayî xwe gihandiye 23 hezar û 844 kesî lê pêdivî bi hevgirtineke mezintir heye. Anli got divê her kes piştgiriya kampanyaya “Tu Jî Malbateke Bira Xwedî Bike” bibe.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …